19 november 2022

Çend teşbîhên li ser dev

Xanimê di telewîzyonê da li programa Robînson temaşe dikir. Di programê da keçikekê zimandirêjî kir, zêde dev avêt ji xelkê ji yên din da. Xanim jê aciz bû,  ji keçikekê ra got "devgalika heram"!

Bi vê minasebetê çand navên em li dev dikin hatin bîra min. Li ba me nav û nîşokan pir li hev dikin, lê ilim jî jin zêde navan li hev dikin. Çend navên li dev dikin:

Devçarox/devçarux

Devşelte

Devgalik

Devşekal

Devçatir

Devtûtik

Devbizmik

Devjihev

Devlûlik

Devgome

Devzûtik

Devulbik
Devçoçik

-Devçarox/devçarux: Devekî wek çaroxê ye.

-Devşelte: Devekî pahn e; dişibe doşegek, orxanek bêrû. Nivînên me şelt in yanî bêrû ne.

-Devgalik: Devekî hinekî xwar e, wek goreyeke rîs e. Li hin herêman ji goreyên rîs ra dibêjin galik. Belkî ji şiklekî goreyên rîs ra dibêjin galik. Dibê meriv bipirse.

-Devşekal: Devekî dişibe şekalan.

-Devçatir: Devekî mezin e, fire ye.

-Devtûtik: Devekî teng e, wek qutikekî, fîstanekî teng e. Dema kincê meri teng be, dibêjin li te bûye tûtik, yanî bi canê te ve zeliqî ye.

-Devbizmik: Devekî wek bizmika dixin devê pez, bizmik ş gema pez e.

-Devjihev: Devekî zêde ji hev e.

-Devlûlik: Devekî ziravik e, wek lûlê ye

-Devgome:Devekî girover e, topik e, dişibe gomeyekî.

-Devzûtik:Devekî dişibe zûtikê. Zûtik rûviyê ji anûsa benderuhan, heywîn û însîn derdikeve derve. Zûtika hin meymûnan ji derve ye.

-Devulbik:Devekî wek elbikê ye, girover e, kûr e.
-Devçoçik: Devê dişibe çoçikê, heskê.

Helbet ne ev tenê ne, gelek teşbîhên, argoyên din jî hene.Tiştê nuha hatin bîra min ev in. Min maneyên wan jî nivîsî.

Lê ji xwe ji konteksta peyvê jî xuya dike teşbîh tê çi maneyê...

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE