15 november 2022

Derdê hin siyasetmedaran nayê kişandin

Siyasetmedarên me na ne ji serpêhatiyên bav û kalên xwe, ne jî ji yên xwe ders û ibretê nagirin, ji vir û bêbextiyên dijmin bawer dikin û bi wan buhtanan hevdu tometbar dikin.

Derdê hechecikê ji xelkê Yemenê pirs kin, derdê siyasetmedarên kurd jî ji kurdan pirs kin. Derdê hin siyasetmedarên kurd nayê kişandin.

Meriv dîn nebûbe virên MÎTa Tirkiyê wek rastiyê qebûl nake û bi argumentên dijmin birayên xwe, hêzên kurd îtham nake. 

MÎT derewekê li hev tîne, dibêje teqîna Stenbolê PKKê, YPGê, PYDê bi hev ra kirin ji bo ku Kobanê, tevayiya rojavayê Kurdistanê dagir gibe. Hin kurd jî vê vira MÎTê dubare dikin.

Nabînin nêta Tirkiyê çi ye, MÎT ji bo çi vê derewê dike, dixwaze çi bike?

Xelkê talanê me bir, me bi gotegotê tu havil nekir. em bi canê hev ketine.

XXX
Çar sal in Înterpol li têcirê narkotîkayê Luciano Camporesiyê îtalî digeriya, lê bi ser şopa wî ve nedibûn.

Dawiya dawî derket ortê wek gelek çete û mafîayên din ew jî li Tirkiyê bûye, do li Antalyayê hatiye girtin.

Tirkiye kirine hêlîna çete û şebekeyên dinyayê, ji serokên Daşîşê bigire, hatanî bi mafîayên îtalî, çeteyên Swêd, serê gişan li Tirkiyê derdikve. Tirkiye kirine hêlîn û lana çeyeteyên, kirmînalên dinyayê.

XXX

Kêf kêfa Recep Tayyip Erdogan e, îro li girava Balîyê di civîna G20ê da gihîştiye miradê xwe, bi serokê Amerîkayê Joe Bîden ra rismekî xwe girtiye. Ewê çend rojan pê reqlama xwe bike.

Miheqeq destûra êrîşa ser Kobanê û rojavayê Kurdistanê ji bîden xwestiye. Ez bawer nakim Bîden qebûl bike. Lê dîsa jî kanin reaksîyona Amerîka biceribînin.

XXX

Tirkiya dagirker 85 sal berê (15/11-37)Seyid Riza û hevalên wî îro li Xarpêtê (Elezîzê) îdam kirin. Bi hezaran însanên mezlûm, jin, kal, pîr û zarok kuştin, êsîr girtin, ji welatê wan nefî kirin. Emê qetlîama Dêrsimê û qatilên wê tu carî ji bîr nekin. Zeyid Riza ewê tim di dilê me da bijî !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE