03 november 2022

Çend rêz ji bîranînên min -282-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-11-03
*Telewîzyona MEDê ewê îro saet di 16.00a da bi min û Rohat Alakom ra programek çêbikira, lê çênebû, ma rojeke din. Berê dereng dest pê kirin. Em xistin sutudyoyê, mîkrofon bi me ve kirin, gotin emê saetekê dereng, di 17.00a da dest bi xeberên êvarê bikin.
Li ser vê, me got heyra nîv saet hindik e, em bihêlin piştî xeberan.
Gotin baş e, emê piştî xeberan, saet di 17.30î da dest pê bikin.
Saet bû 17.30, vê carê jî gotin wele gelşeke teknîkî heye, em nikanin programê çêkin.
Bîna min pir teng bû. Mîrhem Yîgît got, sibe ezê telefonî we bikim.

Bi baweriya min tu gelşeke teknîkî tunebû, yek li dijî min bû, nedixwest bi min ra programeke wiha çêkin. Çimkî program li ser rexneyê(kiritîkê)bû, belkî ditirsiyan ez wan jî rexne bikim.
Ya jî yekî ji Mîrhem mestir nedixwest bi min ra programê çêkin. Mîrhem dixwest, lê biryara dawî ne di destê wî da bû.

* Min îro rojnameya Ozgur Polîtîka do kirî, ya îro tunebû. Cemîl Gundogan bêyî navê min bide ez rexne kirime. Piştî semînera Emîr Hesen Pûr, em çend kes bi hev ra çûbûn aşxaneyekê. Min jê ra gotibû:
”Te di nivîseke xwe da(31/8-96)gotibû şerê li Kurdistana Başûr(şerê PKKê û PDKê) dibe ne şerê birakujiyê ye. Ronakbîrên me jî vê rastiyê nabînin. Nikanin bibînin ji ber ku dev ji Marksîzmê berdane, metoda Marksîzmê ya analîtîk bi kar naynin.
Li gorî vê dîtinê ji bo ku kurd kanibin meselan baş tahlîl bikin dibê rêber û ronakbîrên wan bibin marksîst, komunîst.”
Ji min ra got, ”erê, rast e”.
Min got, "metoda Marksîzmê ya analîzê çi ye, dibê meriv çawa bike?
Got, ”tu zanî vira ne cî ye vê minaqeşêye.”
Mim got, heger Marksîzim kilîta çareseriya her gelşê bûya, dibê Amerîka û Rojava hewqasî bi pêş neketana, Sovyet bi ser keta.”
Got, ”bi baweriya min CÎA ji metoda Marksîzmê ya analîzê pir feydeyê dibîne, gelek caran bi kar tîne.”
Piştî wiha got, min dirêj nekir, me sohbeta xwe qedand.

Lê di vê nivîsa xwe da tiştê min negotiye, me sohbet nekiribû rexne dike.
Di nivîsa xwe da gotiye, ”wî hevalî ji min  ra got tu çima hîn qala sosyalîzmê û sinifan dikî?”
Ne rast e, min jê ra tiştekî wiha negot, sohbeta me ne li ser sosyalîzmê û tahlîla sinifan bû. Lê di nivîsê da wer gotiye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE