Dibêjin rê ji dila diçe dila. Min jî wer bawer dikir. Lê nuha min fêm kir ev her tim ne rast e. Carnan tu li hember yekî pir dilpak î, lê tu pê dihese dilê wî li hemberî te wek qîra reş e.
Di van çend rojên dawî da sê kesan wek mahrên pir jahrî bi min vedan. Ez him
xeyalşikestî bûm, him jî gelkî êşiyam...
Min tu carî bawer nedikir ev hersê kes(lê bi taybetî jî yekî ji wan)li hemberî
min ewê hewqaqsî dilreş û bêbext bin û li ciyê rehetiyê wek dûpişkê bi min vedin.
Jixwe yek, ev 42 sal e min ne dîtiye, ne jî pê ra peyivîme. Berî 1980î, dema ez li welêt bûm hevalê me bû. Dûra têkiliya me qut bû, ne wî rojekê li min pirsî, ne jî min lê pirsî. Wê rojê min di Facebookê da wek dûpişkê bi min vedaye.
Min hêjayî bersîvê nedît.
Yekî din jî min wek birayê xwe jê hez dikir. Min ji bo wî kanîbû her fedekarî bikra. Lê min dît ew jî ne dost bûye, wê rojê wî jî marîtiya xwe nîşan da.
Ez matmayî mam.
Ez li ber dilpakiya xwe ya 50 salî ketim, 50 sal e min bi çavê birayê xwe lê dinêrî, lê min dît xapiya me. Ez li ber vê xapandina xwe ketim.
Herduyên din jî min ew bi kurdbûna wan hesandin, ew kirin merivên kurdperwer.
Di dilê min da li hemberî wan bi qasî misqalekî jî fikrek xerab, dijminatî tunebû, hevalên min ên xortaniyê bûn, min ji wan hez dikir.
Lê jiyanê nîşanî min da di dilpakiya xwe da ez pir şaş bûme, hersiyan jî ji nişka ve, li ciyê rehetiyê wek mahr bi min vedan. Tew li gorî yekî ez merivekî ”xayin” im.
Ez matmayî mam.
Sed kesan jî şahidî bikirana, bigotana ew ji te hewqasî nefret dikin, ew te merivekî xerab, bêbext, xayin dibînin minê bawer nekira, minê bigota ne mimkûn e, minê bigota ev însan di heqê min da tiştên wisa nabêjin.
Çimkî min tu xerabî bi wan nekiriye, di ser da ez ji wan hez dikim. Yek ne tê da, min ew nedîtibû, lê herduyên din dema me hevdu didît li hemberî min pir hurmetkar bûn, ”abê abê/keko keko” ji devên wan nediket.
Lê derket vir bûye, dev ne tercumanê dil bûye, dêv tim derew kiriye.
Ez naxwazim bibêjim dibê meriv tu carî baweriyê bi însanan neyne, lê naskirina însên pir zor e. Gelek însan dişibin dûpişkê. Dûpişk kedî nabin.
Însanê tu herî pir jê hez dikî kane wek mahr, wek dûpişkê bi te vede, li hemberî te pir bêbextiyê be.
Ev hersê kesên li ber dilê min merivên dost û ezîz bûn, wek mahr bi min vedan. Hestên min, fikrên min serobinî hev kirin.
Di serê min da pirsa ”gelo meriv kane baweriyê bi însên bîne” çêbû?
Lê Xwedê kir di jiyana min da numûneyên pak jî hene, hevalê hevalê xwe jî hene.
Erê meriv kane baweriyê bi însanan bîne, lê ne bi her însanî.
Carnan meriv bi nezanî dibe hevalên însanên pîs, nehêja.
Çaxa meriv pir dereng bi vê yekê dihese meriv pir li ber xwe dikeve.
Meriv ji xwe ra dibêje hewqas sal çawa min ev mahr di paxila xwe da hewand?
Her ku meriv kal dibe meriv ferq dike hevalên meriv ên
rastîn, ên bi rastî jî heval in pir kêm in. Di xortaniyê da meriv kor e, viya
ferq nake.
Dema sal derbas dibin meriv ferq dike kî heval e, kî dûpişk û mar e.
Lê ev pêhesîna bi derengî meriv dilşikestî û xembar dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar