10 november 2022

Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro

Her kar dibê di wexta xwe da bibe. Çandinî jî, çinîn jî dibê di wexta da bibe.

Çandiniya bi derengî meriv nikane tu berhemê jê bigre, tu hasilatê jê rake.

Kurdan 50-60 sal berê, 40-50 sal berê qedir bidana zimanê xwe, tirkî nekirana zimanê xwe, zarokên xwe bi kurdî mezin bikirana kurdî nuha ne di ber sikratê da bû.

Nuha qaje waja me ye, em dibêjin hawar, wele zimanê me ji dest me diçe, dibê em tiştekî bikin, lê pir dereng e, bi milyonan kurd asîmîle bûne, ji destên me çûne, em çi bikin jî em nikanin wan ji tora tirkan xelas bikin.

Li Kurdistanê zimanê çarşî û bazarê bûye tirkî, kurdî bûye wek zimanê turîstan. Em dibêjin em kurd in, vira Kurdistan e lê bajarên Kurdistanê zimanê milet tirkî ye.

Sûcê me ye, me bi destê xwe zarokên xwe asîmîle kirin, ew kirin tirkên pêşerojê.

Ew bibêjin em kurd in jî nikanin ji zimanê kurdî ra, ji edebîyat û muzîka kurdî ra kevirekî deynin ser kevirekî, her tiştê bixuliqînin ew bi tirkî bin, malên ziman, muzîk û edebîyata tirkî bin.
Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro, me bi xwe, xwe asîmîle kir, nuha jî em gazinan ji dewletê dikin. Dewlet dijmin e, ji roja roj da ye dixwaze me bike tirk. Me bi viya zanîbû, lê bi tirkiya xwe em jî bûn pîbarên dewletê. 

 

XXX

Jimara nivîsan nayê bîra min, lê Facebookê hetanî nuha bi dehan, belkî 40-50 nivîsên min sansor kirine, ji malpera min rakirine. Do ne pêr jî nivîseke min rakirin.

Xwedêgiravî nivîsên min li dijî prensîbên FBê ne.

Îro hevalekî ji min ra got, ev ne tiştekî normal e, miheqeq hinek li te gilî dikin.

Ev ket serê min. Bêbavekî ya jî hin dijminan xwe dane bende min, nivîsên min taqîb dikin û dûra li min gilî dikin.

Hevalên min taqîb dikin zanin ez tu carî tiştên fahş nabêjim, heqaretê li kesî nakim.

Lê dîsa gelek nivîsên min hatine sansorkirin. Her carê mehekê ceza didin min.

Ez nizanim meriv çawa gilî dike, çawa kane bi FBê ra têleve têkiliyê?

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE