14 november 2022

Kurdek nedîtin wezîfe dan yeka ereb

Ji ber teqîna do li Stenbolê çêbû dîsa barek derew li hev ragirtine, ev bûyera terorîstî bi PKKê, PYDê, YPGê ve girê dane.

Êdî PKK têrê nake, tim PYD, YPGê jî pê ve dikin. Dibêjin ne PKKê tenê, hersiyan bi hev ra biryara teqîne Stenbolê dane. Çimkî hedefa wan ji PKKê bêtir êdî PYD, YPG ye. Dixwazin êrîşî Kobanê û rojavayê Kurdistanê bikin. Ji bo wê ev senaryo tertîp kirin.

Ji do da ye Stenbol li Kurdan kirine dojeh. Xuya bû ewê wiha bikin, ewê tiştekî li hev ragirin. Ji zû da ye ji bo ku Kobanê jî bikin Efrîn dek û dolaban digerînin, pilanan çêdikin.

Hetanî hilbijartinan tiştên wiha ewê zêde bikin; ev îhtîmal xurt e.

Dikin zulma xwe ya li ser kurdan hinekî din zêde bikin.

Tirkiye dixwaze êrîşeke mezin bibe ser rojavayê Kurdistanê. Teqîna Stenbolê ji bo vê tertîp kirin.

Ji do da ye Stenbol li Kurdan kirine dojeh. Xuya bû ewê wiha bikin, ewê tiştekî li hev ragirin.
Hetanî hilbijartinan tiştên wiha ewê zêde bikin; ev îhtîmal xurt e.
Dikin zulma xwe ya li ser kurdan hinekî din zêde bikin.

Tirkiye dixwaze êrîşeke mezin bibe ser rojavayê Kurdistanê. Teqîna Stenbolê ji bo vê tertîp kirin.

Retorîka wezîrê karên hundur Suleyman Soylu vê yekê îşaret dike. Mesele pir cidî ye. Vî çelê zivistanê dikin felaketeke mezin bînin serê kurdên Kobanê û tevayiya rojavayê Kurdistanê. Hêvî dikim Amerîka nehêle.

XXX
Tirkiye ji bo ku rojavayê Kurdistanê dagir bike derewên meriv pê bikene li hev tîne. Xwedêgiravî keçika bombe teqandiye ji Efrînê bi dizî derbasî Tirkiyê bûye, ji Kobanê Emir girtiye, PKKê, PYDê û YPGê bi hev ra ev wezîfe dane wê. Çima HDP jî pê ve nekirine min fêm nekir.

Tiştê Suleyamn Soylu bi hev ve dizeliqîne vireke bi boçik e, senaryoyeke pir xeşîmî ye. Ev karê wan e, wan daye kirin. Beyanên wan îspata vê ye. Ji bo ku ji êrîşa xwe ya ser Rojava ra bikin sebeb. Li hemberî Amerîkayê jî şantajê dikin, destûra êrîşê jê dixwazin.

Rismê keçikek ereb bi navê "Ahlam Albaşîr" belav kirine, dibêjin xwedêgiravî ya bombe teqandiye ev keçik e.

Giş vir e, mîzansen e, keçik pîyoneke wan e, bi çend qurişan ev rol danê.

Diyar e kurdek nedîtin ji mecbûrî ev wezîfe dan jineka ereb, 
bi pîyoneka Daîşê ev lîstik tertîp kirin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE