01 november 2022

Dinya bêyî merivên xerab jî nabe

Dil wek şûşê ye, carê derz lê keve, bişkê hew dicebire. Merivên xerab wek çaya germ e, devê meriv dişewitînin, ji tirsa wan meriv pifî dew jî dike.

Lê dinya wiha ye, her tişt bi zidê xwe heye; xerab, pîs tunebûna baş jî ewê tunebûna. Xwe ji merivên xerab, bêbext dûr xin, qedrê başan bizanibin.

-Di sedî da israr meke nod jî dibe. Di gotina însên da nuxsan jî dibe. Zêde bilind mefire li ba xelkê gelekên wek te hene, nebê ez tenê heme, tu tunebe jî dibe.

///Mewlane

Qedir û qîmetê nedin merivên qurre, kesên pir ji xwe razî, pozbilind.

Dema hûn qedir bidin kesên qurre, pozên wan hirinekê bilind ewê bêtir fahş bibin. Hetanî ew silavê nedin we hûn jî silavê nedin wan.
Hetanî ew nebin hevalên we hûn jî nebin hevalên wan.

Kibir, mexrûrî ne baş e.

Qedir bidin merivên nefsbiçûk, dilnizm. Ew hêjayî hurmetê ne. Lê rutbeya merivê bozbilind çi be jî guh nedinê, mezin nekin.

Merivê qurre, ne dilnizm wek devê bîna sîrê jê bê, kesên dora xwe nerehet dike.

Dibêjin du tişt meriv bêqîmet dike, yek axaftina zêde, ya din jî qurretî ye.

-Xwezî ji bo hin însanan bigotana xeta îmalatê heye, em bi paş da top dikin.

-Hin heval wek perê hûr in, durû û bêqîmet in.

Lê heta meriv viya ferq dike sal û zeman derbas dibe. Meriv li ber vê dikeve. Meriv dibêje çima hetanî nuha min ev meriv nas nekiriye?
Ji ber ku hin nsan sedrû ne, tu yê kîjan ruyî nas bikî, kîjan ruyî nas nekî?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE