17 november 2022

Zulma yê xurt ji nedîva tê dîtin

Ev sê roj in Fasebookê kontoya min girtiye. Hetanî sibe van çaxan jî ewê venebe. Ev neheqiya FBê bi min pir zor tê, lê ez nikanim tiştekî pê bikim. Nikanim xwe biparêzim, nikanim neheqiya wê îspat bikim.

Dinya wiha ye, xurt zulmê dikin ji wan ra dimîne, zulma wan, terora wan ji wan ra dimîne.

Welatê me dagir kirine, di ser da zulmê li me dikin, her roj me dikujin, welatê me topbaran û bombebaran dikin, ji ber ku xurt in dinya li zulma wan temaşe dike.

Di Facebookê da ez du sê gotinan li dijî vê teror û zulma Tirkiyê dibêjim FB kontoya min digre, dibêje di nivîsên xwe da tu kîn û nefretê belav dikî. Zulma Tirkiye li kurdan dike normal dibîne, kontoyên berpirsiyarên Tirkiyê nagire, kontoya min digre.

XXX

Parlamentoya Swêdê îro hin guhertinên di makezagonê(di destûra bingehî)da bi 270 rayên erê û 37 rayên na qebûl kir.

Navê guhertinê ”qanûna li dijî ajantiyê” ye, yanî li dijî ajanan û ajantiyê û terorê tedbîran zêdetir dike. 

Qanûn ji alî medyayê, berpirsên sendîkayên rojnamevanan û gelek huqûqnasan ve pir hat rexne kirin lê hukûmetê guh neda rexneyan, guhetin kir.
Ev guhertin destpêka Swêdeke otorîter û azadîkêmtir e.
Partiya Çep û partiya Kesk li dijî guhertina destûrê bû, 42 parlamenterên wan beşdarî dengdanê nebûn.
Guhertina Swêd îro di makezagona xwe da kir li gorî dilê Tirkiyê ye. Guhertin micadela li hemberî ”terorê” berfirehtir dike, azadîya medyayê û karê rojnemevanan zahmet û tengtir dike. Îstîxbarata Swêd kane bi hinceta zirarê dide dewletê karê rê li ber îfşakirina sûcên dewletên din dikin bigire.

”Qanûna dijî terorê” ewê dawiya sala tê têkeve merîyetê.

XXX

Berpirsiyarên Tirkiyê di teqîna li Stenbolê li kolana Îstklalê da xwe hetikandin, dikin nakin nikanin cî bidin derewa xwe ya biçok. Dixwazin cînayeta xwe têxin hustuyê PKKê, PYDê, YPGê lê senaryo yekî pir ecemî çêkiriye, nikanin li hev ragirin.

Lê Xwedê heye, mêrikan dîsa jî dev ji derewa xwe bernadin, dibêjin erê derew e, lê dîsa jî em dixwazin têxin hustuyê kurdan. Qoçan û seneda derewa tune ye, lema kes nikane li ser wan îspat bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE