07 november 2022

Facebookê 30 roj ceza daye min

Ecêba giran, êdî ne bi başî, ne jî bi xerabî meriv nikane di Facebookê da navê partiya apociyan bibêje. Dibê meriv herfa "P" û du heb "K" neyne ba hev.

Ji ber ku min di komentara xwe ya nivîsa Faris Medenî Marşîl ya li ser mohra KÎPê da navê ”PKKê” bi kar aniye Facebookê nivîsa min rakiriye, gotiye ”30 rojî tu nikanî weşana zindî bikî û reqlamê bidî.”

Min ”PKK” neparastiye, pesnê wê nedaye, min qala navê partiyeke din kiriye.
Min gotiye navê wê partiyê jî bi kurmancî wek ya apociyan bû. Lê ji ber ku apociyan jî eynî nav li partiya xwe kirin, me navê partiya xwe guhert.

Facebookê gotiye em qebûl nakin tu "P"yekê û du "K"yan bînî ba hev, ev propaganda terorîzmê ye.
Ev ne tu hawe ye, qeşmerî ye.

Wer xuya dike ji bo Facebookê ferq nake te çi gotiye, dibê ew hersê herf, ”P”yek û du ”K”yan neyên ba hevdu.

Gelo ev biryara Facebookê ji bo her partî û hêzên mohra terorê li wan ketine, ya jî ji bo PKKê tenê ye?
Mesela gelo bikaranîna navê Daîşê , ISî yê jî qexe ye?

Komentara min ev :
”KÎP navê wê yê bi tirkî bû, navê bi kurdî PKKbû. Dibê meriv viya jî bibêje.

Lê ji ber ku apociyan jî dûra bi eynî navî partiyek ava kirin me ji dêlî PKKê, navê bi tirkî KÎP bi kar anî.”

Fabecopkê ev nivîsa jêr ji min ra şandiye:
”This is because you have previously posted something that did not follow our Community Guidelines. You also cannot broadcast live or advertise for 30 days.
This comment violates our Dangerous Individuals and Organizations policy, so only you can see it.”


Ev jî kurmanciya biyara Facebookê ye:

”Sebebê em nivîsa te radikin ji ber ku te rîayetî prensîbên me nekiriye. Ya din jî 30 rojî tu nikanî weşana zindî bikî û reqlamê bikî.
Ev komentara te ji ber ku sîyaseta me ya şexs û rêxistinên talûke îhlal dike, bêyî te kez nikane bibîne.”

NOT: Min nikanîbû ev nivîsa xwe jî di Facebookê da belav bikira. Facebookê qebûl nekir, got ji bo nivîseke te ya din gilî li te hatiye kirin.
23 saetan ez nikanim Facebokokê bi kar bînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE