Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1988-10-30
*Îro Şakirê Miho hat komela me. Me bîstekê sohbet kir. Kêfa min pir jê ra hat,
merivekî zana, kibar e. Got ez dixwazim berpirsiyarên partiyên Kurdistana Başûr
bibînim. Min got ez wan nas dikim. Ezê bi wan ra têkiliyê deynim ji bo ku hevdu
bibînin.
*Husên Yildirim gerek îşev telefonî min bikira ji bo ku em hevdu bibînin, lê telefon nekir. Ew telefon
neke ez nakim.
XXX
1996-10-30
Ev du roj in ji mal derneketime, ji bo ku bîranînên Refîq Hilmî redekte bikim
min hefteyek îzin girtiye. Zîya Avcî ji soranî kiriye kurmancî. Bîranînek pir
hêja ye.
Meriv dibîne Ataturk çawa bi rehetî kurd xapandine, kurd û îngilîz
bera hev dane.
Nameyên Şêx Mahmûd ji tirkan ra nivîsîne dane îngliîzan. Him jî
bi saya îxaneta kurdan.
Ezê hetanî roja îniyê li ser bixebitim. Hêvî dikim biqede.
Ji vêsê da te him çavên min, him jî serê min dişe. Çaxa ez zêde dixwînim çav bi
min diare.
Danê êvarê min nabên dayê û çûm çarşiyê. Min rojnameya Hurrîyetê û
Ozgur Polîtîkayê kirî û vegerîyam mal.
Min nebihîstibû, do jî keçikeka din li Sêwasê, li Meydana Cumhûrîyetê di ereba
pûlisa da întîxarek bombeyî kiriye. Sê pûlis, siwîlek û keçik û hevalekî xwe
mirine. Birîndar jî hene.
Keçikê xwestiye here nav merasima 29ê Cotmehê. Lê tê girtin. Gava dibîne ewê wê
bernedin, di ereba pûlisan da bombeya bi laşê xwe ve girêdayî diteqîne.
Li Diyarbekrê jî xwestine eynî tiştî bikin lê hatine girtin.
Dîsa li gorî rojnameya Hurrîyetê dinivîse li herêma Qulpê jî do 14 esker hatine
kuştine, 10 esker jî birîndar in.
Ez nuha pê hesiyam, ez bê çente hatime mal, min çentê xwe di otobozê da ji bîr
kiriye. Min rojname dixwend, dema ez ji otobozê daketime min çent ji bîr
kiriye. Çi tê da hebû baş nayê bîra min. Ez zanim kitêba Ernst Hemîngway ”Derya
û kal” tê da bû. Çente jî nuh bû, min jê hez dikir.
XXX
1996-10-30
Hevdîtinên aştiyê yên PDKê û YNKê di bin çavdêriya Amerîkayê, Îngilistanê û
Tirkiyê da li Anqerê dest pê kir. Bi baweriya min tam ketine nav pençeyên
tirkan. Ev jî an bi xwe, bi destê xe kirin.
Piştî tirk hewqasî ketin nav meselê xelasiya wan ji destên tirkan pir zor e.
Tirkan çi anîn serê Şêx Mahmûd ewê bînin serê wan jî, ewê nehêlin kurd mafên
xwe yên netewî bi dest xînin. Di mesela PKKê da jî PDK û YNK ji mecbûrî ewê
bibin mitefiqên Tirkiyê. Çavên serokên kurdan kor be, vê talûkê nabînin, tirkan
dixin nav xwe.
XXX
2011-10-30
Min ji ber axaftineke Fetulah Gulen ew rexne kiribû. Rexneya min ne bi dilê
Mûrad Ciwan bû, li gorî wî ez di bin dezînformasyona apociyan da mame, min
axaftina wî rast fêm nekiriye û min neheqî Fetulah Gulen kiriye. Lema jî ji min
ra lînka vîdeoya Gulen şandiye, gotiye li temamiya axaftinê gudarî bike,
apociyan axaftin bi temamî nedaye.
Min careke din li vîdeoya Gulen temaşe kir û dûra jî ev bersîva da Mûrad Ciwan:
Nivîsa ji min ra şandiye naweşînim. Tiştên pir balkêş dibêje, Gulen diparêze.
Merheba Mûrad!
Min li kasetê guhdarî kir, eynî kaset e. Lê ya di facebookê da belav kirine 3-4
deqîqe ye, pir kin e, ya te şandiye temamiya axaftina wî ye.
Di axaftina wî da min bi xwe tu tiştekî baş nedît. Belovacî wê, min siyaset û
taktîkeke ji ya Erdogan hîn tahlûketir dît.
Ji hukûmetê ra dibêje, ger hûn wisa dom bikin sibe ewê şer derkeve û Neteweyên
Yekbûyî ji we ra bibêje hûn nikanin li hev bikin, dibê em têkevin nabêna we û
ewê Tirkiyê perçe bikin.
Mesela nimûneya perçebûna Hîndîstan û Pakîstanê dide, dibêje her ku ev yek tê
bîra min giriyê min tê.
Yanî ew ditirse Tirkiye jî weke Îraqê bibe. Dibêje ancax bi siyaseteke hîn nerm
em dikanin rê li ber vê berçebûnê bigirin.
Erê di ciyakî da qala qebûlkirina zimên dike, lê vê yekê jî wek taktîk, ji bo
tenêhîştina PKKê pêşniyar dike, dibêje tenê bi zorê, bi kuştinê nabe.
Mêrik xebateke "mîsyonerî" ya hîn baştir, hîn aktîftir pêşniyarî
dewletê dike.
Ew jî weke her tirkî qala "îç ve diş duşmanlaran/dijminên hundur û derve"
dike û mesela kurd bi van "tiliyên der û hundur ve girê dide. Dibêje
dijminatiya tirkan "bunlarin kilcal damarlarina îşlenmîş/dijminatiya
tirkan ketiye ruhê wan" û hwd.
Dibêje van "dijminên der û hundur" berê jî gelek caran em bera hev
dane,(hin numûneyan dide) em perçe kirine û nuha jî eynî tiştî dikin.
Yanî ew jî mesela kurd bi "tiliyên" derva ve girê dide û ji
dewletê ra dibêje, PKK ji sedî %5 e, heqê wan "kotek" e, yanî
wan bikujin, lê dibê hûn piraniya civatê negrin hemberî xwe, dibê meriv bi
nermayî, bi alimên dînî, bi xizmetê, bi îqnayê nêzî wan bibe.
Dibêje ez viya dikim û dibê dewlet jî ne tenê "ço",
"gizêrê", "dîn", mîsyonerên kurdan nas dikin û siyaseteke
nerm bi kar bîne.
Netîce, Gulen dijminekî ji Erdogan, ji Gul û Arinç pir biaqiltir û pir
tahlûketir e û di vê axaftina xwe da jî ji bo wendakirina miletê kurd
"dîn" û siyaseteke hîn sinsî pêşniyarî dewletê û hukûmetê dike.
Yanî tu tiştekî baş û pozîtîf min di axaftina wî da nedît.
Te kîjan dîtin û pêşniyara wî baş dît min baş fêm nekir...
Lê ez vê jî bibêjim, kesên 3 deqîqe tenê weşandine helbet hesabekî wan heye, lê
bi dîtina min hemû kaset jî biweşandana qet ferq nedikir, bi kêmanî ji bo min.
Bimîne di xweşiyê da.
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar