18 november 2022

Çend rêz ji bîranînên min -296-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-11-18

Îro danê nîvro(13.30)çûm mala Memo Yetkîn. Got ezê romana Bavê Nazê çap nekim. Me dixwest çap bike lê got ez çap nakim. Seben çi ye, çima çap nake nizanim, got nikanim çap bikim. Belkî kêfa wî ji romanê ra nehatibe. Memo kitêba jê hez neke çap nake.

Di sohbeta me da got, ji ber ku min di rapora xwe da hin aliyên kitêba Firat Cewerî û Ferhat Şakelî kirîtîk kiriye herdu jî ji min xeyidî ne.

Li Swêd Dahîreya Şêwrê ya Kulturî (Kulturrådet) alîkariyê bi kitêb, rojname û xebatên kulturî ra dike. Lê ji bo ku alîkariyê bidin kitêbê bi yekî didin xwendin û jê raporekê dixwazin.
 
Kitêba Firat Cewerî û Ferhat Şakelî ji wî ra şandine. Wî jî qey qala hin kêmasiyên wan kiriye. Lê negotiye ne hêjayî alîkariyê ne. Alîkarî tawsîye kiriye, lê Kulturradetê red kiriye.

Li gorî gotina wî, herdu jê xeyidî ne, gotine sebeb rapora te ye. Pisporiya Kulturradodetê pir zor e, kî alîkariyê negire meriv belengaz dike.

Îşev ji Bûdapeştê xalê Abdullah Ozkan telefonî min kir, got ”ev 10 roj in em li vir perîşan bûne, em nikanin bi derekê da herin. Alîkariya me bike.”

Min ez nizanim ezê çawa kanibim alîkariya we bikim? Hûn li welatekî dûrî min in, ez nikanim xwe bigihînim we. Li vir bûya min kanîbû alîkariya we bikira. Lê li wir weleh tiştek ji destê min nayê.

Ezê sibe êvarî dîsa telefonî wî bikim. Ji bo ku ez nikanim herim hawara wan ez pir li ber xwe dikevim, lê tiştek ji destê min nayê.

XXX
1996-11-18

Abid Dundar telefonî min kir, got were ba min, di telewîzyona Swêd da li ser Tirkiyê û kurdan programek heye, em bi hev lê temaşe bikin.
Ez çûm, me li programê temaşe kir. Programeke pir baş bû. Di Programê da Emer Şêxmûs jî peyivî. Kekê Emer Şêxmûs xerab nepeyivî lê dilê min rehet nekir, min dixwest li ser Tirkiyê hin tiştan vekirî bibêje.

XXX
2000-11-18

Elî,* birayê min ê delal, ji bo e-maîla te gelek sipas.

Wek te jî gotiye, bi rastî jî ji zûda ve ye haya me ji hev tune ye. Tu rastiyê bixwazî ez li bende bûm tu telefonekê bikî û ji min ra bibêjî "bavê te çû rahmetê, bira serê te sax be!" Çimkî berê edetek me ya wiha hebû, dema xizmekî dost û hevalekî meriv bimira, heger mimkûn bûya meriv diçû şîna wan, lê heger ne mimkûn bûya jî meriv bi telefonekê ji wan ra sersaxî dixwest. Ma gelo nuha ev edet ji navê rabûye?

Tiştê tu di warê siyasî da dibêjî bi piranî rast in, yanî însan westiyane, nikanin tiştekî bi ser avê xin. Tenê dipeyin.
Çawa ku emrê leglegê bi leqleqê derbas dibe, jiyana wan jî teneê bi civîn û peyvên vala derbas dibe.
Çimkî kes kesî qebûl nake, her kes xwe ji yê din baştir û zanetir dibîne.
Ev şêl jî rê li ber hevkarî û yekîtiyeke milî digre. Yekîtî ya bi bawerîyê ya jî bi "zorê" çêdibe. Îcar ev kesên li derî HADEPê ne, ev herdu tişt jî li ba wan tunene. Lema jî nikanin tiştekî li hev ragirin.

Tiştê min dîtiye, civîn û platformên heta nuha çê bûne ji feydeyê bêtir zirar gihîndiye kurdan. Ew kesên berê silav didan hev û dijminatiya hev nedikirin nuha silava xwe jî ji hev qut kirine û bi hawakî pir bê mustewa êrîşî hev dikin, huvdu pîs dikin. Nav û nîçokên dujmin zû bi zû newêre li me ke, ew pir rehet li hev dikin, gotinên nemayî ji hev ra dibêjin.
Îcar heger netîca xebata hevkarî û yekîtiyê ewê ev be hema meriv qet neke çêtir e.
Dibê tu baş bizanibî, heta ji her seriyekî dengek derkeve û dujminatî û berberiya hev bikin em nagihîjin tu derê, kes qedir û qîmetê nade gotin û daxwazên me.
Filîstînî, îrlandî çima di saha dinyayê da wek hêzên cidî tên qebûlkiirn, ji ber yekîtiya wan heye, yanî yekî yek qebûl kiriye. Kêmasiya me ya herî mezin jî ev e. Lema jî em hîn bindest in.

Têm çavên zarokan û bimîne di xweşiyê da

*Elî Bûran

XXX
2022-11-18

Merheba Înan! Di telewîzyona Swêd kanala 2a da bi minasebeta 100 saliya wefata Proust fîlmek heye, ez lê temaşe dikim. Belkî meriv kane zimanê programê bike îngilîzî ya jî fransî. Ji bo ku tu ji Proust pir hez dikî ez lînka programê ji te ra dişînim.

Înan Eroglu:
”Merheba Apê Zinar, gelek spas bo kubariya te. Mixabin program venabe, dibêje "tenê yên li Swêdè dikarin bibînin"

Li ber ketim. Piraniya programê bi fransî bû. Xanima li Proust dinêrî jî peyivî, qala dema mirina wî kir.
Got bi dilşadî ban min kir, xwe di nav nivînan da tîk kir û bi rûkenî got, îro roja jiyana min a herî bextewar e.
Dibêje, min got, çima?
Got, çimkî min gotina xwe ya dawî nivîsî, min kitêba xwe qedand, nuha ez kanim bimrim û mir...
Jinik jî jê ra dibêje qey emrê Xwedê wisa bûye, gotiye erê û teslîm bûye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE