05 november 2022

Carnan bêdengî baştir e

Vê gavê ji bo kurdan siyaset pir zor bûye. Gelek kurd hatine hemberî hev. Di warê sîyasî da tu çi bibêjî hin nas, hin dost û hevalên te pê aciz dibin.
Wer bûye tu û hevalên xwe yên herî nêz, kesên tu pir jê hez dikî di hin meseleyên siyasî da tam eksê hev difikirin.
Tiştê ew diparêzin, kesên ew bi ezmanan dixînin tu li dijî wan î, tu wan rexne dikî, tu dibêjî xeta xwar ji gayê pîr da ye.
Lê hevalên heyranên wan in, wan bi asîmanan dixin.
Tiştê ew dibêjin ev riya xelasiyê ye, tu şaş dibînî, tu dibêjî dibê em nedin ser vê riyê.

Ya ew li ser riyeke şaş in, ya tu li ser riyeke şaş î.
Lê kî neheq e, kî biheq e îro ne diyar e, îro ev mesele çareser nabe, kes nikane kesî îqna bike.

Ya herî baş meriv nekeve gewriya hev, meriv dilê hev nehêle, bira her kes li ser fikrê xwe be.

Di tiştên mişterek da meriv bi hev ra hereket bike û di tiştên ne mişterek da jî îşê xwe ji xelkê neyne.
Kes bi rexneyên meriv dev ji fikrê xwe, dev ji xeta xwe ya siyasî, dev ji dostiya, hevaltiya serokê jê hez dike, partiya piştgiriyê didê bernade.

Ya baştir, kêmzirartir meriv dengê xwe neke, dilê hevalên xwe nehêle. Tu çi bibêjî hinekên pê biêşin, hinekê ji te bixeyidin. Jixwe gotina te jî tu tesîreke wê, tu fêdeyeke wê tune ye.

Bi minaqaşeyên di medyaya sosyal da kes nikane fikrê kesî biguherîne, bîne ser fikrê xwe.

Rast, şaş meriv du gotin dibêje, tiştekî, siyasemedarekî rexne dike, sed kes êrîşî meriv dikin, meriv lînc dikin, ya meriv dikin zilamên PKKê ya jî yê Barzanî.

Devê min şewitiye, pifî dew dikim, newêrim dengê xwe bikim.

Minaqaşeyên siyasî meriv pir bêhuzûr dike. Lema jî hetanî ji min tê xwe tevî minaqaşeyên siyasî nakim.

Dijminê min, hedefa min dijninên welatê min dagir kirine, ez li wan dixim, devê tivanga min tim bi wan da ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE