02 november 2022

Medyaya Swêd navekî xweş li Kadîrov kiriye



Di medyaya Swêd da her cara qala Ramazan Kadîrov dikin, dibêjin ”Kûçikê Pûtîn ê êrîşê.” Di medya Swêd da bêyî ku vî navî pêve kin tu carî qala Ramazan Kadîrov nakin.

Rojnameya Expressenê îro dîsa qala jiyana luks a serokê Çeçenîstanê Ramazan Kadîrov kiriye, dîsa gotiye:

”Kûçikê Pûtîn ê êrîşê Ramazan Kadîrofê 45 salî li paytexta Çeçenîstanê li Grozniyê di qesreka pir mezin da jiyanek luks dijî, kincên Prada li xwe dike, lê dibêje ew li Ukraynayê di şer da ye.”

Bi baweriya min medyayê navekî xweş li Kadîrox kirine, bi rastî jî wek kûçikekî Pûtîn hereket dike.

Di nav me da jî gelek kurdên wek Ramazan Kadîrov hene, ew jî bûne zilam û xulamên Erdogan. Lê ne em kurd, ne jî medyaya kurdî ji wan ra nabêjin ” Kûçikê Erdogan ên êrîşê.”

Kes bi wî çavî li wan nanêre. Ev xweşbînî dibe sebebê kûçikên me yên li ber deriyên dijmin diewtin zêde bibin.

Bi baweriya min ji kurdên bûne xulamên Erdogon gelekên wan ji Ramazan Kadîrov hartir û xerabtir in, lê dîsa kes ji wan ra nabêje ” Kûçikê  Erdogan ên êrîşê.”

Heger me kurdan bi çavê ”kûçik” li her kurdê hevalê dijmin binêriya cahşên me, xayinên me îro ewê hindik bûna.

Medya Rûsî gotiye 13.000 xalîçe di malê da hene. Di sala 2012a da dema lêkir li dora 1,5 mîlyar kron lê çû. Salê 7 milyon kron li paqijiya xaniyê wî dihere.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE