Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-11-13
Ez û Bawer Eser çûn mala Zubêr Hesen. Em li ser endametiya komela wan û
Federasyonê pê ra peyivîn. Komeleyeke wan heye, em dixwazin di Federasyonê da
bi me ra hereket bikin.
Tiştekî vekirî negot, got em bi hêzan ra ne. Xwest em herin bi Riya Azadî ra
bipeyivin, wan jî îqna bikin. Ji Komîta Karger a Federasyonê jî ne razî bû.
XXX
1988-11-13
Me îşev li Stockholmê li salona Medborgarhusetê şeva piştgiriya Medya Guneşî
çêkir. Qatilekî apocî sê sal berê(1985-11-02) Semîr(Semîr(Çetîn Gungor) di vê
salonê da kuştin.
Şev baş derbas bû. Bi texmîna min li dora 700-800 kesî di salonê da hebûn. Tevî
perê bilêtan û alîkariya me di şevê da top kir 20 hezar kron top bû.
Şakirê Xudo mîvanê me bû, di şevê da axaftineke xweş kir. Şakirê Xudo berî şevê
li ser kurdên Sovyetê û xebatên wan semînerek da. Li ser kurdan û xebatên wan
aghiyên baş dan. Şakirê Xudo merivekî zana ye. Min bi xwe pir jê hez kir. Ji bo
Armancê emê pê ra hevpeyvînekê bikin.
XXX
1992-11-13
Mahmûd Kîper telefon kir, got hevalên Medya Guneşî dixwazin peymana di nabêna
PKKê û hukûmeta Kurdistana Federe da hatiye îmzekirin biweşînin. Lê dibêjin
kurdên başûr naxwazin peyman were belavkirin. Gelo li Swêd jî eynî tiştî
dibêjin ya na? Peyman li Swêd belav bûye ya na?
Min jê ra got, wele min nebihîstiye kurdên başûr li dijî belavkirina beyanê
bin. Me peyman di Armancê da weşand. Berbangê jî weşand.
PKK di weşanên xwe da li dijî serokên kurdên başûr xeber, heqaret û cirisîyên
xwe didomînin. Îro di rojnameya Ozgur Gundemê da sernivîsekê bala min kişand.
Dibêje, ”serokê kurd Celal Talabanî gotiye, PKK ji bo parastina xwe kane
sîlehan bi xwe ra bigerîne. Li hemberî Celal Talabanî dev guhertine, zimanekî
ne êrîşkar, kibar bi kar tînin. Lê li hemberî PDKê û Mesûd Barzanî pir êrîşkar
in.
XXX
1996-11-13
Min bîstek berê di telewîzyona swêdî di kanala 4a da li programa jineke bi navê
”Evabrît” temaşe kir. Program li ser gelşên malbatî û hevduberdana jin û mêr
bû.
Di programê da jinekê got:
”Piştî min ji xwe ra yekî nuh dît, min ew bir mal û ban mêrê xwe yê kevn, mêrê xwe yê berê kir. Mêrik hat. Min şûşeyek Wîskî danî ber wan û ji wan ra got:
”De va ye
ez diherim, bi hev ra vexun, hevdu nas bikin. Piştî 4 saetan gava ez vegeriyam
herdu baş bûbûn dostên hev.”
Aqilê min sekinî, ez tevizîm. Min ji xwe ra got, law însan çawa kane hewqasî jî
bênamûs bibe ?
Kevir bibare, Xwedê dijminê min jî mecbûrî zulmeke wiha, bênamûsiyeke wiha
neke!
XXX
2010-11-13
Ji Qado Şîrîn ra
Birayê Qado, gelek sipas ji bo wan gotinên te yên dostane.
Bêguman sûcdarê rewşa me ya îro dewleta tirk e, lê ev nayê wê maneyê ku
sûcê siyasetmedar û ronakbîrên kurd tune ne.
Gazin ji dijmin nabe, loma jî "gazinên" min ne ji dijmin, ji kurdên
me ye.
Tiştekî pir balkêş e, mesele heta nuha ji serok û siyasetmedarên Kurdistana
Sûriyê(û helbet yên Îran û Îraqê jî)min kesê ku bi kurdî nizanibe nedîtiye. Li
wir jî kurdî qedexe ye, li wirjî perwerdeya bi zimanê kurdî tuneye.
Lê dîsa jî siyasetmedar û ronakbîrên kurd di dereceya yên me
da asîmîle nebûne, nebûne ereb.
Welhasil derdê min giran e, zêde tevraneke...
Gelek silavên dostaniyê yên ji dil
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar