11 november 2022

Neyartiya bi kurdan ra tirk kirine robot

Neyartiya bi kurdan ra tirk ji medenîyetê, ji însanîyetê, ji aqil dûr xistine, kirine robotên zindî.

Li Tirkiyê her sal di 10ê meha 11a, saet ji 09:05 bibihure elarmek lêdikeve, tirk, di tirênan da, di otobozan da, li her derê bi qiç û pîlan ve wek leşkeran dikevin hazirolê.

Însan ne zirdîn be xwe naxe vî halî...

Îdeolojiyek faşîzan aqil ji miletekî stendiye, kiriye robot, kiriye civateke dîn.

Tirkan nîşan dan ne şex tenê, milet jî dibin mirîd. Hetanî Kurdistan çênebe tirk nikanin werin ser hişê xwe, ewê tim zarok û rentele bimînin.

XXX

Ez her sibe saet berî 07.00a radibim û karekî dikim. Ji şiyarbûna zû hez dikim, naxwazim hetanî danê nîvro di nav nîvînan da xwe vir da, wê da bor kim.

Her roj rojeke nuh e, surprîzeke wê heye. Belkî îro ji bo me kurdan tiştekî baş biqewime. Bêhêvî nebin, qey rojekê ewê baş bibe, kabê me yê jî mîr were.

 

XXX
Li xelkê gudarî bikin, tiştê ket serê we jê bigrin, lê bi ya xelkê nekin. Tim bidin dû dilê xwe, bi aqilê xwe bikin. Pêşiyan gotiye aqilê xelkê loliba meşkê. Aqilê meriv ji kîsê meriv be baştir e.

 

XXX

Ji bo ku Tirkiye vetoya xwe li ser endametiya Swêd a NATOyê rake hin şert dane ber Swêd. Ji wan şertan yek jî teslîmkirina hin kesan e.

Ev daxwazên Erdogan yên eşkere em giş pê zanin. Bi baweriya min daxwazeke Erdogan ya ne eşkere jî heye. Ew jî ji Swêd xûgiyê, bertîlê dixwaze.

Daxwaza Erdogan ya herî muhîm û esasî ev e, bertîl e, rişwet e.

Min di derekê da xwend, digot ji şertên Tirkiyê yekî jî dibê Swêd çend droneran ji Tirkiyê bikire.

Yanî mêrik dixwaze bi riya droneran Swêd bertîla wî bidê. Ewê droneran biha bifroşin Swêd, perê zêde têxin tûrikê wî.

Yanî şertên Erdogan ne tiştên siyasî tenê ne, çend milyon dolar rişwet jî heye.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE