Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-11-05
Min nivîsa li ser îhtîmala Tirkiye ewê êrîşî ser Kerkûkê bike ya na nivîsî îro ji Mûrad Ciwan ra şand. Tirk pir dixwazin
xwe di gelşa Kerkûkê bigerînin.
Ji bo ku em Armancê li wir çap bikin, ez bi çapxana Kurdistan Press lê çap dibe
ra peyivîm. Got ezê ji w era 2000 hebî
bi 3700 kronî çap bikim.
1988-11-05
Ji bo şeva piştgiriya bi kovara Medya Guneşî ra me îro civînek çêkir. Em dixwazin li Stockholmê ji bo kovara Medya Guneşî şeveke piştgiriyê çêkin. Belkî em jê ra hinek alîkarî top bikin.
XXX
1992-11-05
Serfermandarê Tirkiyê Dogan Guneş got me 4 hezar kes ji PKkê kuştine, gelek kes
jî birîndar kirine.
Hewqas kuştî çawa jimartin eez fêm nakim. Ji vo kêfa tirkan xweş bike derewa
dike.
Lê êrîşên wan ser PKKê berdewam in. Li gorî îdîa tirkan berxwedana PKKê êdî
qediya ye. Ez bawer nakim. Belkî demakê bi paş da vekişin, şer nekin.
Dibêjin 1000 gerîla xwe teslîmî YNKê kirine.
Serokwezîr Suleyman Demîr îro du nûnerên xwe şandin ba Mam Celal û Mesûd
Barzanî. Li gorî beyana tirkan, kurd ewê di heqê lihevkirina bi PKKê ra agahiyê
bidin tirkan. Xwedêgiravî Tirkiye ewê tu ”herêmên tampon” çêneke û ji
Kurdistana Başûr vekişe. Ez bawer nakim Tirk bi rehetî bi paş da vekşin. Bi
zorê ji wan ra mane xweş bûye. Mecbûr nemînin, zorê nebînin dernakevin.
Celal Talabanî do bi şîdet dagirkeriya Tirkiyê protesto kir û alîkarî ji
Neteweyên Yekbûyî û dinya xwest. Lê tirk guh nadin tiştên wiha, tenê zor kane
wan ji wir derxîne.
Di mesela zayîatê da A. Ocalan îdîayên Tirkiyê red dike, dibêje belovaciya
îdîayên Tirkiyê me derbeke mezin li ”cepheya xayinan xistiye”.
Telewîzyonên Tirkiyê hetanî nuha çend gorrên tije term/cesed nîşan dan. Çav û
destên gişan girêdayî bûn. Tirk dibêjin van giş PKKê kuştine. Meriv nikane ji
medya tirkan bawer bike, înformasyonên belav dikin giş yên MÎTê ne, giş
dezînformasyon in.
XXX
1996-11-05
Dewleta Tirkiyê îro cirmeşûd, yanî di ser sûc da hat girtin. Him jî giregirên
dewletê di ser sûcekî pir giran da hatin girtin.
Li nêzî bajarê Sûsurlikê qamyonek li texsiyekê(otobobîlekê) qelibî. Texsî
heciqî. Sedat Bûcak, cîgirê amîrê Emnîyeta Stenbolê yê kevn, qatilên 7 xortên
partiya TÎPê Abdullah Çatli û jinek di otomobîlê da bûne. Pûlis û Abdullah Çatlî
mirin, yên din jî birîndar in.
Abdullah Çatli Înterpol lê digeriya, qatil e, çeteyekî mafyayê ye, lê bi serokê pûlisan ra
digere.
Di erebê da gelek sîleh û aletên gudarîkirinê girtine. Sîleh jî giş sîlehên bi
serikên bêdeng bûne. Dibêjin diçûn hinekan bikujin. Bûyerê li Tirkiyê olaneka
mezin da.
lê hukûmet dixwaze ser meselê bigre, meselê mezin neke.
Wezîrê karên hundur Mehmet Agar dibêje, ”qey A. Çatlî girtibûn, dibirin teslîm
bikin...”
Mehmet Agar ewê wiha bibêje, hukûmet ewê dengê xwe neke, çimkî giş hevalên hev in,
M. Agar ji A. Çatlî ne kêmtir e. Dewlet bûye mafya, bi kesên wek A. Çatlî kurdan
didin kuştin. Yanî karên, qetlên bi naxwazin bi pûlisên xwe bikin, bi çeteyên
xwe yên faşîst didin kirin.
Hêvî dikim mixalefet û medya dev ji meselê bernedin. Îşê me kurdan pir zor e.
Ewê gelekan bidin kuştin.
XXX
2012-11-05
Ji Musta Kaplan ra
Mustefa, birayê min ê ezîz, pêşniyar û rexneyên te tenê min
dilşa dike. Dibê tu ji viya dilrehet bî. Ez ne zimanzan im, lê heta ji min tê
hewil didim ku kurmanciyeke rast û hêsan bikar bînim.
Tiştê ji destê min tê
nivîsîna bi kurdî ye, ev ji min tê û ez jî bi israr viya dikim.
Ez hêvî dikim
ku feydeya wê bigihîje hinekan. Gelek silavên biratiyê û bimîne di nava xêr û
xweşiyê da.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar