11 november 2022

Çend rêz ji bîranînên min -289-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1988-11-11

*Xanîyê me biçûk e li yekî mezintir digerim. Çûm Dahîra Peydakirina Xanîyan, gotin hîn dor nehatiye te.

Em xanîyekî çar ode dixwazin. Xanîyê me yê nuha odeyek û salonek e. Em pênc kes in, du zarok li salonê radikevin, lawikê biçûk 5 mehî ye, li oda me ya razanê li ba me ye.

*Êvarî çûm mala Mûrad Ciwan. Lezgîn(Şêx Zeynî)û Yalçinê hevalê wî li wir bûn. Me bîstekê sohbet kir. Min Yalçin ji welêt nas dikir. Carê(1978) wek hevalekî KUKê hatibû Wêranşarê, me minaqaşe kiribû.

*Derengê şevê ez rabûm. Di vegerê da li îstasyona tirênê du xortên swêdî, 18-19 salî bûn, bela xwe di min dan, yekî ji min ra got:
”Tu çima hatiye welatê me? Here welatê xwe!”
Yek pir êrîşkar bû, dixwest li min xe. Derengê şevê bû, kes tune bû. Ez neketim gewriya wan. Min ruyê xwe guhert, ji ba wan dûr ketim.
Ez têketama gewriya wan ewê derbek li min xistana û bireviyana. Axirê ez bi selametî xelas bûm. Ev cara pêşî ye tiştekî wiha tê serê min. Li Swêd bûyerên wiha pir kêm in lê îşev rastî min hat.

XXX
1992-11-11

PKK di weşanên xwe da êrîşên xwe yên ser hukûmeta Kurdistana Federe û Mesûd Barzanî didomîne. Heqaretên mezin li Mesûd Barzanî dikin. Nivîskarên rojnameyên Y. Ulkeyê, Welat, O. Gundemê tu dibêjî gişan tûyî binê zimanê hev kirine, giş êrîşî Kurdistana Federe û herî bêtir jî êrîşî PDKê dikin.
Kurdên başûr çi bersîvê didin ji ber ku ez nikanim medya wan taqîb bikim nizanim çi dinivîsin.
Ev zimanê dijminatîyê tenê zirarê dide kurdan. Ji çepên tirk ra mane xweş bûye, ew jî dibêjin fersend ev fersend e kîn û nefreta dilên xwe li hemberî kurdan baş vedirşin.

XXX
1996-11-11

Min telefonî Arif Zêrevan kir, min jê ra got xêra miriyên xwe mîzanpaja kitêba min ”Sitriyên me” biqedîne. Got ez li ser dixebitim, ezê sibe telefonî te bikim. Arif mîzanpajê xweş çê dike. Li vir xwendiye, fêr bûye.

XXX
2021-11-11
Merheba Hêvîdar xanim!

Nayif Remezan di Rûdawê da gotiye "Birincê Kurdî". "Birincê kurdî" şaş e. Meriv kane bibêje birinca Duhokê, birinca Akrê, birinca Qerejsaxê, riza Qerejdaxê. Birinc mê ye, lema tewanga wê jî "a" ye; birinca... Birinca Akrê çsal pir buha ye. Ya din jî "birinca kurdî" şaş e, meriv kane bibêje birinca filan herêmê, filan welatî, lê birincê kurdî nabe.

XXX
2019-11-11

Merheba birayê ezîz! 

Min minaqaşeya te û Hamid Omerî taqîb kir.
Şêla te şêleke bi şexsîyet e û bersîvên te jî rast û di cî da ne. Par di nabêna min û wî da jî minaqaşeyeke wisa çê bû. Pozbilindekî tûtik teng e.
Bi reaksiyon û bêtahamuliyên wiha dixwaze meyla xwe ya hevkariyê veşêre.
Ne merivekî çort bûya minê jî çend tişt bigota, lê ne ew kes e. Lê bersîvên te pir bi mistewa û xweş bûn. Bi silavên biratiyê. Zinarê Xamo

Necat gotiye, wî Îlhamî Işik û Cuma Îçten renxe kiriye, lê ji dêlî ew bersîvê bidin, Hamid Omerî berra wî dane:

Merheba ezbenî !
Te pir baş kir, wek min got bersîvên te pir xweş û bi mistewayeke bilind bûn. Herçî Îlhamî Işik e ne hewce ye li ser rawestim, tu wî baştir nas dikî.
Hin kes rastrast bûne merivên dijmin û hinek jî dixwazin herdu aliyan jî îdare bikin. Ew yek ji wan e.
Rexneya te muhîm e, ez bûme golikê beş, rexneyên min tesîrî li wan û li Rûdawê nake.
Ez jî Hamid nas nakim, lê bi qasî di medyaya sosyal da min ew nas kiriye merivekî qure ye û ji rexneyê ra gelkî bêtahmule e. Gelek silav û hurmet

2 kommentarer:

  1. Em hêdî hêdî ber bi dawîyê ve tên. 1992.. 2022. Kurd bi qasî serê derzîyê jî pêşde neçûne. Bi ser de asîmîlasyon.. Rewş ji berê pir xerabtir e. Omer Faruk Baran.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Çi bibêjim, rast e, realîte ev e. Tiştek neguerîye çimkî şexs, serok, pêşeng hîn eynî kes in, dibê ew nemînin, biçin rahmetê, nifşekî nuh, ji wan zanatir, ji wan nasyonalîsttir rabe, bibe pêşengê miletê kurd.
      Bi van siyasetmedar û serokan em tu havilê nakin, ewê tim dijminatiya hev bikin. Carê bûne dijminên hev, hetanî mirinê ewê wer bimînin.

      Radera

PARVE BIKE