16 november 2022

Çend rêz ji bîranînên min -294-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1985-11-16

Îro roja duduyê şîna Mistefa Tanguner bû. Şînê wek do dîsa saet di 12.00a da dest pê kir, di 18.00a da qediya. Îro milet baş hat, qey xelkê xeber dabû hev.

Me îro ala Kurdistanê û ala partiyê anî bi darda kir. Me li ser jiyana Mistefa buroşorek û belavoka Polît Buroya Partiyê (PPKKP/Partiya Pêşeng a Karkerên Kurdistanê) belav kir. Çend hêzan li ser kuştina Semîr(Çetîn Gungor) belavokek mişterek derxistine, ew belavok jî di şînê da hat belavkirin.

Me tacegulek xweşik û ala Kurdistanê danî bin rismê Mistefa.
Vîldan Tanrikulu û hevalên xwe jî îro tacegulek anîn. Navê ”KÎP Komîta Swêd” li ser nivîsîb. Me tacegul dananî ber risim, me danî salonê.

Me ji wan ra got, bi vî navî em tacegula (çelenga) we danaynin ber risim, lê heger hûn navê komeleya xwe li ser binivîsînin emê deynin ber risim.

Wan ev pêşniyara me qebûl nekirin, gotin biryara we çibe em jê ra hurmetê nîşîn didin, lê em navê partiyê ranakin.

Li ser vê yekê me tacegula wan danî salonê. Dereke ji masa risim hinekî dûr bû. Ne xweş bû, lê me hevalan li hev nekir. Navê KÎPê di nabêna me da bûye gelşeke ne xweş.

Piştî şînê em heval giş çûn şeva KUKê. Şev li Folkethusenê bû. Ji bo ku Apocî nebêjin tirsiyan em giş çûn.

Şev pir qelebalix bû, belkî li dora 800 kesî hatibûn şevê. Îhtîmal hebû Apocî êrîşî ser şevê bikin, di şevê da teşxeleyekê derxînin. Lema gelek kes hatibûn. Em merivên wan gişan nas nakin, lema tên teşxeleyê derdixin. Li her derê êrîşî şahî û aktîvîteyên hêzan dikin. Belayeke mezin e.

Vê carê gelek pûlisên resmî û ne resmî jî hebûn, piştî kuştina Çetîn Gungor dewlet pûlisan dişîne şev û aktîvîteyên kurdan.

Em jî ne li dij in, em naxwazin Apocî êrîşî me bikin, me bikujin. Bûyerên wiha ji bo kurdan li Swêd malwêranî ye, di heqê kurdan da îmajeke pir xerab çê dike.

XXX
1986-11-16

Ez û Mûrad Ciwan çûn Kurdistan Pressê ba Orhan Kotan, ji bo ku Armancê li wir çap bikin. Gotin emê ji w era bi 3250 kronî çap bikin. Mej î got 2500 kron. Me bi temamî li hev nekir. Lê me got emê vê jimarê(5)li ba wan çap bikin. Emê Armancê di 4ê mehê d ateslîmî wan bikin.

Ji wir em çûm mala Malmîsanij. Mahmûd Lewendî hatibû, mîvanê wî bû. Me bazara Armancê ji wan ra got, me got emê Armancê li Kurdistan Presê çap bikin.

XXX
1992-11-16


Civîna ”Zîrceya Îraqê” qediya. Piştî civînê belavokek belav kirin. Him di belavokê da, him di beyanên xwe yên şexsî da wezîrên karên derve yên Sûriyê û Îranê gotin ”em li dijî perçebûna Îraqê ne.”

Li gorî rojnameya Hurrîyetê dinivîsîne gotine, ”Dibê li Îraqê emirwaqîya avabûna dewleta kurd were sekinandin.
Bi kinî ji bo çênebûna Kurdistanê li hev kirine, lê di mesela Hêza Çakûç da di nabêna wan da hin dijayetî heye.
Îro di rûpela pêşî ya rojnameya Hurrîyetê da rismê texsiyeke Toyota şofêrek li ber sekinîye heye. Rojname dibêje do ne pêr Celal Talabanî û Mesûd Barzanî bi vê texsiyê hatibûn ba general Eşref Bîtlîs. Plaka texsiyê ”1-Kurdistan e.”
Hurrîyet dibêje mesûlên Tirkiyê plaka Kurdistanê ji nedîve hatine. Yanî fena ku plaqe nedîtibin.
Heger ev xeber rast be Mam Celal û Mesûd pir baş kirine, dibê tirk fêrî navê Kurdistanê bibin.

XXX
1996-11-16

Nivîsa min çend sal berê li ser romana "Porten kallas trang/Dibêjin derî teng e" a Jan Frîdegardê bi swêdî nivîsîbû min îro wergerand kurmancî.
Di sala 1992a da ez du termînan çûm Folkhogskolan(Dibistana bilind a gelêrî). Mamoste li wir ev roman bi min da xwendin û got tiştekî li ser binivîsîne. Wê rojê bi tesadufî ez rastî wê nivîsê hatim, min kir kurmancî. 

XXX
2013-11-16

Şova Recep Tayyip Erdogan a îro li Diyarbekrê kir û axaftina Mesûd Barzanî ez pir aciz kirim. Barzanî di dawiya axaftina xwe da got, ”bijî biratiya tirk û kurdan, bijî aştî !”
Şivan jî piştî 37 salan bi Mesûd Barzanî ra beşdarî şova Erdogan bû. Min du tişt nivîsîn û xwest dîtina Fûad Onen jî bizanibim. Çimkî di rojên wiha da ez li hêvî me ew bêdeng nemîne. Min jê ra ev mesaja kin şand.
”Fûad, birayê hêja, ma li ser ”şova” Erdogan ya îro ya li Amedê kir û axaftina Mesûd Barzanî tu çi difikire?
Min bi kurtî du tişt nivîsîn, min dîtina te jî meraq kir. Ez dibêjim rojên wiha wek şer e, di şer da dibê meriv ya dest dibibe xwe ya jî dest nabe xwe. Ez bêdengiyê rast nabînim…
Gelek silavên biratiyê.”

Piştî min ev mesaj şand, Fûad bersîv da min, got ”wî notek bi darde kiriye, hêvî dike bi dilê min be”
Min nivîsa wî xwend baş bû. Min ev bersîv dayê:

”Sipas, min dît.
Ji kerba tu nemaye ez ji "VÎTÊZÊ" bavêjim lê....
Merivê me ne li gorî kursiya li ser û berpirsiy xwe ya dîrokî ye. Ne serokê vê dema dîrokî ye...
Dibê ronakbîrên kedî nebûne vê serdanê û axaftina Erdogan û Barzanî baş analîz bikin kodên wan raxin ber çavên civatê. Herkes şaşiyan nabîne..."
Gelek silav

2013-11-16

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE