13 november 2022

Civînek û bîranînek dilşewat


Mehmet Dehsiwar îro li Stockhomlê li Kitêbxaneya Kurdî romana xwe ”Sîbera şeva tarî” da nasîn û ji xwendevanan ra îmze kir.

Roman 415 rûpel e, îsal ji alîa Weşanxaneya APECê hatiye çapkirin.
Mehemed Dehsiwar nivîskarekî berhemdar e,  ev romana wî ya şeşa ye. Çend roman jî ji swêdî wergerandine kurmancî.

Di civînê da xanimeka ji bakurê Kurdistanê bi mîvanî hatibû Swêd qala serpêhatiyeke xwe ya dilşewat kir, got:

”Dema min li Zanîngeha Mêrdînê(Artukluyê) dest bi xwendina zazakî kir, roja pêşî, çaxa mamoste di sinifê da bi min ra bi kurdî peyivî heyecanê ez girtim, kela dilê min rabû, min dest bi girî kir.”

Sahneyeke ecêb e, dilê meriv radike pêdarê, wek kurd meriv kelogirî dike.

Li ser vê sahneyê roman kane were nivîsîn, film kane were çêkirin.

Keçeke xama tenê ji ber ku di sinifa zanîngehê da mamoste pê ra bi kurdî peyivîye ji kêfa, ji şabûnê dilê wê xera bûye û girya ye.

Gava wê ev serpêhatiya xwe ya bi kovan, dilzîz got hêsir bi çavê min jî ket.

Ez ne ew bûm, ne di wê sinifê da bûm, lê di wê bîstikê da min empatî kir, ez ketim dewsa wê, ez jî giriyam.

Min navê xanimê nepirsî, xwezî min pirsî bûya. Hevalên wê xanimê nas dikin û vê nivîsa min dixwînin kanin wê bidin nasîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE