13 november 2022

Dibê meriv ji welatê xwe, ji bajarên xwe hez bike !

Welatê tirkan, bajarên tirkan çiqas xweş bin jî dibê meriv pesnê wan nedin.

Bi baweriya min meriv pesnê welatê dijminê xwe nade. Welatê wan, bajarên wan xweş in çi ji me ra ?

Ji welatê xwe, ji bajarên xwe hez bikin, pesnê xweşikiya welatê xwe, bajarên xwe bidin.

Diya xelkê nabe diya meriv, welatê xelkê nabe welatê meriv.

Tu carî ji dilê min nayê ez bi başî qala tirkan û Tirkiyê bikim. Û nakim jî. Bi derewan welatê wan pîs nakim, lê napesinim jî.

Kurdistana Federe behişt be jî tirk, medyaya tirk pesnê bajarên Kurdistanê nadin.

 

XXX

Tirk kî tê ser hukim ji yê berî xwe xerabtir dertê. Kîjan nifş radibe meriv dibêje heftxwezî bi yê berê.

Giş cinsê gur in, çêlikên guran kedî nabin.

Neyar û qatilên bavan nabin dost û hevalên lawan. Gere kem ji tarîxa xwe û tirkan ders û ibretê bigrin.

XXX

 

 Rûsan bi dagirkirina Ûkraynayê herb dan destpêkirin.

Lê sekinandina herbê bi qasî destpêkirinê ne rehet e.

Tiştê xuya dike kes nikane bisekinîne, dibê yek bişkê.

Eskerên rûs revî revî ji bajarê Xersonê reviyan, li pey xwe gelek mirî û çebilxane hîştin.

Dibe ku ev destpêka têkçûna Rûsyayê be?

 

XXX

Normal e di nabêna partiyên siyasî gelş û fikrên cihê hebin, hin deman nabêna wan pir ne baş be.

Lê wek her tiştî siyaset jî diguhere, yên îro li dijî hev in sibe kanin bibin mitefikên hev.

Lema jî dibê meriv bi çavê dijmin li hev nenêre. Çawa be jî em yên hev in, partiyên miletekî ne.

Pêşiyên me gotine bira birakî min hebiya, bira dînekî eware biya, rojekê ewê sitara serê min biya. Em kurdên welatparêz birayên hev in, dibê meriv bi vî çavî li hev binêre.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE