Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-11-04
Îro duşemî ye. Ez çûm kar. Min telefonî Nafî Çilgin kir. Piştî me silav da hev,
li halê hev pirsî, bi dengekî xemgîn got xebereke min a xerab ji te ra heye. Min bi tirs got
çi bûye?
Got, Mistefa Tanguner do bi şev di mala
xwe da ji alî du kesan ve hatiye kuştin.
Ez di ciyê xwe da tevizîm, wek yek satilek ava sar bi ser serê min da ke.
Mistefa Tanguner mêrxasekî partiyê(Partiya Pêşeng a Karkerên
Kurdistanê/PPKK) bû. Hevalan hêviyên mezin jê dikirin.
Ez bawer dikim ewê hîn jî bikujin. Min ev texmîna xwe berê jî ji hevalan ra
gotibû. Hebûna apociyan belayeke mezin mezin e, emê çawa jê xelas bibin ez
nizanim.
XXX
1988-11-04
Herdu rojnameyên Swêd yên êvarî nivîsîne, dibêjin li Parîsê dîplomatekî alman
hatiye kuştin. Xwedêgiravî di bêrîka wî da belavoka ERNKê, apociyan hatiye
dîtin. Rojnamê bi hawakî wer qal kiriye fena ku kanibe tirliya PKKê di kuştina
wî da hebe.
Rojnameyên Swêd dîsa qala kuştina Palme û ”Şopa PKKê”
kirine. Medya Swöd dev ji PKKê bernade. Lê bi baweriya min hetanî PKK hebe û
wiha xurt be serê kurdan ewê tim di belayê da be.
Ez çûm komelê, min hin nivîsên Armancê rast kirin.
XXX
1996-11-04
Mîrhem Yîgît telefon kir, got em programê roja yekşemiyê saet di 14.00a da
çêkin.
Min ew qeneta xwe belkî hinek naxwazin Mîrhem bi min ra programê çêke jê ra
got. Min got belkî hevalên te naxwazin tu bi min ra programekê çêkî, lema jî em
kanin dev jê berdin.
Sond xwar got tiştekî wiha tuneye, wê rojê ptoblemek teknîkî hebû, lema me
nikanîbû çêkira.
Min bawer kir. Ezê roja yek şemiyê saet berî 14a da li wir bim.
XXX
1999-11-04
Ecevît îro çû Rûsyayê. Li gor xeberên medyayê madeya rojeva
Ecevît ya herî girîng îmzekirina peymaneke li dijî PKKê ye.
Çimkî Tirk hîn jî îddîa dikin ku Rûsya
ya jî hin hêzên di nav dewlet û hikûmetê da alîkariyê bi PKKê ra dikin.
Ecevît bi vê gerra xwe dixwaze bi îmzekirina peymaneke ”li dijî terorîzmê” vê
alîkariyê qut bike.
Ez bawer dikim rûs ewê vê daxwaza Tirkan qebûl bikin, çimkî ji ber mesela
Çeçenan ew jî hinekî mecbûr in. Jixwe Ecevît jî ji ber vê nuxta rûsan a zeîf di
vê dema di nabêna Rûsyayê û Çeçenan da şerekî pirr mezin heye dihere Rûsyayê.
Di normlê da divê tirkan li hember vê êrîşa rûsan a ser çeçenan qiyamet rakirana,
lê qet dengê xwe nakin. Ew zanin dema ew bi rengekî eşkere piştgiriya Çeçenan
bikin Rûsê jî bikanibin piştgiriya kurdan bikin.
Lê helbet ev nayê wê maneyê tirk di bin ra alîkariya Çeçenan nakin, bi baweriya
min dikin.
XXX
2012-11-04
Remezan Pertew do ji bo ku li Zanîngeha Mêrdînê di dersê da bi kar bîne çend
heb "Antolojiya Çîrokên Zarokan" ji min xwestiye.
Pir kêfa min hat. Lê zêde li ba min tune, min ev bersîv dayê:
”Merheba birayê hêja!
Li ba min hewqas tunene, lê ezê ji weşanxaneyê ra bibêjim, bira ji we ra çap
bikin. Min kitêb careka din rast kir û 15 çîrokên din jî lê zêde kirin. Sibe,
piştî ku ez bi weşanxaneya APCê ra peyivîm ezê xeberê bidim te.
Gelek silavên biratiyê”
Zinarê Xamo
XXX
2012-11-03
”Kek Zinar merheba, tu çawa yî?
Hêvîdar im tu baş î?
Ji zû de ye pêwendiya me qut bûye. Ez ê ji cenabê we çend tiştan bipirsim. Ez
niha li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê di beşa kurdî de mamoste me. Li wir ez dersa
edebiyata zarokan jî didim. Niha ez ji bo xwendekarên me yên mastirê lîsteya
pirtûkan amade dikim. Gelo wê pirtûka te ya "Antolojiya Çîrokên
Zarokan" em dikarin peyde bikin? Eger mumkin be em ê dor dused heban
bixwazin. Ji kerema xwe buhayên wan û hejmara ku em ê bikarin peyde bikin tu ji
min re bibêjî ez ê kêfxweş bibim. Digel silavên germ bimîne di nav xweşiyê de..
Remezan Pertew”
XXX
2013-11-04
Min li ser kurdên dibin namzetên partiyên tirk nivîsek nivîsîbû. Osman Ozçelîk girtiye ser xwe û nivîsa min rexne kiriye. Min rexneyek wiha qet jê nedipa, çimkî ew zane qesta min ne ew û kesên wek wî ne. Min ev nivîsa jêr jê ra nivîsî:
"Merheba Osman!
Di bin pervekirineke Cemîl Oguz ya di 22-ê cotmehê da ji bo namzediya te min
wiha nivîsîye:
” Qebûlbûna namzediya wî ewê min pir kêfxwes bike. Osman kurdekî layiqî wê
kursiyê ye...”
Îcar tu çawa dikanî wê rexneya min bigrî ser xwe ez matmayî dimînim… Û di bin
parvekirineke ta ya di 21ê cotmehê da jî min dîsa wiha nivîsîye: ”Serxêrê be Osman, bi vê xeberê gelkî kêfxwes
bûm. Ji nuha da ji te ra serkeftinê dixwazim...”
Gelek silavên biratiyê."
XXX
2015-11-04
Mihemed Şarman di hevpeyvîna xwe da got dîsîleksî pê ra heye û tuxtor ew pir
tirsandiye. Dibêje rastnivîs û matamatîk ji bo wî pir zahmet e.
Mihemed Şarman nivîskarekî mezin e, bi qasî min ji gotinên wî û nivîsên wî fêm
kiriye merivekî pir hêja ye jî, kêf amin jê ra tê.
Min li ser dîsîleksiyê bi Messengerê ev nivîsa jê ra şand.
”Merheba birayê delal!
Dyslexi, yanî zahmetiya xwendin û nivîsandinê, bi taybetî jî ya matamatîkê di
her civatê da bi gelek însanan ra heye.
Meriv hin herfan nabîne û di nivîsê da jî hin herfan nanivîse.
Wek min got li swêd li dora ji sedî 25ê zarokan disileks in.
Bi keça min ra jî heye.
Qiralê Swêd û lawê wî yê mezin jî dysilex in, yanî di xwendin û nivîsandinê da
zahmetiyê dikşînin, dikevin heyecanê.
Di nava alim û kesên meşhûr da jî gelek kesên bi vê gelşê hene. Mesela Albert
Einstein, Churchill, Bill Clinton, Tom Cruise, John Lennon çend numûne ne.
Li Swêd berî mektebê û ji sinifa yekê da logoped û mamosteyên taybet alîkariya
van zarokan dikin.
Zarokên dysilexî(dîsîleksî) pê ra hene erê gelşên wan ya xwendin û nivîandinê
heye, lê belê di warên da din da, kar û sinetên zêde ne hewceyî xwendin û
nivîsandinê, wek resamî, nivîsakarî û şairiyê da pir serketî ne.
Li Swêd êdî kes gelşa dîsîleksiyê venaşêre, ji ber fedî nake. Ji ber ku civat
êdî wek kêmasiyeke ”aqil” û ”jîrîtiyê” nabîne.
Belovacî wê, kesên dîsîleks pir jîr in, xatibên pir baş in.
Ewrûpiyan ev problem ji zû da nas kirine û loma jî heta ji wan tê alîakariya
zarokan dikin, hin teknîk û metodan fêrî wan dikin ji bo ku di dema xwendin û
nivîandinê da nekevin heyecanê. Lê nizanim li Tirkiyê rewş çi ye û kîjan
alîkariyê bi zarokan ra dikin ?
Civata me dikane wek ”seqetiyekê” bibîne.
Lê ne tiştekî tu bîna xwe teng bikî ya jî pê biqeherî. Tuxtor jî ne tu tuxtor
bûye.
Berhemên te nemir in û tu yê ji gelê xwe xwe ra hîn gelek berhemên nemir
binivîsînî…
Gelek silavên ji dil ”
///Zinarê Xamo
Mihemed Şarman ji bo nivîsa min sipas kir, got dîsîleksîya
wî ”tesîreke surrealîst li ser berhemên wî çêdike.”
Min jî ev bersîv dayê:
Ez dizanim, ji ber ku bi keça min ra jî heye. Ji xwe
problema herî mezin îmla ye, herf ji ber çavê meriv wenda dibin...
Bes ne ev gelş bûya te nikanîbû berhemên seurrealîst binivîsanda. Yanî ji te ra
LOTO lêketiye, qet gazinan eneke. Gelek silavên ji dil û şev baş
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar