Du roj berê min got şairî ji nivîskariya romanê zortir e,
lema gelek kesên bi şiirê dest bi rêwîtî û seruwena edebî dikin piştî demekê
dev ji vê rêwîtiyê ber didin, dest bi nivîskariya romanê ya jî çîrokê dikin.
Ji ber ku nivîsîna romanê ya jî çîrokê li gorî şiirê
rehettir e. Her kesê bi nivîsê, bi edebîyatê ra hinekî aşîna ye heger bixwaze
kane romanê binivîse.
Lê ew kes bixwaze jî nikane bibe şair. Ji bo şairîyê zanebûn, teorî, teknîk
tenê têrê nake; dibê ruhê şairiyê bi meriv ra hebe.
Ezê ji xwe numûnê bidim. Ez bixwazim ez kanim çîrokê jî, romanê jî binivîsim. Ne yek û dudu jî, kanim dom jî bikim. Kanim salê romanekê binivîsînim.
Lê ez nikanim bibim şair, ez nikanim şiirê binivîsînim.
Çimkî ew ruh, ew xeyal, ew fantazî, ew ”dilê dîn” yê şairiyê bi min ra tune ye.
Li ser şiirê ez çiqasî zana bim jî têrê nake, ez nikanim bibim şair.
Şair, merivên pir taybet in, ne wek her kesî ne, ne merivên normal in. Dilê wan, hestên wan, xem û xeyalên wan, fantazîyên wan gelkî cihê ne. Merivên dilzîz in, çarçav in, tiştan pir cihê dibînin û pir xweş taswîr dikin.
Arjen Arî bixwesta kanîbû çîrok jî, roman jî binivîsiya.
Faîk Ocal kitêbek li ser 101 romanên kurdî nivîsîye. Yanî kesên romannivîs hewqasî pir in, lê hewqas şairên em ji wan ra bibêjin şair in tune ne. Sê çar şairên me yên di mistewa Arjen Arî tune ne.
Lê nivîskarên me yên romanê pir in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar