03 november 2022

Gerek em alîkariyê bi weşanxaneyên xwe ra bikin

Do ez bi telefonê bi dostekî xwe yê nivîskar ra peyivîm. Dostê min li Stenbolê dijî, çûbû Fûara Mêrsînê a Kitêba. Min bazara kitêban jê pirsî, min got, maşalê weşanxaneyan kitêb baş firotin.

Camêr keserek kûr kişand, got na wele, tiştê ez zanim karê zirar dernexist. Bi qasî min bihîst kitêbên hatin firotin mesrefên weşanxaneyan dernexist. Ji bo wê jî hin weşanxaneyan gotin careke din emê beşdarî fûaran nebin.

Ez pir xemgîn bûm.
Ez bawer dikim li Fûara Îzmêrê jî eynî tişt bûye, weşanxaneyan li wir jî tu kar nekirine.

Nufûsa Mêrsînê li dora 2 milyonî ye. Bi texmîna min ji vî du milyonî herî kêm 500 hezar kurd in. Ji sedî yekê 500 hezarî kitêb bikiriya weşanxaneyan ewê kitêbên xwe giş bifrotana, bi paş da nebirana.

Heger wiha dom bike, heger kitêb neyên firotin gelek weşanxane ewê werin girtin.

Weşanxane werin girtin kitêb ewê çap nebin, pir kêm çap bibin.

Bazara kitêban kesad be, kes nekire nivîskar jî ewê nenivîsînin. Nivîskar nikane him binivîsîne, him bi perê xwe bide çapkirin û him hî belav bike. Tiştekî wiha ne mimkûn e.

Lema jî dibê kurd kitêban bikirin. Erê nuha destê xelkê teng e, xelk feqîr ketiye, lê kesên kanin mehê çend kitêban bikirin pir in. Dibê meriv kirîna kitêbên kurdî wek alîkariyeke netewî bibîne.

Zengînên me mizgeftan çêdikin. Bira carnan kitêbên kurdî yên ew jê hez dikin bidin çapkirin û belaş li xwendevanan belav bikin.

Li ser tarîxê, edebiyatê gelek kitêbên hêja hene, weşanxane nikanin çap bikin, çimkî nayên firotin. Kesên zengîn kanin wan kitêban bidin çapkirin û bêpere diyarî xelkê bikin.
Min kitêba xwe”Sitrîyên me” bi perê xwe çap kir û belaş belav kir.

Kesên dewletî, kesên halxweş jî kanin hin kitêban ya bikirin ya jî bidin çapkirin û belaş li xwendekaran belav bikin.

Kitêbên zarokan di embarên weşanxaneyan da kufikî dibin, kesên zengîn kanin wan bikirin û li zarokan belav bikin.

Yanî dibê him milet, him jî kesên halxweş di vê dema zor da alîkariya weşanxaneyan bikin, ji bo ku bazara kitêban geş bibe û weşanxane neyên girtin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE