17 november 2022

Çend rêz ji bîranînên min -295-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-11-17

Di rojnameya Expressenê a îro da li ser kuştina serokwezîrê Swêd Olof Palme û PKKê nivîseke Eşref Okumuş heye.

Nivîseke baş e, kurdên Swêd diparêze. Lê bi parastina kurdan ra ne eşkere, bi şiklekî îndîrekt li apociyan jî xwedî derdikeve.
Helbet wek rojnamevanekî kurd nabe bibêje ez ji PKKê şikê dikim, ya jî şika pûlis ji PKKê dike rast e.
Hin şopên din, Sovyet jî di nav da hin dewletên mezin derdixe pêş, dibêje dibê meriv li wan îhtîmalan jî binêre.

XXX
1988-11-17

Ji Dahîra Patent û Tescîlê(Patent- och registreringsverket)îro ji min ra bersîv hat, daxwaza guhertina nav û paşnavê min qebûl kiriye.
Ji bo guhertina nav û paşnavê xwe min miraceet kiribû. Ev daxwaza min hatiye qebûlkirin.

Min navê xwe ji Abdulvahap guhert, kir Zinar, paşnavê xwe jî ji Kumruaslan guhert, kir Daran.

Bi vî hawî ez ji navê erebî û paşnavê tirkî xelas bûm. Bi baweriya min dibê kurd hemû nav û paşnavên xwe yên bi tirkî û erebî biguherînin, bikin kurdî.

Belkî guhertina navan zor be, lê paşnavên bi tirkî her kes kane biguherîne û dibê bike jî.

Partiyên siyasî kanin pêşengiya vê tevgerê bikin, ew kanin ji endamên xwe bidin destpêkirin.

XXX
1996-11-17

Firat Cewerî îro ji bo kitêba Mistefa Aydogan (Pêlên bêrîkirinê)kokteylek mezin û pi xweş da. Nûdemê kitêba wî çap kiriye. Ban gelek kesan kiribûn, ez bawer dikim çiqas heval û dostên Firat Cewerî û Mistefa Aydogan hene ban gişan kiribûn. Herî kêm 100 kes hebûn. Berê xwarinek sivik, zelete û şerab îkramî mîvanên xwe kirin. Xweş bû, xwezî ev di nav kurdan da bibûya adet.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE