05 november 2022

Berpirsiyarên Swêd bûne pîyonên setranca Erdogan

Rojnamevanê swêdî Magnus Falkhed di rojnmeya Expressenê da ji bo wezîrê karên derve yê Swêd Tobîas Bîllstrom metaforek pir xweş û di cî da bi kar aniye, gotiye:

”Bîllstrom li ser textê setrancê yê Erdogan pîyoneke.
Billström är en bonde på Erdogans schackbräde
Billström is a pawn on Erdogan's chessboard”


Ji bo wezîrê karên derve yê Swêd teşbîheke ji viya xweştiktir û rasttir nabe. Lê bi baweriya min ne Bîllstrom tenê, serokwezîr Ulf Kristersson jî li ser textê Erdogan yê setrancê bûye pîyonekî besît.”

Heyf, meriv pir li ber dikve. Lê malneketan qet li ber xwe nedan, zû teslîmî Erdogan bûn.
Keç û lawên YPGê hatanî do qehreman bûn, serokwezîr û wezîrên Swêd ew bi asîmanan dixistin, bi wan ra risim digirtin. Lê nuha jî bûne terorîst.
Meriv hewqasî jî pîs û bêexlaq nabe. Demokrasiya wan malê bazarê ye, gava hewce be difroşin dîktatoran.
PYD, YPG li Sûriye mitefikê Amerîka û Hêzên Hevpeyman in, nûnerên Amerîkayê û yên Hevpemaniyan her roj bi serokên PYDê û YPGê ra rûdinin, lê serokwezîr û wezîrê karên derve yên Swêd ji tirsa Erdogan ew kirin terorîst û hevalên terorîstan û ewê bi wan ra nedin û nestînin. Yanî tirkiye ji Swêd çi bixwaze ewê bikin.
Sosyaldemokratên Swêd jî, mihafezekrên wan jî pir bêexlaq û kuşpene derketin, em firotin Tirkiyê.
Di vir da bêkesiya kurdan jî roleke mezin dilîze, kurd ji bo Swêd pezên qurbanê ne.

XXX
Serokwezîr û berpirsiyarên Swêd baş teslîmî serokê Tirkiyê Erdogan bûn.

Serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson di TV4a da sozê dide Erdogan, jê ra sond dixwe, dibêje ewê piştgiriya PYDê û YPGê nekin.

Ulf Kristersson dibêje em Tirkiyê fêm dikin, rast e, di nabêna PYDê, YPGê û PKKê da têkiliyeke xurt heye. Ji nuha û pê da ewê bi tu partî û rêxistineka nêzî PKKê ra hevkariyê nekin, destegê nedin wan.

Hûn çi navî lêdikin lêkin, lê Erdogan berpirsiyarên hukûmeta Swêd teslîm girt, sorokên Swêd ala sipî hildan.

Li Swêd jî êdî ewê cî li kurdan teng bikin, ewê wer li pey kurdan bin. Ewê mafê penaberiyê(îltîcayê) zû bi zû nedin kurdan, ewê ji bo kurdan pir pir zahmet bikin.

Yanî li Swêd jî kurd êdî ewê tim di bin taqîbatê da bin. Ewê viya bi Tirkiyê ra di bin navê PKKê da bikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE