02 november 2022

Çend rêz ji bîranînên min -281-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1985-11-02

Kurdên Swêd di şokê da ne. Qatilekî apocî di şeva 10 saliya partiya me da, di orta salonê da, di nava koma milet da Semîr(Çetîn Gungor) kuşt.

Me îro li Stockholmê, li Medborgarhusetê 10 saliya partiyê pîroz dikir. Şevê saet di 18.00a da dest pê kir. Axaftina Mûrad Ciwan û mîvan qediya, mesajên mîvanan hatin xwendin. Muzîkê dest pê kir. Gelek kes nahatibûn hundur, li salonê(heywanê) sohbet dikirin. Ez li aliyê hundur li ber derî bûm.
Saet di 20.30î da ji salona dawî dengê teqînekê hat û bû qîjewîjeke mezin.


Ez berbî deng va çûm. Teşxeleyeke mezin bû. Min dît Malmîsanij ji par ra bi yekî girtiye û ew jî li ber xwe dide ji bo ku ji destê Malmîsanij xelas bibe.

Dabançeya di destê wî da bi ber çavê min ket. Min di dilê xwe da got faşîstên tirk êrîş anîn ser şeva me, ev jî faşîst e.

Ez çûm alîkariya Malmîsanij. Berî ez xwe bigihînim, xwe ji himêza Malmîsanij xelas kir û Malmîsanij bi zirp avêt ji erdê da û du derb bera rast û çepê wî da, lê berra wî neda. Erd beton bû, pijiqî der û dorê.
Ji bo ku kes wî negre berra erdê dida.
Malmîsanij bi qîrîn ji min ra got, ”wê da here !”
Kursiyek di destê Şêxmûs Cibran da bû, wî jî êrîş dibir ser êrîşkar. Hinekên din jî dor lê girtibûn, dixwestin bigrin, lê bi sîleh bû, tim berra erdê dida, dixwest derkeve derva. Yek du kes birîndar bûn.

Salon biçûk bû, bûbû haşermahşer, panîkek mezin çê bû. Yek li erdê bû, kesî nizanîbû mesele çi ye, kuştî kî ye, qatil kî ye?
Hinek direvayan derve, hink çûn ketin tuwaletan, hinekan êrîş dibirin ser, dixwestin bigrin.

Dema qatil dît nikane ji derî bireve, berbî pacê va çû. Min fêm kir dike cama pacê bişkîne û xwe ji pacê bavêje.
Min baz da der, ez çûm bin pacê.

Wî çer cam şikand û xwe ji qatê duduya avêt jêr, bi dev û rû va ket erdê.

Min xwe çindî ser kir, ez li pişta wî siwar bûm. Yekî pir bi qewet bû, wek boksorekî bû, her dera wî masûlke bû.

Milet kom bû. Hinekan lêdixistin, digotin tirk e, faşîst e, bikujin.
Ez di bin milet da pelixîm, min ew bernedida. Dest pir bûn, min kes nas nedikir.

Dengê Seîd Aydogmuş û Henefî Celeplî hat min, digotin ”nekujin, nekujin” !

Seîd bi tirkî, Henefî bi kurmancî digot, ”nekujin !”
Min nikanîbû destê xwe bilind bikira, min dev lê dikir. Min dixwest dev li guhê wî kim, lê nedibû.

Milet bi şaşî li min jî dixist. Pûlis hatin. Dora me girtin, qatil ji nav lepên me derxistin.

Bû şîrqîna flaşên rojnameyan. Mile tji salonê derket, bi sedan însan li kolanê, li ber avahiyê li hev kom bûbûn, bi hev ra dipeyivîn. Rojnameyan risim digirtin.

Berçavka min di bin nigan da pelixî, saeta min wenda bû.

Heta wê çaxê jî min nizanîbû qatil kî ye, yê hatiye kuştin kî ye. Piştî pûlisan qatil birin, hevalan gotin yê hatiye kuştin Semîr e(Çetîn Gungor e), qatil jî Apocî ye.

Çawa meriv qetleke wiha dike aqilê meriv nagire. Vana bûne partiya qatilan, ew ji dijmin bêtir êrîşî kurdan dikin, kurdan terorîze dikin.

Ez berpirsiyarê şevê bûm, lê min nizanîbû Çetîn Gungor hatiye şevê, kesî ji min ra negotibû.

Me nehîşt apocî werin şevê, lê du sê kesên ji wan veqetiya bûn hatibûn. Min ji wan yek nas dikir, yên din min nas nedikir.

Dûra xuya bû ew ajanên PKKê bûne. Diyar e wan alî qatil kirin, Semîr nîşanî qatil dan û ji bo revê jî jê ra hin hazirî kiribûn, lê qatil xelas nebû. Heger ji hundur derketa xelas dibû, kesî nizanîbû qatil kî ye.

Dûra ji îfada wî û lêkolîna pûlis diyar bû qatil ji Fransayê hatibûye, navê wî Nûrî Candemîr bûye. Cezayê muebetê danê, lê piştî 16 salan hat berdan û çû Fransayê.

XXX
1986-11-02

Vêsê li Stockholmê civîna mamosteyan hebû. Ez jî bi Heyder Diljen ra çûm civînê. Mamosteyên kurd dixwazin li Sweêd komeleyeka mamosteyan av abikin. Lê îro piranî çênebû, taloqî 30ê mehê kirin.
Saet di 13.00a da çûm pîrozbahiya 69 saliya Şoreşa Oktobrê. Cî li Konserthusetê bû. Gelek kes hatibûn. Lê ji xerîb ji swêdiyan pirtir bûn.

XXX

1996-11-02
Telewîzyona MEDê sibe saet di 16.00a da ewê bi min û Rohat Alakom ra programekê çêke.

Ji bo ku hin haziriyan bikim îro ji mal derneketim.
Ez ji nuha da hinekî bi heyecan im.

Çimkî ev cara pêşî ye ezê beşdarî programeke telewîzyonê bibim.

Tiştê wiha wek evîna pêşî ye, meriv pir bi heyecan dibe.

XXX
2001-11-02

Merheba hevalo!

Salim, ev demeke dûr û dirêj e hayaya me ji hev tune ye. Wek tu jî dibînî dinya li bin guhê hev ket, tiştê meriv di xewnên şevan da jî bidîta bawer nedikir bi rast geriya.

Bi ya min di vê rewşa nuh da ya herî girîng ewê çi kar û çi zirar bigihîje kurdan ew mihîm e. Pir baş e ku şêla kurdan û hêzên wan yên siyasî ne li dijî Emerîka û Xerbê ye. Tiştekî wiha ewê ji bo me felakat bûya.

Bi tevayî wek kesên biyanî li Ewrûpayê her kesê zirarê bibîne. Ji nuha da meriv dibîne li hember xerîban û bi taybetî jî li hember gurûbên misliman hewa û reaksiyoneke pir nebaş peyda dibe.

Gurûbên misilman wek potansiyel tahlûke tên dîtin. Gelek hikûmetên Ewrûpa bi lez û bez bi navê "li dijî terorîzmê" dixwazin gelek qanûnên ne baş ku azadiyên ferdî sînor dikin derxînin. Ev netîca êrîşa 11 Îlonê ya ne baş e.

Lê ez dibêjim di demeke dûr û dirêj da dibe ku hin netîceyên baş jî bi xwe ra bîne.

Yanî belkî Xerb û Emerîka ji nuha û pê ve li ser siyaseta xwe ya heta îro hinekî bifikirin.

Yanî birçîbûn û tunebûna azadî û demokrasiyê di demeke dirêj da dikane bibe sebebên çi felaketên mezin.

Gelek baş bû ku PKK îro ne di nav şerekî germ da ye. Divê em kurd gelkî kêfxweş bin ku îro li Kurdistanê şerekî germ tune ye. Hebûna şerekî wiha sedî sed ewê li zirara kurdan bûya. Bi kêmasî atmosfera dinyayê ya îro wiha ye.

Gelo rewşa te çi ye û tu di çi halî da yî ? Tu yê kînga vegerî?

Li vir tiştekî nuh tuneye.

Silav
Zinarê Xamo


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE