12 november 2022

Dijminatiya îdareyên başûr û rojavayê Kurdistanê xwelîserî ye

Gelek kurd li dijî îdareya Kurdistana Rojava ne, agir lê dibarînin, ji rejîma Esed bêtir êrîşî wê dikin.

Gelek kurd li dijî Kurdistana Başûr in, kevir û kuçikan lê dibarînin, ji ereban bêtir êrîşî kurdan dikin.

Ez nabêjim dibê kes wan hukûmetan, wan serokan rexne neke, kêmasî û şaşiyên wan, nelirêtiyên wan nebêje; bêguman dibê meriv bibêje, bi zimanekî siyasî rexne bike.

Lê neyartîya wan, reşkirina wan ne rast e, malwêranî ye, koranî ye, xwelîserî ye.

Ew tunebûna kî yê li dewsa wan li ser hukum bûya?

Li başûrê Kurdistanê ewê erebên şîî, li rojavayê Kurdistanê jî ewê Esed li ser hukim bûya. Yanî kurd weka berê ewê di bin destên ereban da bûna.

Gelo bindestiya ereban ewê ji me ra baştir bûya?

Li bakurê Kurdistanê nuha em di bin destê tirkan da ne, gelo halê me baştir e?
Di dema Seddam û Esed da halê kurdan baştir bû?

Birayên delal, kêmasiyên serokên, partiyên başûr û rojavayê Kurdistanê bibêjin, ji bo halê milet baştir bibe wan rexne bikin, lê neyartiya wan nekin.

Hûn gorra xwe dikolin, wek xilt hûn xweliyê li serê xwe dikin.

Hukûmetên başûr û rojavayê Kurdistanê çiqasî xerab bin jî sed qatî ji bindestî ereban baştir e.
Birayên delal, hûn xwe îdare dikin, zarokên we bi zimanê xwe perwerde dibin.

Hûn ne bindest in, ev destpêka azadî û serxwebûnê ye. Em bi tifaq bin, neyartiya hev nekin serxwebûn ne dûr e. Ev destpêk e, tecrûbeyeke baş e. Tu rejîm ne ebedî ye, tu kesê nemir tune ye, serokên îro hene sibe tune ne.

Wek kurd dibê meriv rejîma kurd ya herî xerab bi rejîmên tirk, faris û ereban yên herî baş nede.
Îdareya kurdan cahnime be jî ez wê xera nakim, bi cineta faris, ereb û tirkan nadim.

Tirkiye, Sûriye, Îraq, Îran welatên herî demokratîk bin jî dema em ne azad bin, em xwe îdare nekin çi me ra demokrasiya wan?

Bira Kurdistaneke serbixwe hebe bira ne demokratîk be, bira serok dîktator be. Rojekê ewê biguhere, welatên herî pêşketî, herî demokratîk jî ji destpêkê ne demokratîk bûn, hêdî hêdî guherîn hatin roja îro.

Lema jî bira dewleteke me kurdan jî çê bibe, destpêkê bira wek Tirkiyê, wek Îranê, wek Sûriyê be, emê bi micadela xwe biguherînin, bikin Almanya, Fransa.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE