16 november 2022

Ji Wêranşarê çend peyvên xerîb

Do xanimê li ber tirşika bamîya bulxurekî(savar)bi sewz çêkiribû. Çer çend kevçî xist sehana min bîneke ne xweş jê defiya.

Min got xanim bîn ji vî bulxurî tê. Got bîna nayê min. Min dîsa bîn kir, erê bîneke pîs jê dihat.

Min got xanim, navekî vê bînê heye, dema bîn diket bulxur û birincê me navek lê dikir, ew nav tê bîra te?
Got erê tê bîra min, me digot bulxurê me "hinikî" bûye.

Min li ferhengên li ba xwe û li yên dîgîtal nêrî di yekê da jî rengdêra ”hinikî” tune ye.

Li Wêranşarê gava hubûbat(dexl, tene) xera dibe, bîn dikeve bulxur, hêrayî, sindik, hûrik, birinc, nîsk, noka em nabêjin genî bûye, nabêjin kufikî bûye, em dibêjin ”hinikî” bûye.
Birinca me hinikî bûye, nayê xwarin.

Penêr kufikî dibe, goşt genî dibe lê gava bîn dikeve bulxur û birincê em dibêjin hinikî bûye. Yanî dema hubûbat kevn dibe, xera dibe em dibêjin hinikî bûye.

Min got ez viya binivîsînim bira haya hevalên zimanzan û yên ferhengan hazir dikin jê çê bibe ji bo ku têxin ferhengan.

Rengdêrek din jî li ba me tê bikaranîn, em ji kesê şît, fêlbaz, hîlebaz ra dibêjin ”luht”. Hesen merivekî pir î luht e. 

Luht dijberê heynikiyê ye. Merivê heynik saf e, xeşîm e, saf e, yanî ne luht e. Yanî luhtî dijberî heynikiyê ye. 

Luht û şît sînonîmên hev in, merivê luht yanî şît e, nayê xapandin.
Rengdêrek din, ”çîrvebûn, çîrve bûye.”

Li ba me peyva ”çîrvebûn, çîrve bûye” jî heye, min ew jî di tu ferhengê da nedît.

Min ji hevalekî zimanzan pirsî wî jî nizanîbû. Li gelek ferhengan nêrî nedît.

Gava kalek, pîrek neketibe, li ser xwe be, çist be, bi hereket be, em dibêjin, mêrik bi çîrve bûye.
Yanî li gorî temenê xwe neketiye, li ser xwe ye, tew ciwan bûye.
Wek numûne:

-Pîra cîrana me piştî nexweşiyê hatiye ser xwe, çîrve bûye, şûle dide, wek keçeka 14 salî dimeşe.
Kalê cîranê me mêrik tew gopal jî ji destê xwe avêtiye, ji nuh ve çîrve bûye, yanî hatiye ser xwe, dînç bûye.

2 kommentarer:

  1. Li Sirûcê, ''çîrtê'' heye, bo keçikên li ser xwe, xama dibêjin. Belkî eynî kok be. Nizanim. Omer Faruk Baran

    SvaraRadera
    Svar
    1. Nizanim, belkî têkiliya wan hebe. Em li Wêranşarê gava yek li gorî umrê xwe li ser xwe be, dînc be, neketibe, ya jî nexweş ketibe û dûra baş bûbe, em jê ra dibêjin bi çîrve bûye. Yanî hatiye ser xwe, xurt bûye.
      Xanim tew çîrve bûye, şûle dide...

      Radera

PARVE BIKE