09 november 2022

Li Hewlêrê zimanê bazarê dibe erebî û tirkî

Di Twîtterê da ez rastî wîdeoyeke dibê em li ser bipeyivin hatim. Li Hewlêrê rojnamevanekî Rûdawê diçe aşxaneyekê dixwaze xwarinê temî bike, lê kes bi kurdî nizane, karkir giş ereb in.

Rojnamevan dibêje li Hewlêrê ev mesele êdî bûye gelşeke mezin, gelek aşxane, qahwexane karkirên wan ereb in, bi kurdî nizanin. Wek mişterî dibê tu bi wan ra bi erebî bipeyive.

Yanî kurd li welatê xwe, li paytexta Kurdistanê nikanin li aşxaneyekê bi zimanê xwe xwarinekê temî bikin; dibê bi erebî bizanibin.

Li hin deran jî ziman tirkî ye, dibê kurd bi tirkî bipeyivin. Bêyî kurdan tu miletekî din tiştekî wiha qebûl nake. Lê kurd qebûl dikin. Ereb li welatê wan, wan mecbûrî erebî dikin, tirk wan mecbûrî tirkî dikin. Qet ne xema milet e, ne jî xema hukûmetê ye.

Ez du caran çûme Kurdistana Başûr, 2011, 2017. Herdu caran jî min li Hewlêrê eynî felaket dît.

Min li gelek deran, bi gelek kesan ra ev gelş minaqaşe kir. Aşxane, pastexane, heta otêl jî karkirên wan ne kurd bûn, bi kurdî nizanîbûn ya tirk bûn, ya jî ereb bûn.

Di 2011a da gelş tirk bûn, lê wer xuya dike dûra bazar ketiye destê ereban. Bi hezaran ereb ewê wek kulîyan bigrin ser Hewlêrê, lê bi cî bibin, demografiya Hewlêrê biguerînin. Hewlêr hêdî hêdî bikin bajarekî ereban.

Nufûsa ereban li Hewlêrê roj bi roj zêde dibe. Ev tirs heye, him jî pir mezin e.

Ereb him tên li Kurdistanê bicî dibin, him jî kurdî fêr nabin, karkirên kurd nadin xebitandin. Li Hewlêrê zimanê wan ê bazarê, tîcaretê ne kurdî ye, erebî ye, zimanê tirkan jî tirkî ye. Li tu welatî miletek tiştekî wiha qebûl nake.

Li Anqerê tu nikanî ji mişteriyên xwe ra bibêjî em bi tirkî nizanin, zimanê me erebî ye.

Kurdên Hewlêrê hêdê hêdî asîmîle dibin, tirkî û erebî fêr dibin.

Bira ereb biwêribin li Tirkiyê tiştekî wiha bikin, ji tirkan ra bibêjin em tirkî nizanin, bi wan ra bi erebî bipyivin. Tirk tavilê ewê mekanên wan tarûmar bikin.

Tabeleyên mekanên wan jî ne bi kurdî bû, bi tirkî û erebî bû. Demakê ev mesele ket rojevê, berpirsiyaran gotin ewê tabeleyan bikin kurdî. Kirin, nekirin ez nizanim.

Tiştê kurd li Hewlêrê qebûl dikin li Afrîqayê, li welatê herî paşdamayî jî kes heqareteke wiha li ser welatê xwe û miletê xwe qebûl nake.

Lê milet jî ne tu milet e, milet qebûl nekira wiha nedibû. Ji ber ku mişterî îtîraz nakin ereb ne kurdî fêr dibin, ne jî karkirên kurd didin xebitandin.

Min hetanî nuha gelek nivîs li ser vê meselê nivîsin, tiştek negurî, rewş xerabtir bûye, baştir nebûye. Kurd xwe milet nahesibînin. Lema qedir û qîmeta zimanê xwe nizanin, li welatê xwe bi erebî û tirkî alvêrê dikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE