29 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -277-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-10-29

Piştî danê nîvro ez çûm mala Mele Baharî Koçkaya. Min xwest li ser Fehmiyê Licî  ji bo Armancê pê ra hevpeyvînek  bikim.

Nexwest dîrek bipeyive, got pirsan bide min. Min pirsên xwe danê. Ewê bersîvên wan binivîsîne û dûra bide min.

Min dixwest pê ra sohbet bikim, lê wî pirsên nivîskî tercîh kir. Sohbet bûya ewê baştir ba, pirs pirsê vedike. Lê dîsa jî baş e, meriv li ser Fehmiyê Licî çi binivîse baş e. Belkî jî ev cara pêşîye kurd li ser wî tiştekî dinivîsin.

XXX
1988-10-29

Bi şev(22.00)Huseyîn Yildirim telefonî min kir, got:
”Bangeke me heye, em didin hezên kurd hemûyan, dixwazin bidin we jî.
Min got, li ser Armancê edresa me heye, tu kanî bişînî wir.
Got rojname li ba min tu tune, nizanim çi û çi…
Min got, ez kanim edresê ji te ra bibêjim.
Got:
”Ma hûn qet meraq nakin, naxwazin li me gudarî bikin? Min dixwest bi dest bidim te û hinekî sohbet bikim.!
Min got baş e, em kanin sibe li ber bufeya rojnameyên tirkî difroşe hevdu bibînin.
Got:
” Sibe karê min heye. Ezê sibe van çaxan telefonî te bikim.”
Min telefonî Mûrad Ciwan kir, min mesele jê ra got. Min got min soz dayê, emê hevdu bibînin. Mûrad got:
”Bi tenê meçe, bira hevalek jî bi te ra were. Hela ka çi dibêje?”

XXX
2000-10-29

Ji berpirsiyarê nûçeyên hurdî ya Telewîzyona Medya ra.

Birayên delal, we di nûçeyên xwe yên îro da got, ”Serokwezîr Bulent Ecevît gotiye ez ji serokkomar Suleyman Demîrel "neşikiyam!"
Di tirkî da ji bo dilnemanê dibêjin "kirilmadim", bi tirkî dibe, bi kêmasî êdî tê qebûlkirin.
Lê bi kurdî meriv nikane bibêje "ez ji felan kesî neşikiyam."
Bi vî rengî gotin him pir çewt e, him jî ne xweş e, dibe fena meriv qerfê xwe bi yekî kurdî nizanibe bike, yanî gotineke pêkenînê.

Bi kurdî di dewsa wê da gelek gotinên din hene, mesela we dikanîbû bigota, Ecevît gotiye: "Dilê min jê nema ye, ez jê ne dilmayî me, ez bi vê yekê neêşiyam e, min li dilê xwe negirt, dilmayin bi min ra çê nebû ye, ez jê ne dilşikestî me" ûhwd.

Wekî din jî carnan hû di nûçeyên xwe da dibêjin: "wî jiyan kir!"
Bi kurmancî meriv nabêje "jiyan kir."
Rastiya vê fîîlê heye, meriv dibêje:
"Ew li welêt dijiya, ew li welêt jiya bû, ewê li welêt bijiya." Û ji bo dema nuha jî, ew li welêt dijî, yanî ne ku "jiyan dike"

Bi hêviya hûn di kar bû barên xwe da her serkeftî bin.

Zinarê Xamo

XXX
2008-10-29

Silav birêz Zinar Ala!
Birayê hêja, gelek sipas ji bo pêşniyara te. Min ev pêşniyra te ji hevalekî ku ji van îşan fêm dike pirsî, ji min ra hinekî îzah kir. Tiştê min fêm kir, dema ez derbasî wordpressê bibim dibe weke destpêkeke nuh yanî ezê ji sifirê dest pê bikim. Ev tiştên heta nuha min nivîsîne ewê xuya nekin, ew jî gelkî heyf e. Salek zêdetir e ez di vir da dinivîsim, arşîweke min ya gelkî dewlemend çêbûye, dema ez herim wordpressê ewê nivîsên min xuya nekin.
Tiştê ez dixwazim divê meriv riyekê bibîne ku milet bikanibe têkeve malpera min bêyî ku ez wê xera bikim. Yekî riyek gotiye, ezê îşev wê binivîsim
Dîsa jî gelek sipas ji bo alîkariya te
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo

XXX
2008-10-29

Ji bo gihîştina malpera min çend rê û pêşniyar di nivîsa min ya îro da hene. Hevalên bixwazin dikanin bixwînin.Ez beşekî nivîsa xwe pêşkêşî we dikim

Bi silavên biratiyê

Zinarê Xamo

Tirk belasebebî xwe dikin pêkenînê cîhanê

Gazî û hawara min ya do olaneke mezin da, gelek kurdên jîr û hosteyên înternetê bi pêşniyarên xwe yên gelkî hêja hatin alîkariya min.
Hevalekî gelkî hêja û avakarê vê malperê ji min ra du lînk şandine û gotiye heger xwendevanên li Tirkiyê van lînkan bikar bînin ewê bi rehetî kanibin têkevin malperê.
Pêşniyar di bin nivîsa min ya do(Gurên înternetê ma hûn lik u ne?)da heye.

Lê ezlînkan li vir jî dinivîsim.
Xwendevanên li Tirkiyê û Li Kurdistanê dikanin bi riya van lînkan xwe bigihînin malpera min.

Lînk ev in:
....
....
A niha ji eynî hevalî(Nîhat) pêşniyareke din jî hat. Ez wê jî li vir diweşînim.

"Merheba Zinar,
Li Tirkiye meriv vê malperê veke û adresa malpera te binivîse û pêl surf Anonimously bike, îhtimala mezin dê malper vebe. Ev malper navnîşana meriv yanê IP adresa komputera meriv duguhere û wek ku meriv ji welatekî din ketibe malperê nîşan dide.
.....

Birayê min jî pêşniyareke şandiye. Wî jî gotiye, kesên ku ji Tirkiyê dixwazin xwe bigihînin malpera min, dikanin berê atunnel.com, ya jî btunnel.com, ktunnel.com binivîsînin, ewê malpera tunnel vebe, dûre jî edrese malpera min(http://zinarexamo.blogspot.com/) binıvîsin ewê malpere derkeve.
Ya din jî gotiye:
”Di computerê da dns hene, kanin van biguherinin, çaxa dns verin guhertin tu malper namînin ku venebin. Ev rê hîn baştir e. Li dora 200 heb dns hene, ez li vir yekê dinivîsim. 4.2.2.1
4.2.2.2”
Xwendevanekî din jî ji Îspanyayê (Zinar Ala)di wordpressê da ji min ra malpereke çêkiriye û şandiye.
Ji bo vî alîkariya wî û yên hemû hevalên din, ez ji dil û can sipasiya hemûyan dikim. Mala hemûyan ava.
Lê herçî malpera ”wordpressê” ye nabe, ew tiştekî din e. Wê demê divê ez ji nuh ve da dest pê bikim. Lê ez naxwazim dev ji malpera xwe berdim, çimkî arşîveke min ya dewlemend çêbûye. Ez naxwazim ew arşîva min ji ortê rabe û careke din ji sifirê dest pê bikim.
Lê dîsa jî gelek sipas û hezar carî mala wî ava ku ji bo min serê xwe êşandiye û ew malper avakiriye.
Ez bawer dikim dema ev herdu pêşniyarên jorîn bigihê destê xwendevanan ewê mesele nîvçareser bibe.
Pêşmergeyê serê çiyayên Kurdistanê îro li Qesra Spî mîvanê serokê Emerîkayê Bush bû.
Dinya, ez gelkî kêfxweş bûm ku min îro bi çavên serê xwe ev dîmen dît.

Ji bo xwendina dawiya nivîsê

http://zinarexamo.blogspot.com/

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar