29 februari 2012

Guhertin û tîcareta siyasî

Herkes fikirê xwe diguherîne. Kesê tu carî fikir û dîtinên xwe neguherîne tuneye. Tenê dîn û mirî fikrên xwe neguherînin, nikanin biguherînin.

Yanî di jiyanê da fikirguhertin, dîtin û bawerî guhertin normal e û dibe.
Carnan ev guhertin dikane bi ”pêşda” û carnan jî bi ”paşda” be. Yanî carnan yekî rast û dîndar dikane dev ji bîr û baweriyên xwe berde û here ser fikra çep ya jî fikreke din.

Û eksê wê jî mimkûn e, yanî yekî çep û heta komunîst jî dikane di nava demê da fikrê xwe biguhre û bibe merivekî dîndar.

Lê dibê ev guhertin, guhertineke baweriyê û ji dil be, ne teqleyên ji ber hin menfaetên şexsî be.
Guhertina li gorî menfaetê ne guhertina fikrî û îdeolojîk e, ne guhertineke tabiîye, firotina fikrê û baweriyê ye, tîcaret e.

Loma jî dibê meriv guhertinên xwezayî yên bêmenfaet, bi kîjan alî da dibe bira bibe, normal bibîne û jê gazin loma neke.

Ji ber ku însan dikane berê xwediyê dîtinekê, baweriyekê be, lê dû ra dev ji vê fikir û baweriya xwe berde.
Lê guhertina li gorî menfaetê, ya ku bi xwe ra meqam û pera bîne tiştekî din e, guhertineke bi vî rengî ne guhertineke fikrî ye, tîcareta siyasetê ye.


XXX
Hunermend Ciwan Haco do beşdarî programeka NTV-ya tirkî bû. Haco, di programê da behsa albûma xwe ya nû Vegerê û dueta bi Hulya Avşarê ra kir û li ser mesela kurd li Sûriyê û Tirkiyê jî bersiva hin pirsên siyasî da.

Hin malperên kurd îro manşet avêtine, ”Ciwan Haco di NTV-ê da bi kurdî peyivî.”!
Ma Ciwan Haco ewê bi çi zimanî bipeyiviya ku?

Ciwan Haco ne kurdê Tirkiyê ye û bi tirkî nizane, bi alm...anî û swêdî dizane. Di rewşeke wiha da ya herî rast ew e ku bi zimanê xwe bipeyive.

Tirk di telewîzyonên kurdan da her roj bi tirkî dipeyivin qet nabe xeber, lê gava kurdek di kanaleke tirkî da bi kurdî dipeyive ev yek ji bo medya kurdî dibe xebereke .

Ev şaş e, dibê meriv di kanaleke tirkî da axaftina kurdî mezin neke. Ji xwe dibê wiha be, dibê kurd ne bi tirkî, bi zimanê xwe bipeyivin û di viya da hinekî israr bikin. Ji bo ku ev tabû were şikandin.


XXX
Cengiz Çandar di nivîsa xwe ya îro da dibêje, kurdekî ji başûrê Kurdistanê jê ra gotiye:
”Ma Îraqê perçe bibe?

 Û dû ra jî bêyî ku li bende bersîva Çandar bimîne, wî bi xwe bersîva xwe daye , gotiye, ”girêdayî pêşketinên Sûriyê ye. Heger rejîma Sûriyê hilweşe Îraqê jî perçe bibe.”

Texmîneke rast e. Heger li Sûriyê rejîma Esed hilweşe ne Îraq tenê, bi dîtina min li Tirkiye jî rejîma AKP-ê ya ”yek m...ilet, yek ziman, yek al” ewê têk biçe, bi gotineke din Tirkiye ewê ”perçe” bibe û kurd û gelên din jî ewê bigihîjin azadiya xwe.

Ji ber ku rejîma AKP-ê vê tahlûkeyê dibîne, loma jî dixwaze di warê leşkerî da zû midaxeleyî Sûriyê bike. Ji bo ku rê li ber serkeftineke kurdan bigre.

Herêm weke dema Şerê Cîhanê yê Yekem dikele, hemû gel, sinif û tebeqeyên bindest serî hildane û doza mafê xwe dikin.

Xerîteya Rojhilata navîn şaş û ne dirist hatiye çêkirin, ev xerîte di vê sedsalê da li gorî rastiya miletan û dîrokê ewê ji nuh ve were çêkirin. Hukûmeta AKP-ê dixwaze rê li ber vê pêşketin û guhertinê bigre.

Zikir û fikrên wan yek e

Li Stenbolê di mitînga protestokirina qetlîama Hocaliyê da faşîst û nîjadperestên tirk bandrolên bi nivîsên, ”Hûn hemû ermenî ne, hûn hemû pînc in. Bozqurt li vir in, Hrant Dînk li ku ye?” gelekên weke van bilind kirine.

Hocalî qesebeyeke Qerebaxê ye û azerî lê dijîn. Di 26-ê sibata 1992-an da, di dema şerê azerî û ermeniyan da, hêzên ermenî li Hocaliyê li gor îdîa azeriyan 600 siwîl kuştin.

Tirkan di 26-ê mehê da xwedêgdiravî ev qetlîam protesto kirin.
Ya girîng, weîzrê AKP-ê yê karûbarê hundur Îdrîs Naîm Şahîn jî beşdarî vê mîtînga nîjadperest bû axaftineke ji serî heta dawî ya nîjadperest û mişt heqaret kir.

Li hemberî rexneyan Erdogan, weke hertim dîsa Şahîn parast û got meseleyeke biçûk û ”munferît” e.
Êdî baş eşkere bû ku Îdrîs Naîm Şahîn, faşîstekî dev bi kef û girêz e û ew ji alî Erdogan ve ji bo vî karî bi taybetî hatiye hilbijartin.

Loma jî çiqas rexne tê kirin jî lê Erdogan tim Şahîn diparêze û ji wezîfeyê nagre.
Loma jî meriv dikane bibêje ku Şahîn, dîtin, hest û îdeolojiya Erdogan praktîze dike.
Gelek kesên şelaf û pûlperest Erdogan baş û Şahîn jî xerab nîşan didin.

Lê ev durûtiyeke mezin e, yê Şahîn aniye wir Erdogan e û Şahîn li ser daxwaza Erdogan li ser kursiya xwe rûdine. Ne piştgiriya Erdogan be, Şahîn nikane rojekê jî li ser wê kursiyê bimîne.

Heger Şahîn ne berdilkê Erdogan bûya nuha ji zûda ew ji wezîfeyê girtibû. Ji ber ku potên heta nuha Şahîn şikandine bi jimar nayên. Lê Erdogan dîsa jî dev jê bernade, çimkî fikir û zikrên wan yek e.


XXX
Havîn nêz dibe û min dîsa bîriya gerê kiriye; bîriya dîtina welêt û ya dost û havalan.
Bi gerê bîna min fire dibe, tûrikê min tije fikir û raman dibe. Weke êmîşî zivistanê gava dilê min bixwaze devê kîsikê xwe hêdîka vedikim û ji xwe ra lê diçêrim…


XXX
Weleh îro roj bi serê me û Stockholma xopan ket, em bi tîn û tîrêjên wê xenê bûn.
Befir heliya û çivîkan li ser daran dan lotikan...
Min ji ciyê kar zû bazda mal, ji bo ku bîstekê xwe bidim berberojk, lê heta gihîştim mal roj ji zûda ji hewşê derketibû...
Ji mecbûrî min çû xwe da ber kompîtorê...

28 februari 2012

Kemal Burkay di raunda pêşî da 8 kes nakawt kir

Di nava Hak-Parê da raunda pêşî Kemal Burkayê 75 salî bi ferqeke mezin qezenc kir, 8 endamên Meclîsa Partiyê bi hev ra naqawt kir û tê payin ku ewê hîn çend kesên din jî naqawt bike.

Li gorî ku malpera ANF-ê dinivîse Burkay, Saît Aydogmuş, Mehmet Vûral û Vahît Abay jî di nav da 8 endamên Meclîsa Hak-Parê mecbûrî îstîfayê kir. Ev 8 kes Kesên îstîfa kirine di rojên pêş da ewê biryara xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera bikin.

Endamekî Meclîsa Partiyê sebebên veqetandina xwe ji malpera Aknewsê ra wiha aniye zimên:

“HAK-PAR ji xwe di bin wesayeta gurûpa PSK-ê de bû. Bi salan e em têdikoşin ji bin wesayetê derneket. Piştî Kemal Burkay ji derveyî welat hat, partî niha rasterast kete bin wesayeta Kemal Burkay. Digel ku ne endam bû jî partî di bin wesayeta wî de bû. Lê niha bû endam û îhtîmaleke mezin dê bibe serokê giştî.”

Burkay gelek caran Ocalan bi dîktatoriyê îtham dike û dibêje BDP di bin wesayeta wî da ye.
Ev rast e, lê ez dikanim bibîjim ku di vî warî da Burkay ji Ocalan pir ne demokrattir e. Heger demokrattir bûya ewê hewqas sal ji dervayî welêt nikanîbûya Hak-Parê bi vî rengî di bin emrê xwe da bihêle û piştî vegerê jî dîsa teslîmbigre.

Burkay merivekî pir bi gir û kîndar e, ewê heta mirina xwe bela xwe ji PKK-ê veneke.
Burkay dema vegeriya, got ew kal bûye û ewê siyaseta aktîf neke. Lê bi qasî xuya ye ewê li ser vê gotina xwe nemîne û ewê bike.

Û ji bo vê yekê jî jê ra hin wasite, pişt û heval lazim in.
Burkay ewê Hak-Parê ji bo şerê xwe ya şexsî li hemberî PKK-ê û BDP-ê weke çekekê bikar bîne. Ji xwe loma jî bû endamê Hak-Parê û pir ne dûr e ku bibe serok jî.
Lê heger nebe serok jî ewê ji pişt perdê îdare bike. Ji xwe heta nuha jî pir hindik wisa kiriye.

XXX
Kurd li cîhanê miletê herî bi xurûr, herî canfîda, herî fedakar, herî dilêr û herî liberxwedêr e.
Kurd ev dused sal in li hemberî sê hûtên herêmê û bi dehan cinawir û keftarên cîhanê şer dikin û teslîm nabin.

Dawiya dawî gelê kurd ewê bi tena serê xwe zora hemû van hût, keftar û çeqelan bibe û bigihîje azadiya xwe.

Gelek tirsonek û pûlperest bawer nekin û refên xwe biguherin jî lê gelê kurd di vê sedsalê da ewê bigihîje azadiya xwe, tu hêz nikane rê li ber vê yekê bigre.







XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, berî nuha bi 2 sal û nîvan ”mizgîniyek” dabû gelê Diyarbekrê û gotibû ku ”Ezê ji we ra girtîgehek nû ava bikim.”
Erdogan waye vê soza xwe tîne cî, girtîgeheke ”modern” û pir mezin di rojên pêş da ji bo gelê kurd li Diyarbekrê tê avakirin.
Li Amedê girtîgehên Tîpa E û Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa D berê hene. Lê li gorî Erdogan ev herdu girtîgeh têra kurdan nake, dibê ...ji wan ra yên hîn mezin werin çêkirin.
Li Xerbê ji tirkan ra muze, park, kitêbxane, otêl, xan û hemaman ava dikin û ji kurdan ra jî zindanan. Ji ber ku Erdogan rehetî û dilşadiyê layiqî kurdan nabîne, ciyê kurdan dibê ya zindan ya jî goristan be. Loma jî mêrik ji kurdan ra zindanên nuh û mezin ava dike.
Girtîgeha nuh ewê li ser milyonek û 413 mîtro çargoşe were avakirin û kapesîteya wê jî ewê li dora 2 hezar û 80 kesî be….







XXX



-Ji bo ku em pir guhdarî bikin û hindik bipeyivin du guhên me û zimanekî me heye. //Diogenes)

27 februari 2012

Feyde û zirara nivîsandinê

F. Bacon gotiye, "Xwendin meriv dadigre, bi însanan ra axaftin meriv hazir dike, lê nivîsandin meriv kamil dike."
Weleh min ji vê duayê ra negot amîn. Heger bi rastî jî nivîsandinê însan kamil bikira wê demê dibê hin siyasetmedar û nivîskarên me ku ev 40- 50 sal in dinivîsin dibê nuha hemû kamil bûna. Lê ez bi xwe tu kamiliyê li ba wan nabînim.
Lê dibe ku nivîsandin her kesî kamil nake, hin kesan "kamil" û hin kesan jî "cahil" dike...



XXX
Bi perê xelkê comerdî, bi aqilê xelkê biaqilî û bi zanîna xelkê jî zanatî nabe...
Zû dereng pûrê meriv derdikeve û meriv perîşan dibe.
Ya baş ew e ku meriv di rûnê xwe da biqijile û bi aqilê xwe were serî...



XXX
Her îcad û serkeftina mezin ya dinyayê dîtiye berê xeyal bû.
Çinara herî mezin berê bizrek bû, teyrê herî mezin berê di hêkekê da veşartî bû."
Kurdino, netirsin Kurdistana serbixwe îro xeyal be, lê sibe ewê bi rast bigire. Hemû îdîalên mezin berê weke xeyal dest pê kirine. Tenê bawerî û ezmê xwe wenda nekin, tenê bêhêvî nebin û zû newestin û ji bo çend quriş pere refê xwe neguherînin...
Ji bo îdîalên mezin fedekariyên mezin lazim in...


XXX
Kesê ku di xortaniya xwe da dara zanînê neçîne, dema kal bibe nikane siyeke ku ji xwe ra bîstekê lê rehet bike bibîne.
Ê ji xwe ku tembelî û tiralî tunebûya nuha ne dinya di vî halî da bû û ne jî kurd hîn wiha bindest bûn.
Zanîn nifteya deriyê azadiyê ye, bêyî bidestxistina wê nifteyê azadî ne mimkûn e...



XXX
Camêrekî fransî bi navê Exupery gotiye, ” însan ancax gava bi dilê xwe binêre dikane rastiyê bibîne. Çav nikanin heyvanê rastiyê bibînin. ”
Gotin rast e, lê weleh êdî dinya ne dinya berê ye, xelk ne bi dil û ne jî bi çêv(çav), tenê li gorî menfaetê dinêre û li gorî menfaetê dibîne. Kî çend quriş pere têke destê wan, di cî da dev diguherin û dev ji hemû bîr û baweriyên xwe yên salan berdidin û dibin heval û zilamên kesên xwedî pere.
Yanî êdî îdeolojî jî, siyaset jî û bawerî jî bûye pere, xwediyê pera him rast e û him bi heq e…

26 februari 2012

Gelî cixarekêşan hela werin guh bidin vê helbestê

Hemşeriyê min Silêman Kaya, dîsa helbesteke pir baş û di ser da jî pir bi feyde nivîsîye û bi riya lawê Mesût ji min ra şandiye. Ez li jêr wê diweşînim. Ez bawer dikim bi xwendina vê helbesta ji serî heta dawî mişt şîret weke min hûnê jî dilşa bibin.

Ji zûda bû min bîriya helbestên wî kiribû. Bi vê helbesta wî ”Tutûnkêş”ê ez pir kêfxweş bûm. Gelek sipas ji bo vê helbesta giranbuha.



TUTÛNKÊŞEw kêşana tutûnê
Tiştek nakave şûnê
Tutûn tutûna Semsûr
Ew bi kêrê dikin hûr
Tutûn zer e, dûxan reş
Tiştek nîne wek wê xweş
Pir jê hezdikin ciwan
Ew bilind dikin dûxan
Ew nikane bi ciwana
Piştî dem û dewrana
Temen dighêje çel û çar
Xwe li meriv dike diyar
Ew dikeve nav xwînê
Çêdike war û şûnê
Pişik û xwîn û damar
Ji dest wê dikin hawar
Wek şêxê mirîd li dû
Nayê berdan zû bi zû
Ew tutûna Semsûr e
Derba wê zêde kûre
Ey ciwanên temen çûk
Yê zewicîn anîn bûk
Wê cixara pîs û tal
Bi xwere nekin heval
Ger têkeve nav xûnê
Weke pûştiya qûnê
Êdi ji we nabe dûr
Tev mirin û gora dûr
Roma reş û cixare
Yek dûpişk e yek mar e
Tev bajarî û gundîya
Dûrkevin ji herdûya
Hem şêrete hem xêre
Wenda neke veşêre
Ez mirim hûn bixwînin
Min di bîra xwe bînin
Tev zirara mal û can
Ev destan ya Silêman

Suleyman Kaya/Wêranşar/2012

XXX
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê bi hev ra îro li Kitêbxaneya Kurdî paneleke li ser ferhengên kurdî (zazakî, kurmancî, soranî) çêkirin.

Panel ji aliyê Malmisanij, Reşo Zîlan û Golbar Emîn ve hate dayin Paneleke bi feyde û gelkî baş bû.
Ji ber ku gelek kes hatibûn panelê ciyê rûniştinê nema, loma jî gelek kesî panel ji piya(li pê)guhdarî kir.

Hersê axatvanên panelê qala hin gelş û astengiyên zimanê kurdî û serpêhatiyên xwe yên xebatê kirin.
Civîneke pir bi sûd û berhemdar bû.

Piştî panelê em çend hevalên DDKD-yî yên kevn çûn li komeleya me ya berê rûniştin û me bîstekê sohbet û qala rojên berê kir.