Weşandina hin notên xwe yên rojane û
nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez
çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1992-11-07
Li gorî xeberên hin rojnameyên tirk
nûnerên serokwezîrê Tirkiyê Suleyman Demîrel peymana hukûmeta Kurdistana Federe
bi PKKê ra îmze kiriye qebûl kirine.
Xwedêgiravî tu îtîraza Tirkiyê li dijî peymanê tune ye û daxwaza teslîmkirina
apociyan ji hukûmeta Kurdistanê nakin.
Dibêjin ev yek ji bo kurdan serketineke siyasî ye.
Lê di rojên pêş da mesele ewê zelaltir bibe. Hêvî dikim kurdan tu soz mozên bi dizî nedabin Tirkiyê.
Aqilê A. Ocalan hebe ewê bi birayên xwe ra li hev
bike. Ne şert e her tiştî eşkere bikin, hin tiştên xwe kanin bi dizî bihêlin.
XXX
1996-11-07
Min telefonî Firad Cewrî kir, emê roja îniyê saet di 17.00a da hevdu bibînin.
Çîroka min ji tirkî wergerandiye ezê bidimê, ewê di Nûdemê da biweşîne.
Mistefa Koseoglu(kurdekî ji Konyayê ye) ji Wîyanayê telefon kir, got berê jî
min çend caran telefon kiriye, tu ne li mal bûyî.
Ez Mistefa ji Almanyayê nas dikim. Hevalekî me yê salên 1980î-1990î ye.
Merivekî pir dilsoz û fedekar e. Gelek serpêhatiyên me bi hev ra hene.
Dema ez çûm Almanyayê(19/12-79)li Frankfurtê ew hat pêrgî min. Min ji Ahmed
Ozkan û Reşad Ozkan ra gotibû ez kîjan rojê têm, wan Mistefa şandin pêrgî min.
Wê demê Almanyayê ji hemwelatiyên Tirkiyê wîze nedixwest.
Em çûn Darmstadê, mala wî li wir bû, li wir dixwend.
Dûra vegeriya Tirkiyê û me şopa hev wenda kir. Wa ye hatiye Awistûryayê. Got
parabolan difroşe.
Berî ez herim Almanyayê ez li Wêranşarê di Dahîra Tapiyê da mamûr bûm. Hevalan
gotin îstîfa bike, dibê tu profesyonel bixebite. Emê te bişînin Lubnanê, tu yê
li wir bibî nûnerê me. Min erebî hinekî zanîbû, gotin li wir tu yê herî qursê.
Min ji karê xwe îstîfa kir, pasaport girt, pîreka xwe û du zarokên xwe di
hustuyê bavê xwe da hîşt û çûm Almanyayê.
Li Almanyayê êzdiyên me yên wêranşarî pir bûn, minê ji bo DDKDê alîkarî top
bikira û ji wir jî ezê biçûyama Lubnanê.
Min gelek pere top kir, min peyder pey tim şand ji Saîd Aydogmuş ra. Seîd wê
demê li Stenbolê dima, sekreterê sendîka Gida Îşê bû.
3 mehên min qediya ji mecbûrî min îltîca kir. Mesela çûna min a Libnanê dirêj
bû. Gotin emê kongreya partiyê çêkin, ewê hin hevalên din jî werin wir. Piştî
kongrê here.
Mûrad Ciwan hat, lê hevalên din nehatin. Gotin îro, sibe kes nehat.
Ez nikanîbûm vegerim jî, li min digeriyan. Ez di hin mitîngan da peyivîbûm,
dema ez li Almanyayê bûm ceza dan min.
Ez 6 mehan li Darmstadê mam û dûra hatim Swêd.
Li Almanya wê demê îltîca qebûl nedikirin, bi salan dajot.
Ji bo ku ez pasaportê bigrim ez hatim Swêd û li vir mam. Dûra Mûrad Ciwan jî
hat Swêd îltîca kir.
XXX
2010-11-07
Ji Alî Karaca ra
Merheba birayê ezîz!
Ji bo meyla te gelek sipas birayê hêja, silava te ser seran ser çavan...
Bira ma tu ji ku yî, gelo tu min nas dikî ya na?
Li qusûra min nenêre, navê te nehat bîra min.
Dibe ku tu ji Wêranşarê bî û em hemşeriyên hev bin. Lê salan
û surgûniyê zor hiş biriye loma jî hin nav êdî nayên bîra min.
Gelek silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar