31 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -279-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1992-10-31

Tirkiyê eskerî giran şandiye Kurdistana Başûr. Celal Talabanî êrîşa Tirkiyê protesto kir, got emê hin dewletên dost agahdar bikin. Li gorî îdîayên medya tirk kampên PKKê gişk ketine destên eskerên Tirkiyê. Mesûlên hukûmeta Kurdistanê got balafirên Tirkiyê li hin deran êrîşî pêşmergeyan jî kirine, 14 pêşmerge hatine kuştin, 40 heb jî birîndar in.

Heger ev rast be felaketeke mezin e. Ji ber ku Îraq dengê xwe nake tirk nasekinin, çi ji destên wan were ewê bikin.

Tirkiyê hêzeke mezin, bi panzêr, tank, top ji deriyê Zaxo eşkere derbasî Kurdistana Başûr kir.
Celal Talabanî got PKK gotiye ewê sîlehên xwe teslîmî hukûmeta Kurdistanê bikin.

Lê A. Ocalan di BBCî da got ev îdîa derew e, em teslîm nebûne. Em bi îrada xwe ji bo demekê bi paş da vedikşin. Taktîka me Tirkiye têkeve Kurdistana Başûr. Û jixwe wa ye hêdî hêdî pêş da diherin.

Telewîzyonên Tirkiyê dibêjin eskerên Titkiyê 1000 gerîlla kuştine. Bi baweriya min hewqas kuştî derew e, lê ji ber ku gerîlla li ber xwe da kuştî ewê pir bin. Sîlehên giran di destên tirkan da hene, helîkopteran, balafiran, topan bi kar tînin.
 
XXX
1996-10-31

Ji vêsê da ye li ser kitêba Refîq Hilmî dixebitim, rast dikim. Lê çavên min rê nade zêde bixebitim. Min berê li dora 40 rûpelî rast kiribû. Wergera wê beşê xerab bû. Lê ev beş pir baş e, zimanê kekê Zîya Avcî baş bûye. Diyar e hêdî hêdî kurmanciya wî baş dibe, îmla û sentaksa wî jî li gorî berê baştir bûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar