Dr. Mîkaîl Bulbul û Dr. Hîkmetîn Atli do li Stockholmê li
Kitêbxana Kurdî semînerke pir hêja, pir bi fêde dan. Em gelek tiştên nuh fêr bûn.
Mistefa Aydogan moderatorê semînerê bû. Moderatoriyek mikemel kir. Herdu akademîsyenên hêja, xebatên wan, berhemên wan bi rengekî sîstematîk, pir xweşik bi me da nasîn. Nasandineke mikemel bû.
Dr. Mîkaîl Bulbul li ser Kolleksîyona Aleksander Jaba (1801-1894) û xebatên Mele
Mahmûdê Bazidî peyivî.
Di koleksîyonê da 54 dosyeyên cihê hene. Tevahiya koleksîyonê ji çar hezar(4000) rûpelî zêdetir e.
Haya kurdan ji zûda ye ji vê koleksîyona Aleksander Jaba hebû, lê koleksîyon bi temamî neketibû destê kurdan. Nuha, bi xêra Dr. Ekrem Onen û Prof. Dr. Qadrî Yildirim kopîyeka vê koleksîyonê hatiye kirîn û di arşîva Zanîngeha Mêrdînê da ye.
Mala herduyan jî hezar carî ava be, wan çêyiyeke mezin bi miletê xwe kirin.
Wek min berê jî got, haya kurdan ji zû da ye ji koleksîyona Aleksander Jaba û xebatên Mele Mahmûdê Bazidî hebû. Hin tişt jî jê çap kirine.
Haya kurdên Sovyetê jî ji vê arîşa Aleksander Jaba hebû. Îmkana wan a bidestxistina vê koleksîyonê hebû. Ji bo kopîkirinê perakî pir jî lê nediçû.
Zanîngeha Mêrdînê koleksîyon giş bi 30 hezar dolarî kopyê kiriye û kiriye arşîva xwe.
Yanî ne perakî pir e. Di dema Sovyetê da kopîkirin hîn erzantir bû.
Çima kurdên Sovyeta wê demê ev koleksîyon kopî û çap nekirin?
Ez bi xwe sebebê vê yekê pir meraq dikim. Heger haya wan jê tunebûya meriv fêm dikir, lê em zanin haya wan ji vê koleksîyonê hebû, hin tişt-mişt jî jê çap kirin.
Dr. Hîkmettîn Atli jî li ser folklor(zargotin)û nasnameyê sekinî. Yanî rol û tesîra zargotinê, edebîyata devkî li ser nasnemaya (îdendîtêta)însên û miletan. Her miletek li gorî xwe xwedî folklorekê, zargotineke, debîyateke devkî ye.
Milet ne bi ziman, reng, dîn tenê, bi folklora xwe jî ji hev cuda ne. Folklor; sitran, çîrok, pêkenîn, qirwelk û her babetê zargotina devkî tesîreke mezin li ser şexsîyeta însanan a netewî dike.
Dr. Hîkmettîn Atli di vî warî da xebeteke aqedemîk a pir giranbiha kiriye, li gelek herêmên Kurdistanê gerîya ye, gelek tiştên hêja top kiriye û anîlîz kiriye û gelek netîceyên balkş jê derxistiye.
Gava meriv li zanayên wiha dudarî dike meriv pir kêfxweş û serbilind dibe. Hebûna zanayên wiha moral û hêviyê dide meriv.
Min hetanî nuha ji Zanîngeha Mêrdînê li Prof. Qedrî Yildirim, Dr. Kenanê Nado, Necat
Zivingî, Mîkaîl Bulbul û Hîkmettîn Atli gudarî kiriye.
Gava meriv wan me ra û bi kesên ji nifşên me ra miqayese dike, meriv dibîne ew ji me pir zanatir in.
Her yek
di beşê xwe da xwedî zanîneka sîstematîk û kûr e, zanîna wan ne sathî ye, ilmî ye,
bingeh û çavkaniyên zanînên wan pir sxlem in. Metodên wan ên xebatê ilmî ne, tu tezeka xwe bêbingeh nahêlin.
Her yek bi çend zimanan zane. Zana, lêkolîner û alimên dinyayê xwendine. Çavkaniyên wan pir zengîn in.
Di dema me da îmkanên îro hene tunebûn, em ne aqdemîsîyen bûn.
Wek îro kitêb û
çavkaniyên meriv fêde jê bigirta tunebûn.
Lê îro dinya pir biçûk bûye, bidestxistina çavkaniyan hêsan e. Li ser
tarîxa me, edebîyata me, ziman, zargotinê bi hezaran lêkolîn hatine kirin û kitêb
hatine nivîsîn.
Lema xortên me yên îro ji me bi şanstir in, gelek berhem û çavkanî li
ber destên wan in.
Hebûna kesên wek Mîkaîl Bulbul û Hîkmetîn Atli moral dide meriv, bi hebûna kesên wiha zana meriv dilşa dibe.
Piştî semînerê Mahmûd Lewendî û xanima xwe em çend heval ezimandin malê.
Me
hetanî 12ê şevê şevbêrkek pir xweş derbas kir. Me û herdu aqademîsyenên xwe
sohbeteke xweş kir û hinekî baştir hevdu nas kir.
Şevbêrkek mikemel bû, xwarin, vexwarin, sohbet her tişt pir xweş bû. Mala Mahmûd
Lewendî û Muzeyen xanimê ava be, şeveke xweş, mişt ken û henek bi me dan jiyandin.
Di vê nêbênê da dibê ez viya jî ji bîr nekim, me 45 saliya zewaca SABîHA xanimê
û HEYDER DILJEN jî pîroz kir.
Ez ji wan ra temenekî dirêj û jiyaneka bextewar
dixwazim.
Bi vê pîrozkirinê wan ez jî şiyar kirim. Min li wir ji cimatê ra got, madem wiha
ye, 3 salên din tew ez û xanimê emê 50 saliya zewaca xwe pîroz bikin.
Hêvî dikim ez ji bîr nekim…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar