Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1992-11-08
Me îro civîna Armancê çêkir. Remzî(Remzî Kerîm), Necdet Gundem nehatin civînê.
Piştî em li ser nivîsan peyivîn, me civîn qedand, min ji Mûrad Ciwan ra got:
-Ji dêlî em li dû hev paşgotiniyên hev bikin, tiştê di dilê xwe da em li ruyê
hev bibêjin baştir e. Ez ji te bi gazin im. Danûstendina te bi me ra pir kêm e.
Tu telefon nake, tu li halê me napirse. Dibê tu bêtir alîkariya me bikî û nivîsên
xwe jî di wextê da bişînî…
”Rast e. Ez jî ji vê rewşê nerehet im. Mesela redaktoriyê min jî gelkî nerehet dike. Ez redaktor im lê ne li vir im…”Bêyî min kesekî din tiştek negot. Lê dema em li ser zû derengşandina nivîsên wî peyivîn Mumtaz(Nîmet Aydin)got:
”Tu nivîsên xwe zû bişînî ewê baştir be. Nivîs çiqasî zû were ji me ra baş e.”
Mûrad got, ”ez dibêjim çawa be hîn neqedandine, lema ez dereng dişînim.”
Min nivîsa Mûrad a li ser şerê apociyan û hêzên başûr îro dîsa xwend. Do got ezê biguherînim, hinek guherandiye. Lê dîsa jî ne bi dilê min bû.
Tiştên wiha dibêje. Lê ez bi dû neketim.
Bi ya min fena ku nexwestiye xwe bike destiyê kêrê, ne şîş şewitandiye ne jî kebab. Erê PKKê rexne dike lê kurdên başûr jî rexne dike.
Bi baweriya min A. Ocalan neheq e, ne aliyê sulhê û lihevkirinê ye, tim bi serê ço û bi devê tivingê dipeyive. Dibê meriv viya bibîne û bibêje.
Tiştê em ji PDKê û YNKê ra bibêjin dibê hevza xwe ji tirkan bikin, gerek nekevin feqa wan, gerek bi tirkan ra şerê PKKê nekin.
XXX
1988-11-08
Min telefonî Eyûb Alacabey kir, edresa mala wî jê girt, ji
bo dawetiya şeva Medya Guneşî jê ra bişînim.
Min bi henek jê ra got, ”Mûrad Ciwan jî dixwaze te bibîne, bi te ra bipeyive…”
Keniya, got ”waaa, ê baş e, baş e…”
XXX
2010-11-08
Helïm merhaba!
Helîm, ricayeke min ji te heye, tu dikanî navên hemû nivîskar, helbestvan,
dengbêj û resamên amûdî yên ku tên bîra te ji min ra binivîsînî.
Ez dixwazim nivîsekê li ser ronakbîrên kurdên bakur û yên basûrê bicûk
binivîsim û li ser "me û we" hin muqayaseyan bikim, loma
jî ji min ra navên ronakbîr û nivîskarên amûdî lazim in.
Tu chuqasî zû bisînî hewqasî bas e.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
XXX
2010-11-09
Merheba xalê delal
Zinarê Xamo, tu navên yên amûdî tenê dixwazî, yan jî navên hemû binxetiyan,
yanî Qamishlo, Efrîn û Kobanî jî di nav de ne yan na?
Ji bo nivîsandinê, yên bi erebî jî dinîvisînin di nav de ne yan na?
Her ez nikarim hemû navan bihejmêrim, ji ber ku ev deh salin ku ji wir dûr
ketime.
Lê, pishtî tu bersiva herdu pirsên min bidî, ez ê chend navên ku tên bîra min
ji te re binîvisînim.
Ligel rêz û silavên ji dil.
Helîm
XXX
2010-11-09
Merheba!
Helîm, ez tenê navê amûdiyên ku bi kurdî dinivîsînin dixwazim.Yanî edebîb
e, nivîskar e, resam e, dengbêj e...
Lê heger tu kanibî cend kesên ji Qamîsloyê jï bibêjî ezê kêfxwes bibim.
Ez dixwazim Amûdê û heger mimkûnbe Qamîsloyê ji alî kurdayetiyê da bi cend
bajarên me ra miqayase bikim.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
XXX
2010-11-09
Merheba xalê Zinar,
navên amûdiyên ku niha têne bîra min ev in:
- Deham Evdulfetah ( Helbest û lêkolînên li ser zimên)
- Ehmedê Huseynî
- Merwan Osman
- Abdulkadir Mûsa
- Nezîr Melle
- Azer Osê
- Beşîr Melle
- Dilawerê Zengî
- Hekîm Sfkan
- Fewaz Husên
- Helîm Yûsiv
Ji pêvî min û Fewaz Husên yên din hemû helbestvan in.
Nizanim mirov kare Cegerxwîn û Bavê Nazê ji Amûdê bihesibîne yan na.
Wekî din, hejmarek mezin heye ku bi erebî dinîvisînin.
Ji resaman Rehîmo û Mihemed Sadûn hene, wekî din yên navdar ji Hesekê (Umer
Hemdî "Malva") û Xelîl Ebdulqadir û zuhêr Hesîb û Reşîd Hisso hene.
Ji Dirbêsiyê Beşar Îsa û ji Tirbesipiyê Behrem Haco û ji Qamişlo Mihemed Salih
Mûsa û gelekên din.
Dengbêj, li Amûdê û derûdora wê Demir Elî, Rifetê Darî, Zêdano û Seîd Gabarî,
ji Qamişlo Evdillo û Hiznî, vê dawiyê Mihemed şêxo û Seîd Yûsiv û ji Serêkaniyê
Mehmûd Ezîz û bi dehan yên ku li dawetan distiran mîna Selah Resûl, Adilê
Hiznî, Merwan Sebrî û gelekên din..
Ji xwe hîna jî yên Efrînê û Kobanî jî hene, ew me behsa wan nekir.
Niha ev tên bîra min xalê Zinar
Rêz û silav
Helîm
XXX
2010-11-09
Helîm pir sipas, mala te ava. Ev têra min dike.
Îcar eyba giran yanî tu Bavê Nazê amûdî nahesibînî?
Weleh tu bixeyidî jî ezê wî di serê nivîskarê aûdiyan da binivîsim...:))
Hlîm, nufûsa Wêranşarê (bajarê min) 150 hezar e hîn yek nivîskarekî kurd(min
nehesibîne, ez li derve fêr bûme)jê derneketiye.
Swêreg belkî 200 hezar e, bêyî Mihemed Uzûn(ew jî li vir der fêr bû)yek
nivîskar jê derneketiye...
Gelek silavên ji dil
Zinarê Xamo
XXX
Dîsa merheba xalê Zinar,
berevajî wê, wê kêfa min bê ku Bavê Nazê Amûdî be.
Jixwe ez û wî merivê hevin û ji yek eshîrê ne, herbîne û ji omeriyane.
Hejmara xelkên Amûdê, yên bajêr derdora 25 000 î ye, û tev li gundên girêdayî
wê nagihê 80 000 î.
Eger behsa vê yekê bibe, divê mirov behsa salên 20 an heta salên 60 î bike ku
"komela xortên kurd" di derdora
1923 an de li Amûdê chêbû, Mihemed Elî Shiwêsh serokê wê bû û Cegerxwîn jî yek
ji endaman bû.
Dûre jî rola hucreyên Feqeyan yên li Amûdê ku Eqîda îmanê ya Xanî û qesîde û
baweriyên xwe yên olî bi kurdî digotin
û herwisa...ji bilî ku hema hema hemû ronakbîrên qonaxa Hawarê, wek Nûredîn
Zaza, Qedrî can, Osman Sebrî û Reshîdê
Kurd ku heta niha gora wî li Amûdê ye, di Amûdê re derbas bûne, yan jî di dema
xwe de li wir mane..
Ez bawer dikim, bingeha vê mesela nivîskariyê ya amûdiyan rehên xwe berdide wî
chaxî.
Rêz û silav û ez ê li benda nivîsa xalê xwe bim.
Helîm
XXX
2010-11-09
Helîm pir sipas, mala te
ava. Ev têra min dike.
Îcar eyba giran yanî tu Bavê Nazê amûdî nahesibînî?
Weleh tu bixeyidî jî ezê wî di serê nivîskarê amûdiyan da binivîsim...:))
Hlîm, nufûsa Wêranşarê (bajarê min) 150 hezar e hîn yek nivîskarekî kurd(min
nehesibîne, ez li derve fêr bûme)jê derneketiye.
Swêreg belkî 200 hezar e, bêyî Mihemed Uzûn(ew jî li vir der fêr bû)yek
nivîskar jê derneketiye...
Gelek silavên ji dil
Zinarê Xamo
XXX
2020-11-08
Ji Evdila Keskîn ra
Bayram Ayaz jî twîtta te ya li ser gorra birayê te yê şehîd parve kiribû. Min
xwest xemgîniya ji bo te nîşan bidim, lê min bi şaşî binê twîtta Bayram Ayaz
şiroveye kiriye. Gotiye belkî min gul daye wî û xemgîniya min ji bo wî bûye.
Şaşiyeke ne bi dilê min e, lê min nexwest tiştekî jê ra bibêjim. Careke din
serê we sax be û Xwedê sebrê bide we.
XXX
2022-11-08
Ji Rirat Aydin Kayaya ra
Merheba birayê ezîz Di malpera Nûpelê da nivîsên te dixwînim. Nivîsên te pir bi
qalîte ne. Min pir ecibandin.
Te di nivîsa xwe ya bi navê ”Fanon versus Zaza; “Jin, Jîyan, Serxwebûn”ê da gotiye,
”Ji ber ku herdu text di tarîxa gelên bindest de…”
Bi kurmancî nabe meriv ji metnekê ra bibêje ”text”, dibê meriv bibêje TEKST.
Bi fransî, îngilizî, swêdî ”text” wek teskt tê xwendin, lê bi kurmancî nabe, dibe text yanî kereste.
Bi silavên biratiyê.
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar