03 november 2022

Dema xerab were kes nabe pîbarê kesî

Welat Kilinçaslan(Welatê Hemîdê Simaîlaxa)di hevpeyvîna xwe ya di telewîzyona Serhatnewsê da peyva ”pîbar” bi kar anî, got kesên bixwazin bi wan ra pîbar bin nas bikin, Dalkurdê bi hev ra xurttir bikin.
Pîbar peyveke pir xweş e, di maneya alîkariyê, piştgiriyê da ye. Li Wêranşarê, Sêwregê, Dêrikê û Qoserê tê bikaranîn. Belkî li hin derên din jî ev gotin heye.

Min li ferhenga Îzolî, ya M. Emîn Bozarslan, a Mistefa Aydaogan, a Zana Farqînî( çapa 2000î) û li Wîkîferhengê û ferhenga Glosbe ya dîjîtal nêrî, gotina ”pîbar” di yekê da jî tune ye.

Di ferhena Zana Farqînî çapa nuh da hebe haya min jê tune ye. Heger tune ye dibê meriv vê peyvê têxê. Dibê ferhengên dîjîtal jî vê peyvê li hemberî ”yardim”a tirkî li ferhengên xwe zêde bikin.

Em jî li Wêranşarê peyva ”pîbar” di maneya alîkariyê, piştgiriyê, destegê da bi kar tînin.
Min par di nivîseke xwe da bi kar aniye.
Xanim li mitbaxê şîvê çêdike, kes jê ra nabe pîbar.
Xerab were kes nabe pîbarê kesî.
Kes ji min ra nabe ”pîbar” .
Ez bi tenê kar dikim, ke nabe pîbarê min.
Ji kurdan ra xerab hatiye, kes nabe pîbarê wan.
Peyveke xweş e. Di maneya ”yardim”a tirkî da ye.
Di maneya kesî pî neda ber, kes jê ra nebû desteg.

Xanima nuha min li mitpaxê kufta çê dike, ez naçim jê ra nabim pîbar.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE