29 oktober 2022

Gerek yekî ev rastî bigota !

Kêfa gelek kesan ji pêşniyara min "herin fûarê, çend kitêban bikirin, bira fêda we bigihîje weşanxaneyan" ra hatiye.

Lema gelek kesan ev twîtta min ecibandine û parve kirine. Diyar e dibê yekî ev tişt bigota. Gotina rast xelk jê ra li çepika dixe.

Hinek dinivîsin, hinek çap dikin, hinek jî gerek bikirin. Heger bikir tunebin çerx nazîvire. Dibê kurd vê rastiyê bizanibin, dibê bi kirîna kitêban alîkriyê bidin weşanxaneyan.
Kitêb neyên firotin kes çap jî nake.

Dema fûar vedibin her kurd kane çend kitêban bikire. Dibê meriv viya wek alîkariyeke kurdperweriyê bibîne, bi vê riyê destegê bide nivîskar û weşanxaneyan.

Kitêbên kurdî wek yên tirkan bi dehhezaran, bi sedhezaran nayên firotin, tîraja wan herî zêde hezar, duhezar e. Ew jî bi salan naqedin.

Li gorî nufûsa kurdan ev ne normal e, dibê tîrajên kitêbên kurdî jî bi dehhezaran bin. Ji bo alîkariyê be jî meriv dikire, dide kesên nikanin bikirin.

Bazara kitêban ne kesad be weşanxane ewê kitêbên li ser kurd û Kurdistanê, li ser edebiyata kurdî zêde çap bikin. Zimanê me ewê bi pêş keve, nivîskarên me ewê zêde bibin.

Lê dema kitêb neyên firotin, di hustuyên weşanxaneyan da, di embarên wan da birizin ewê çap nekin. Nivîskarên me ewê zêde nebin.

 XXX

Weşanxana Dara û Pirtukakurdi vê carê jî li Îzmîrê li Fûara kitêba ne.

Yên bixwazin kitêba min Hebû Tunebû ji zarokên xwe ra bikirin, kanin li Fûarê bi dest xin.

Gelek weşanxaneyên kurdî hatine ber nigên we, vê fersend û îmkanê ji dest xwe nedin. Herin Fûarê çend kitêban bikirin, bira fêda we bigihîje weşanxaneyan. Bi vî hawî alîkariyê bi weşanxane û nivîskaran ra bikin. Her kurd kane li horî qeweta xwe kitêbekê ya jî çen kitêban bikire. Ev jî wek piştgiriyeke netewî ye.

Salon:2
STAND: H06
Gazîemîr/Îzmîr

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE