08 november 2022

Kes ji bo xatirê kurdan nebûye nivîskar

Hin nivîskar bi uslûbeke wer dilşewat qala nivîskariya xwe dikin fena ku xêrekê, çêyiyekê bi kurdan dikin. Fena ku ji bo xatirê kurdan dinivîsin, ji bo xatirê kurdan jiyana xwe weqfî zimên û nivîskariyê kirine.

Heyra, miletê kurd kes mecbûrî nivîskariyê nekiriye, kî çi dike bi kêfa xwe û ji bo xwe dike.

Tiştê meriv bi xwe hilbijartiya dibê wek fedekariyeke ji bo kurdan nîşan nede.

Dibê meriv karê xwe, nivîskariya xwe wek fedekariyekê, wek minetekê teqdîm neke. Kesî kes mecbûrî nivîskariyê nekiriye.


XXX

Facebookê do ji bo ku min di şiroveyeka xwe da navê "PKK"ê bi kar anîbû nivîsa min rakir, 24 saetan hesabê min girt û got ”30 rojî tu nikanî weşana zindî bikî û reqlamê bidî.”

Ji do êvarî da ye hesabê min ê Facebookê girtîbû.

Xwedêgiravî min "terorîst" parastibûn û hinekan li min gilî kiribû. Vir bû, sinake û binaka vê îdîa Facebookê tunebû.

Ev platform jî bûye pêkenîn.

Hesabê min ê Facebookê nuh vebû. Nivîsa min a li ser vê meselê di bloga min da ye.

Tiştê min fêm kiriye Twîtter ji Facebookê azadtir û demokratîktir. Twîtterê hetanî nuha tu carî nivîseke min bloqe nekiriye, tu carî hesabê min negirtiye.

FBê belkî sed nivîsên min rakirine, gelek caran jî hesabê min girtiye.

FB bûye wek toreke sosyal a Tirkiyê.


XXX
Wer xuya dike serokwerzîrê Swêd Ulf Krîsterssonê xeşîmê siyasetê ewê ji huzûra Recep Tayyip Erdogan hustuxwar û destvala vegere.

Erdogan bi soz, tawîz û şelafiyên Krîstersson razî nebûye, gotiye ev hindik in, dibê hûn şertên me gişan bi cî bînin.

Ulf Krîstersson him xwe, him jî welatê xwe rezîl kir. Gava meriv li hemberî dîktatoran tîk nesekine, hustuyê xwe xwar bike dawî perîşanîye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE