06 november 2022

Nezanî serê meriv dixe teqreqê


Ax ji derdê nezaniyê !
Vazoyeke me ya pir xweşik heye, belkî zêdeyî 30 salî ye em mal bi mal bi xwe ra digerînin. Malê Çîn e, ez pir jê hez dikim. 

Xanimê do xist, devê wê şikand. Destê min lê negeriya bavêjim. Min got ezê bi hev va bizeliqînim.

Min bîstek berê çû ji Bauhausê zamqek super(Loctite super glue power gel)kirî û bi şiklekî pir xerab bi hev va zeliqand.

Lê ji ber nezaniya xwe min lepik nekiribû destê xwe, zamq/lîm di destê min geriya. Ez dikim nakim jê naçe.

Ez newêrim zêde pê bilîzim, ditirsim xerabtir bikim. Nezanî pir xerab e, dema meriv bi nezaniya xwe dihese êdî dereng e, meriv zamqê di destê xwe digerîne.

Min nexwest aliyê şikestî naîşan bidim.

XXX

Tu hukûmet, tu dîktator ne ebedî ye, rojekê ewê dawiya wan jî were.

Faşîst û îslamîstên tirk îro dewlet in, zulmeke pir mezin li me dikin.

Lê ev zulmkarî, ev saltanat ewê ji wan ra nemîne, rojekê ewê dor were me jî.

Di rojên teng da meriv dost dijminên xwe, dilxwaz û dilnexwazên xwe baştir nas dike.

Me nuha ew jî baştir nas kirin, me dît kesên bi humanîzma xwe, bi lîberalîzm û demokrasiya xwe pir pesnê xwe didan çiqasî durû, çiqasî sextekar û bêexlaq in. Ji bo menfaeta xwe kanin bibin hevalên dîktatoran û bêbextiyê li meriv bikin.

Şêla hukûmeta Swêd ji bo me kurdan bû tecrûbeyek nayê jibîrkirin. Tiştê serokên Swêd nuha ji bo PYD, YPG, YPJê dibêjin ji bo wan rûreşiyeke mezin e. Ev lekeya reş ewê tu carî ji eniya wan neçe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE