Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-11-14
Em bi zarokan ra çûn şahiya Komela Spangayê. Şahî(şev)li herêma Tensta Traffê
bû. Bi texmîna min li dora 400 kes hatibûn şevê.
Nûnerên çar partiyên swêdî(VPK, Center, Moderat û Sosyal Demokrat)hatibûn, her
çar jî di şevê da peyivîn. Hatina nûnerên çar partiyên swêdî ji bo me
serketineke baş e. Şeveke xweş bû.
XXX
1988-11-14
Min û Malmîsanij îro ji bo Armancê bi Şakirê Xudo ra hevpeyvînek çêkir. Pirs
Malmîsanij hazir kiribûn. Di sohbetê da min jî çend pirs jê kirin.
Heger me pirs bi hev ra hazir kiribûna, bi baweriya min hevpeyvîn ewê baştir biba. Lê dîsa jî ne xerab bû. Hevpeyvîneke balkêş e.
Min îro ji malê kasêtek girt. Diya min ji min ra dagirtiye û şandiye. Pîreka Silêmanê Biro Şê´ê, keça wê Fatê û diya min jî çend kilamên dewatan û dûlik gotine. Piştî min lê gudarî kir ez pir kêfxweş bûm, ji kêfa dikim bifirim. Ezê wan binivîsînim û di bloga xwe da belav bikim. Xwezî ji gundê me 10 kasêtên wiha ketibana destên min. Sibe gişên bimrin û ewê bi xwe ra bibin gorrê. Ya din însan kal û pîr dibin û ji bîr dikin. Ev kasêt rûnê ji axê xelas bûye.
XXX
1992-11-14
Bi însîyatîfa Tirkiyê wezîrên karên derve yên Sûriyê û Îranê îro li Anqerê
dicivin.
Îraqê û hukûmeta Kurdistana Federe jî xwestin ew jî beşdarî civînê bibin lê
Tirkiyê daxaza wan red kir.
Erebîstana Siûdî jî hatibû ezimandin lê Siûdî daxwaza Tirkiyê qebûl nekir, lema
jî beşdarî civînê nebû.
Amerîka, Fransa û Îngilistanê xwestin ew, kurd û dewletên din werin ba hev, lê
Tirkiyê ev daxwaza wan jî red kir.
Wer xuya dike Tirkiye dixwaze li dijî kurdan cepheyekê ava bike. Tirkiye
dixwaze Kurdistana Federe xera bike, ji bo vê yekê çi ji destê berpirsiyarên
Tirkiyê tê ddikin.
Kurd dibêjin ev civîn midaxeleyî kar û barên wan ên hundur e, Tirkiye dixwaze
kurdan bi tenê, bêpişt bihêle.
XXX
1999-11-14
Îşev seet li dora 23.00an serokê Amerîkayê Bill Clinton çû
Tirkiyê. Di 18 û 19ê mehê da li Stenbolê civîna Konseya Ewrûpa ya Ewlekarî û
Hevkariyê(AGÎK) heye.
Civîneke gelek mezin û muhîm e. Emerîka û Ewrûpa ji bo vê sedsala nuh di warê
siyasî da xwe amede dikin.
Di vê civînê da dixwazin şikil bidin siyaseta xwe ya nuh. Lema jî Clinton û
gelek serokên Ewrûpî vê civînê pirr muhîm dibînin. Hela ka em binêrin Clinton
li ser kurdan ewê çi bibêje û ji Tirkiyê çi bixwaze, ya jî çi şîretê li
berpirsiyarên Tirkiyê bike?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar