04 november 2022

Dil îro bijiya şiirê

Nizanim çima, îro dilê min ji nişka ve bijiya xwendina şiirê. Ji min xwest ez jê ra çend şiiran bixwînim, xem û kovanên wî, agirê dilê wî vemrînim.
Min jê ra çend şiîrên kurmancî, tirkî xwendin û jê çend heb jî wergerandin kurmancî.
Şair, hinek kurd in, hinek ne kurd in. Gişan jî xweş gotine, lema jî bûne şiir. Min got bira bi kurmancî hebin.


-Em çi bikin yanî?
Heger rastiyên vê dinyayê hebin, yê me jî xeyalên me hene.

///Pablo Neruda

-Madem tu hez nakî, wê çaxê xwedîtiyê li çavên xwe bike. Bira çavên te neçin, neyên li çavên min nekevin.

///Cemal Sureya

-Êş diyariya bav û kala ye

Tarîxek wê ya hezar salî heye
Min bi min dide qirkirin
Wek tizbiyek karîbar
Bikşîne bikşîne naqede
Hin caran hebûn û tunebûn
Berberî hev in
Li wir saeteke bêzemberek
Wek kemaneka şikestîye şair

///A. Hîcrî Îzgoren

Dûrî

Her kesekî baraneka wî heye û bayekî wî
Evîn hinekî jê şilbûn e

Bigre min bibe wan baranên dûr
Her kesî şiireka wî heye û sitraneka wî

Evîn hinekî jî pirbûn e
Bigre min bibe wan sitranên dûr
Her kesî êvareka wî heye û çîrokeka wî
Evîn hinekî jî westiyan e

Bigre min bibe wan êvarên dûr
///A.Hîcrî Ozgoren

-Evîn, ji dîtinê bêtir ji bîrîkirinê hez dike, ji destpêdanê bêtir ji xeyalkirinê hez dike.
Û evîn wer xayin e ku, li ku derê nemimkunî hebe diçe ji wiya hez dike.

///Saf Ozdemir

-Carnan tu jê ra hin tiştan dinivîsînî, tu dinivîsînî, dinivîsînî û dûra xera dikî. Ew yekê jî naxwîne, lê belê tu hemûyan dibêjî.

///Murthan Mungan

 

-Heger tu wek sir hez bikî tu yê bigihîjî miradê xwe.Çimkî gava toxim di axê da veşartî be zîl dide.

///Mewlane

 

-Çîroka dilên şikestî kin in. Dibêjin çi bû?
Tu yê bibêjî qet, diqede

///Anonîm

 

-Ezê te veşêrim, bawer bike
di nivîsên xwe da
di xêzkirinên xwe da
di sitranên xwe da
di gotinên xwe da

///Ozdemir Asaf 

-Her tiştê li bende ye rojekê diçilmise û dimre
ev kane beybûn be jî
ya jî hêvîyek be

///Sabahattîn Alî

-Bi derewa însan li xwe dike dest pê dike,
îxaneta însên ya li xwe.

///Ozan Denîz Saritop

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE