Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1992-11-06
Mûrad Ciwan, Malmîsanij û Salim Çelîker mîvanên min bûn. Mûrad ji bo Armancê li
ser şerê PKKê û hêzên hukûmeta Kurdistana Başûr nivîsek nivîsîye. Me nivîs
xwend. Di nivîsê da dibêje ”kurdên başûr kanîbûn riyeke din bidîtana, şerê PKKê
nekirana.”
Min ev dîtin rexne kir. Min got helbet şer ne baş e, xwezî bêyî şer li hev
bikirana. Lê dema em bibêjin ”kurdên başûr kanîbûn riyeke din bibînin” dibê em
îzah bikin ew rê çi ye, dibê çi bikirana?
Ewê kîjan rê bidîtana?
Salim û Malmîsanij jî piştgiriya min kirin, gotin rast e, lihevkirin yek alî nabe, dibê PKK jî bixwaze. Lê PKK dixwaze hukûmetê ji ortê rake.
Li ser vê, Mûrad got baş e, ezê wî beşî biguherim.
Hetanî derengê şevê em li ser vê meselê peyivîn.
XXX
1996-11-06
*Îşev ez xwe gelkî westiyayî his dikim. Piştî şîvê min xwest li xeberên swêdî
gudarî bikim lê li ber telewîzyonê di xew ra çûm. Rabûm çûm raketim. Saet li
dor 1ê nîvê şevê bi xwe hesiyam. Çar rûpelên çîroka nivîskarê êrmenî mabûn, min
derbasî kompîtorê kir, ez jê xelas bûm.
Ezê sibe ya jî dusibe bidim Firat Cewerî.
*Medyaya Tirkiyê gelkî qala qeza Sûsurlikê dike. Nivîskarên rojnameya Millîyetê
hema hema giş li ser tifaqa pûlis, qatil û mafyayê û siyasetê sekinîne. Ew jî
êdî qebûl dikin sebebê vê tifaqa pîs neyartiya kurda ye.
Baweriya milet bi rejîmê, bi hukûmetê, bi meclîsê, bi pplis û edaleta Tirkiyê
nemaye.
XXX
1999-11-06
Ji bo ku Yekîtiya Ewrûpayê di civîna Helsînkîyê da statuya berendametiya nede Tirkiyê, Wîldan Tanrikulu
do ji rojnameya Aftonbladetê ra nivîsek şandiye.
Ji bo ku ez jî beyanê îmze bikim xwe negîhandine min. Li ser vê, Yilmaz(Selîm
Bakac) gotiye ez wekîlê Zinar im û navê min jî li binî nivîsandine û ji
rojnameyê re şandine.
Min nivîs xwend, ne xerab e. Di nivîsê da daxwaza esasî, divê Tirkiye bi vê rewşa
xwe ya nuha wek berendam neyê qebûlkirin. Dibê Tirkiye qanûnên xwe, şêla xwe ya
li hemberî kudan biguherîne.
Bêyî min Wîldan, Keya Îzol, Mistefa Aydogan, Selîm Bakac û Evdirehmanê Gundikê îmze
kirine.
Wîldan ji min ra got min dixwest em wek serokên Federasyona Komeleyên
Kurdistanê bişînin, lê nebû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar