Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-11-15
Me îro li Stockholmê li taxa Husby Treffê şîna Mistefa Tanguner çêkir. Em saet ji 12.00 hatanî 18.00 rûniştin.
Me texmîn dikir ewê gelek kes werin lê bi qasî me texmîn dikir milet nehat. Ez bawer dikim me xebera şînê baş belav nekiribû. Kêmasiya me ya herî mezin me ala partiyê û ala kurd neanîbû. Her kesî kir sûcê yê din.Vê yekê moralê me pir xera kir. Jixwe kuştina Mistefa em giştevizandine. Emê sibe jî şîna xwe li vir bidomînin.
XXX
1986-11-15
Ez çûm kongreya Komela Jinan. Ez bûm serokê dîwana kongreyê. Komele li ber
belavbûnê bû, kesî xwe nedixwest têkeve komîtê.
Kes ji kesî hez nake. Yek
dixwaze bixebite lê dibêje gerek filan kes û filan kes tunebe. Tiştekî ecêb e,
girrê di dilê jinan da, dijminatiya wan a li hemberî hev ji ya mêran ne kêmtir
e. Ji bo komele belav nebe min pir israr kir. Axirê libergerên min fêkî da, me
bi zor komîteyek ava kir.
1988-11-15
PLO îro li Cezayirê dewleta xwe ya serbixwe îlan kir. Dinya ewê çi bibêje, kî ewê vê dewletê nas bike hîn ne diyar e. Filistînê ji ortê derkevin ji me ra baş e, dor ewê bibe ya me.
Ev bûyer ewê tesîreke çawa li tevgera kurd a netewî bike, rojên pêş ewê nîşan bide.
Lê tevgera kurd êdî ne wek berê ye, kurd di warê siyasî, eskerî da xurt in, kanin bibêjin îcar dor ame ye.
XXX
1992-11-15
Serokê Meclîsa Kurdistana Federe Cewer Namik îro li
Federasyonê civîneke agahdariyê çêkir. Berê gotin ewê ji bo pressê be lê dûr
amesele pressê îptal kirin, bû civînek bi endamên Komîta Giştî ya Federasyonê
ra. Lê hin kesên ne endamên Komîta Giştî jî beşdarî civînê bûn.
Heyeta wî 4 kes bûn. 3 kes kurd bûn, yek jî asûrî bû. Cewer Namiq û hevalên wî
li ser rewşa Kurdistanê ya aborî, siyasî, civakî û armanca gerra xwe ya li
Ewrûpayê agahî dan. Li ser têkiliyên hukûmeta Kurdistanê û Tirkiyê û şerê bi
PKKê ra jî sekinî. Di 20ê mehê da ewê civîneke berfirehtir çêkin.
XXX
1996-11-15
Arif Zêrevan telefonî min kir, got min mîzanpaja kitêba te qedand. Me hevdu li
bajêr dît, kitêb teslîmî min kir. Min 500 kron dabûyê, heger perê min hebûya
minê hinekî din jî bidayê. Camêr mîzanpajek pir xweşik çêkiriye. Kitêb 225
rûpel e.
Ev sê roj in Îsmaîl Beşîkçî di rojnameya Ozgur Polîtîkayê da li ser PKKê
dinivîsîne. Hin tahlîl û tespîtên sosyolojîk dike. Dibêje PKKê di nav kurdan da
gelek tişt, gelek nirx û normên civakî, kulturî guhertin. Bi baweriya min rast
e.
Di mesela azadiya jinan da PKKê şeroşek mezin kiriye, jin kirin xwedî gotin,
xwedî îrade. Berê jin wek siya mêr bû, lê êdî ne wisa ye, ya herî muhîm di
siyasetê da jin êdî aktor e û xwedî giranî ye.
XXX
1999-11-15
Medyaya Tirkiyê dûr û dirêj li ser serdana serokê Amerîkayê
Bîll Clînton û axaftina di meclîsê da
kir disekine.
Lêbelê qet nabêjin Clînton li ser mesela kurd çi gotiye. Bes li gor xeberên
telewîzyonan Clînton di axaftina xwe ya li meclîsê qala mesela kurd jî kiriye, tiştên
baş gotitiye.
Dîsa li gor xebera medyayê Ocalan ji bo çareserkirina mesela
kurd ji hemû serok û berpirsiyarên dewletan ra nameyek şandiye.
Mêrik jîr e, jêhatî ye, gelek kesên zimandirêj li derve ne, li Ewrûpayê ne, lê
dîsa nikanin tiştekî bikin. Lê A. Ocalan di hundur da jî li ber xwe dide û ji
civînê ra nameyekê dişîne, ji wan dixwaze mesela kurd çareser bikin.
XXX
2000-11-15
Min îşev li malpera we mêze kir. Ji ber ku we jî xwe tevî vî
karê înternetê kiriye gelkî kêfa min hat. Lê li alî din, ji ber ku
malpera(sîteya) we bi tirkî ye ez gelkî li ber ketim, xemgîn bûm. Loma jî min
xwe ranegirt û ji Mistefa Karahan ra ev nameya jêrîn nivîsî.
Îcar tiştê ez ji we ra jî bibêjim her eynî ye. Ji ber wê jî ez vê nameya xwe ji
we ra jî dişînim.
Zinarê Xamo
Ji Mistefa Karahan ra
Xortê delalê, ez gelkî kêfxweş bûm ku te li ser welat û bajarê xwe hin agahdarî
xistine malpera(sîteya) xwe. Lê bi min pir ecêb û xerîb hat, tu wek yekî Dêrikî
û bi îhtîmaleke mezin jî birê Edîp Karahan(ya jî biraziyê wî) rabî hemû
agahdariyên malpera xwe bi tirkî bidî!
Dêrik û tirkî ? We kevir bibare!!!
Birayê delal, heger tu dixxwazî feydeyekê bidî gelî xwe divê tu bi zimanê diya
xwe, bi kurdî binivîsînî. Bi rastî ez qet fêm nakim, çima em hewqasî heyranê tirkî
ne?
Çima bi qasî tirkî em ji zimanê xwe hez nakin?
Tu nikanî bibêjî em jê hez dikin.
Heger ne wisa bûya wê gavê me yê ne bi tirkî, lê bi kurdî binivîsanda.
Ya din jî, piştî ku bi zimanekî xerîb em kanin hewqas tişt binivîsînin, çima
emê nikanibin bi zimanê xwe eynî karî bikin? Mesela ez pir li ber ketim dema
min dît we Qesra Hecî Necîm bi "K"ya tirkî yanî wek "Kesra"
nivîsî ye.
Di elîfba Kurdî da "k" û "q" du dengên cihê ne. Bi kurdî
qesir, qelûn, qaf, qeşa qûş û hwd. hemû bi herfa"q" tên nivîsîn, ne
bi herfa "k" .
Di dawîyê da ez hêvî dikim tu ji min dilgiran nebî û van gotinên
min wek gilî û gazinên kurdekî miletperwer qebûl bikî.
Navê min Zinarê Xamo ye û ez ji Wêranşara xopan im.
Bi silavên biratiyê
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar