Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1992-11-19
Federasyona Komeleyên Kurdistanê ji bo Kurdistana Başûr li aşxaneyekê civînek
çêkir. Ez jî hatibûm ezimandin. Şeveke xweş bû, kurdan bi hev ra xwarin, sohbet
kirin.
Piştî xwarinê ez û Remzî Kerîm bi Cewer Namiq ra çûn otêla lê dime(Radîsson),
me bi wî ra û bi parlamenterê asûrî ra ji bo Armancê hevpeyvînek çêkir.
Aqûbeta wî rojekê li serê me be. Lê ez bawer nakim em wê
rojê bibînin, Tirkiye zû bi zû nakeve halê Îraqê.
XXX
1995-11-19
Ji kovara Nûdemê ra
Firat, birayê ezîz!
Gelek sipas ji bo wê biîrborî û nezaketa te zahmet daye xwe û bi nameyekê ez
agahdar kirim, tu yê nivîsa min a li ser Suleyman Demîr neweşînî.
Ew sebeb û argumentên tu ji bo neweşandina nivîsa min nîşan didî ez bi xwe new
an ra me. Lê ev raya min biryara te ji ortê ranake.
Welahasil, rast ya jî çewt te biryara xwe daye, tu nivîsê neweşînî. Û ev jî
heqê te ye.
Ya rast ez bi biryara te him kêfxweş bûm, him jî xemgîn bûm.
Kêfxweş bûm ji ber ku bi vê biryara te diyar bû qenaeta min a di heqê kurdan da
ne çewt e, rast e.
Xemgîn bûm ji ber ku li gel hemû îdîa û sifetan, çi heyf em gişk dişibin hev.
Te gotiye Bengt Jangefeldt bi xwe jî neketiye arşîvên pûlisan, wî jî ji nivîsa
rûsî(ez nizanim kîjan nivîsa rûsî ye? Te negotiye)hereket kiriye.
Diyar e te ne berê, ne jî piştî nivîsa min ew nivîs nexwendiye; li gel ku te
gotibû te xwendiye. Heger te nivîs xwendiba te yê qet rast nedîta Suleyman
Demîr wê nivîsê(nivîsa Bengt Jangefeldt li ser Osip Mandelstam)
bi navê xwe biweşîne û tu yê miheqeq
rastî van rêzên jêrîn bihatayî:
”Huvuddragen Mandestams bîografî har länge varit kända, inte minst genom änkan Nadezjda
Mandelstams memoarer, men KGB dokumenten lägger nya fakta till bilden. Framställningen
nedan bygger på kopior av Mandelstams akt som vänligen ställts till mitt för
jagande av Mandelstam sällslapet i Moskva. (Artes, 4.199, r 24)
"Karakterê sereke yê bîranînên Mandestam ji mêj ve ye
bi riya bîranînên xanima wî Nadezjda Mandelstam tê zanîn. Lê belgeyên KGB
rastiyên nû li wêneyê zêde dikin. Daxwaznameya jêrîn li ser kopiyên dosyaya Mandelstam
ji alî dilxwazên Mandelstam dan xizmeta min.)
Wek tu jî dibînî mêrik(Bengt Jangefeldt) ketiye arşîvan, nek u hema li nivîsekê
nêrîye û li gorî wê ji xwe ra hin tişt nivîsîne. Û herçî Arkadij Waksberg e
jixwe rojnamevanekî rûs e. Li ser Mafya Sovyetê û terora Stalîn ez zanim sê
kitêbên wî tercumeyî swêdî bûne.
Yanî bi kurtî tu jî baş zanî dema xelkê tiştek nivîsandibe xwe êşandine, bi
mehan xwîdan vemaltine, nek u wek Suleyman Demîr riya herî rehet dane ber xwe,
yanî nivîsên xwelkê kirine yên xwe.
Nivîsa min tu dikanî bavêjî, ji ber ku ezê wê li weşaneke din da bidim weşandin.
Bi silavên biratiyê, bimîne di xweşiyê da.
Zinarê Xamo
XXX
2000-11-19
Weysî(Weysî Aydin*), roniya çavê min, ji bo e-maîla te gelek
sipas. Ez baş im; axir piştî bîst sal sirgûnîya li vî welatê sar û di nav van
însanên sar da meriv çuqasî dikane baş be ez jî hewqasî baş im.
Helbet dema meriv xort e meriv ne tenê ji alî bunyê(fizîkî) ve, meriv bi dilê
xwe, bi hemû hisên xwe yên din ve jî gelkî xurt û serhişk e, meriv guh nade
derd û kulan û hesreta dûrîtiyê jî zû bi zû nade der.
Lê dema meriv kal dibe, bi kalbûnê ra hisên meriv jî hemû kal dibin, mêranî bi
wan ra namîne, ji pertav da dikevin, wek dema xortaniyê nikanin li ber xwe
bidin.
Herçuqasî dil teslîm nebe, bi israr bixwaze dilbijokiya xwe bidomîne jî lê
bêfêdeye, tenê xwe dike pêkenînê xelkê.
Ez hêvî dikim trajedî û serpêhatiya pêşiyên me nebe "qedera" me jî...
Esas min dixwest ji te ra qala tiştekî din bikim, lê min hew
dît ev rêz li pey hev rêz bûn. Ez gelek silavan li te û li xanima te dikim, têm
çavên zarokên te.
Zinarê Xamo
*Weysî Aydinê wêranşarî, li Almanyayê dimîne, ne
birayê Wedat Aydin
XXX
2000-11-19
Evdirehman(Onen), bi rastî jî ev dinya bêbav pir biçûk bûye!
Carnan wiha ji nişka ve karwanê meriv li hev diqelibe. Ez pir kêfxweş û dilşad
bûm texmîna min rast derket û ez rastî te hatim. Ji alî psîkolojîk ve ez nuha
xwe li mala we his dikim. Ez nizanim ez çi bibêjim!
Wek tu yê li jêr bibînî, Mistefa bersîva min da. Ez him vê
bersîva wî û him jî bersîva xwe ji te ra dişînim.
Bi baweriya min di vê meselê da divê meriv xwedî şêleke diyar be.Piştî ji zeftê
derket hew rê li ber tê girtin. Derdê min ev e.
Û min tiştekî xerab jî ji wan ra negotibû.Lê te ez şibandime
"gurekî har ê ji bo ku bitirsîne diranên xwe nîşan dide.”
Ez li ber ketim, xwezî te teşbîheke wiha nekira. Gur ji bo kurdan semboleke pir
ne xweş e. Û wek heywan jî pir pîs e. Çimkî dema bi kerî dikeve pezekê tenê
nabe, kîjan bi ber dest keve birîndar dike.
Yanî yê wî ji têrxwarinê bêtir hinekî jî xerabî ye. Ez xerabiya xortan
naxwazim. Û gelkî kêfxweş im gaveke wiha jî avêtine.
Ez dibêjim înternet ji bo me kurdan dikane bibe îmkaneke
baş, lê heger perspektîv û şiûrekî millî bi me ra tunebe ew jî dikane zirarê
bide me.
Malperek min jî heye, ez qet jê fêm nakim, hevalekî xêra xwe
ji min ra çêkiriye. Xeta malpera min(lînka wê) di malpera Nefelê da, te jî bi
ya xwe ve girê daye heye. Lê va ye ez dîsa ji te ra dişînim.
Gelek silavên min li Fûad ke, bibêje min pir bîriya wî
kiriye. Gelo ew çi dike?
Va ye em rastî hev hatin, ji nuha û pêve emê hîn bêtir li
halê hev bipirsin.
De bimîne di xweşiyê da.
Zinarê Xamo
XXX
2019-11-29 20:26
Ji Laleş Qaso ra
Laleş merheba! Îro yekî ji min ra got havîngeha Laleş Qaso li Bodrumê heye. Min got ne mimkûn e, got na rast e û yên gelek kurdên din jî li wir hene. Gelo rast havîngeha te li Bodrumê ya jî li derke din ya Tirkiyê heye?
Di bersîva xwe da gotiye, ” Erê çend carî, çûme wî xanî, çûme marmaris, çûme Kuşadasi. werhasil ez du havînan baş li Tirkiyê û li ber behran geriyame.”
Min ev bersîv dayê.
Min ev yek qet ji te hêvî nedikir û lema jî min bi israr ji wî kesî ra got ne mimkûn e. Xwezî min ev yek ji devê te nebihîsta, xwezî tu wek Laleşê berê di dilê min da bima. Tiştê heta nuha te li ser tirkan û Tirkiyê gotiye hemû vir in. Ez êdî ji tu gotina te bawer nakim. Tu ji bo min mir !
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar