01 november 2022

Çend rêz ji bîranînên min -280-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-11-01

Em çûn daweta Abid Gurses. Gelek kes dawet kiribûn. Xelk ji Abid hez dike. Abid kurdekî hêjayî hezkirinê ye. Merivekî baweriyê dide meriv.
Daweteke pir xweş bû.
Me şevek xweş derbas kir.
Dr. Nacî Kutlay di dawetê da ji milet, ji nas, dost û hevalên xwe xatir xwest. Ewê vegere Tirkiyê.
Miletê bîriya Kekê Nacî bike, merivekî şên e, be pozbilind e, lema însan jê hez dikin. 

XXX
1999-11-01

Min, Sirac Kiricî û Cemal Ozçelîk li bajêr hevdu dît. Ev cara pêşî bû min Cemal didît. Me hinekî sohbet kir. Întîbaya însanekî biaqil û realîst li ser min hîşt. Merivekî giran û jîr xuya dikir.
Ev du sê rojên wan in li Stockholmê ne. Sirac berê telefonî min kiribû, gotibû em hatine civînê. 
Dûra Enwer Karahan hat em çûn mala wî. Me li wir jî hinekî sohbet kir. Tiştê min fêm kir wan û Bûrkay li hev nekirine, bi îhtîmaleke mezin ewê yekîtiya wan çênebe. Ji durûtiya TKSPê gazin dikirin. Min ji Sirac û Cemal ra bi kurtî got:

- Min zanîbû ewê wiha bibûya û min ev yek li çend ciyan jî gotibû. Bi ya min piştî ku di warê îdeolojîk, siyasî da we xwe hewqasî nêzî hevûdu didît, dibê hûn tevî wan bibûna, qet hewce nedikir we hin şert bidana pêş. Dibê we bizanîbûya Bûrkay partiya xwe ji bo we fesh nake.
Dibê we bizanîbûya tawîzên Kemal Bûrkay berî belavbûnê, dema hûn partî bûn dida we, piştî belavbûnê ewê nede we.
Çimkî berê hûn partî bûn nuha hûn grûbeke biçûk in. Do Bûrkay miamela partiyekê bi we ra dikir, îro miamela gurûbeke biçûk bi we ra dike.

Bi dîtina min, erê Bûrkay kêmfersendiyê dike, lê esas sûcê hevalên me ye, dibê we îşê xwe saxlem bikira. 

XXX
2016-11-01

Ezê li ser kitêba Dr. Şivan(Saîd Kirmizitoprak)tiştekî binivîsînim. Çimkî min kitêb ji Reşîd Delek girt, da Şêxmûs Cibran, wî jî bir da Ahmed Karlî û kitêb wenda bû.
Hin kesan qala navê min kiriye û hin tiştên ne rast gotine. Ezê nivîsekê binivîsim, tê da qala çîroka wê bikim, rastî çi ye wê bibêjim.
Min îro bi nivîsê çend pirs ji kekê Ahemed Zekî kir.
”Kekê Ahmed* merheba.
Ez dixwazim li ser wê kitêba Dr. Şivan a ku min ji Reşîd Delek girt û da hevalên me û dû ra wan jî gotin bi arşîva partiyê ra wenda bûye, tiştekî binivîsim.
Yanî çîroka min kitêb ji kê girt, çawa girt, da kê, bi kurtî tiştê min girê dide û ez bûme şahid binivîsim. Qenekê bira ji devê yekê bibe belgeyeke dîrokî.
Tiştê ez dixwazim ji te bipirsim navê kitêbê ye, navê kitêbê çi bû?
Ya din, hevalek ya jî du hevalên we ji bo girtina kitêbê hatin Wêanşarê. Ez û Reşît Delek bi wan ra rûniştin. Navê wan hevalan nayê bîra min. Gelo yek tu bû, ya jî yên hatin kî bûn?
Yanî ji bo girtina kitêbê tu hat Wêranşarê ya na?
Tu kanî bi tirkî jî binivîse, ne problem e.
Gelek silav û hurmet"

 *Ahmed Zekî Okçuoglu

///Zinarê Xamo
Stockhol 2016-11-01

XXX
2016-11-01

Ez dixwazim li ser kitêba Dr. Şivan(Saîd Kirmizitoprak) ya min ji Reşîd Delek girt û nedayê, da Şêxmûs Cibran, wî jî bir da hevalên me, nivîsekê binivîsînim. Ji bo ku baş bizanibim çi hat serê kitêbê min îro ev pirsa ji Eyûb Alacabek kir:

Kek Eyûp merheba!
Hêvî dikim tu baş î û siheta te li cî ye. Ez dixwazim li ser wê kitêba Dr. Şivan a ku min ji hevalên A. Okçûoglu girt û da hevalan û wenda bû, tiştekî binivîsim.
Yanî çîroka min ji kê girt, çawa girt, bi kurtî tiştê min girê dide binivîsim.
Li hin deran hin tiştên ne rast, tevlihev hatine gotin.Qenekê bira ji devê yekê bibe belgeyeke dîrokî.
Tiştê ez dixwazim ji te bipirsim ev e: Çi hat serê kitêbê?
Di bin erdê da riziya ya jî ciyê wê nehat dîtin ya jî hat şewitandin?
Ez zanim hevalan gotin bi arşîva partiyê ra veşartibûn.
Lê çima nehat dîtin, ez wê nizanim.
Heger tiştê tu zanî tu bi kurtî ji min ra bibêjî ezê spasdarê te bim. Navê kitêbê jî nayê bîra min, gelo tu zanî?
Gelek silavên biratiyê 

Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar