Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1992-11-12
Qumandarê Cendirmeyên Tirkiyê Orgeneral Eşref Bîtlîs îro li Silopiyê bi Mesûd
Barzanî û Celal Talabanî ra civînek çêkir. Piştî civînê Mesûd û Celal Talabanî
vegeriyan Kurdistanê.
Çi peyivîn, çi biryar girtin nayê zanîn. Lê helbet mesele PKK ye. Bi baweriya
min generalekî tirk hey ji bo başiyê, ji bo xêra kurdan bi serokên kurdan ra
civînê cênake. Ez ji vê yekê emîn im. Hêvî dikim Mesûd û Celal sozên pir xerab
nedabinê.
Berpirsiyarên hukûmeta Kurdistana Federe bi devkî her tim paşdavekişîna leşkerên tirk dixwazin.
Lê ya tirk guh nadin wan, ya jî di bin ra li hev kirine. Tirk ji bo ku eskerên xwe li wir bihêlin kanin ji kurdan ra her şelafiyê, her hîlebaziyê bikin.
Mayina leşkerên tirk li Kurdistana Başûr belayeke mezin e, lê musebîbê vê jî PKK ye. Tirk, PKKê ji xwe ra dikin hincet. Şerê PKKê bi kurdên başûr ra mala herdu aliyan jî xera kir, PDK û YNK totî himêza tirkan kirin.
Tirkiyê Osman Ocalan û apociyên din ji hukûmeta Kurdistanê xwestin, lê hukûmetê ev daxwaza Tirkiyê red kir, got em kesî teslîmî we nakin.
Li ser vê mesele Celal Talabanî beyanek da, got rast e Tirkiyê ew ji me xwestine, lê me gotiye em nadin, tiştekî wiha li dijî peymanên navnetewî ye.
Tirkan îro jî dîmenên çend gorrên tije cendek/term belav kirin. Dîsa çavên wan girêdayî, destên wan jî li pişt wan girêdayî ne û hemû jî bi yek guleyê hatine kuştin. Gulle bera serê wan da ne. Negotin çend term in.
Tirk dibêjin vana gerîllayên reviya ne, apociyan ew kuştine.
Belkî jî gerîlayên esîr ketine destên tirkan, tirkan hemû kuştin û dibêjin apociyan ew kuştine. Hovîtiyeke wiha ji tirkan tê. Serokên Tirkiyê jî kanin emrekî wiha bidin, bibêjin we kî girt bikujin.
Çendakî berê apociyan li Berlînê konsereke Şivan Perwer
belav kirin. Şivan li ser vê êrîşa apociyan belavokek belav kiriye. Min belavok
îro li komelê xwend. Gazinan dike, apociyan rexne dike.
XXX
1999-11-12
Hin heval ji Fransayê, Danîmarkayê, Almanyayê hatine. Me bi hev ra li komelê
civînek berfireh çêkir.
Her hevalî li ser xebatên xwe û rewşa partiyê ya welatê jê hatiye agahdarî da.
Berî vê agahdariya hevalan, Mûrad Ciwan li ser gerra xwe ya Kurdistanê, rewşa
partiyê û li ser biryarên Komîta Merkezî girtine agahdarî da hevalan.
Hin hevalan li ser rewşa partiyê û biryarên Komîta Merkezî hin pirs ji Mûrad
kirin, wî jî bersîvên wan da.
XXX
1999-11-12
Îro li Tirkiyê bajarê Duzceyê saet li dora 19.00a dîsa
zelzeleyeke mezin çêbû. Dibêjin merkeza zelzelê(erdhejê) Duzce û Bolû ye. Şîdeta
wê 7.2 ye, nîv deqeyê ajotiye. Nîv deqe pir e.
Zelzela 17ê Axustosê 7.4 bû. Wek ya berê, di destpêkê da gotin zirar û ziyan
pirr ne mezin e, lê dûra derket bi kêmanî bi qasî ya berê mezin e. Jimara mirî
û birîndaran hîn ne diyar e.
XXX
2009-11-12
Ji Eyûp Alacabey ra
Merheba û ser çavan, birayê delal!
Gelek sipas ji bo zeytûnên te şandine. Keya bi xwe telefonî min nekir
û ji min ra jî negot, Fexrî got Keya aniye. Li hember vê
şêla wî ez hinekî matmayî mam.
Tu rastiyê dixwazî eynî rojê min xwest telefonî te bikim û
bibêjim dema yek virda hat ji min ra hinek zeytûnê Dêrikê bişîne, lê ji
ber ku telefona min xera bûbû numra te jî wenda bû, loma min nikanîbû
telefonî te bikira.
Eynî rojê êvarî, Fexrî telefon kir got, emanetekî te li vir heye, were
bibe.
Diyar e bi min eyan bûbû...
Welhasil piştî 30 salî bi saya te nuha em zeytûnên Dêrikê dixwin. Min hinekî
terbiye jî kir, gelkî xweş bûne.
Mala te ava.
Em hemû baş in. Li vir tiştekî xerîb tuneye.
Heger wexta te çêbû careke din telefona xwe ya welêt ji min ra bişîne, dikane
carnan lazim bibe.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar