28 oktober 2022

Di telewîzyona Swêd da henekek bi Erdogan kir ji karê xwe bû

 


Kristoffer Ahonen Appelquist

Kristoferê swêdî di programeke Xwe da henek bi serokê Tirkiyê Erdogan kir ji karê xwe bû. Wiha here Swêd jî ewê hêdî hêdî bibe Tirkiye.

Komedyenê swêdî Kristoffer Ahonen Appelquist di telewîzyona Swêd da dev ji programa xwe ya mîzahî "Svenska nyheter/xeberên swêdî" berda.

Bi îhtîmaleke mezin li ser daxwaza serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan mêrik ji karê wî derxistin. Çimkî Kristoffer 
Ahonen Appelquist di programeka xwe da li ser Erdogan jî hin henek kiribûn.

Ji sala 2019a da ye Kristoffer Ahonen Appelquist heftê carê vê programa mîzahî, pêkenînê didomîne. Programake mîzahî ya pir populer e, pir tê temaşekirin.

Kristoffer Ahonen Appelquist çendakî berê di programeke xwe da li ser Erdogn jî çend henek kirin.

Erdogan pir aciz bû, Tikiyê telewîzyona Swêd û Kristoffer Ahonen Appelquist rexne kir. Rojnameyên AKPê û merivên Erdogan êrîşên mezin birin ser programê, gotinên pir giran ji Kristoffer Ahonen Appelquist ra kirin.

Wer xuya dike berî serokê Swêd Ulf Kristersson here Tirkiyê Kristoffer Ahonen Appelquist ji karê wî dûr xistin, ji bo ku xwe bi Erdogan şîrîn bikin, teqdîra wî bigrin.

Bi texmîna min ewê hîn gelek şelafiyên din jî ji Erdogan ra bikin. Vêsê programek bi navê ”xwarinên tirkî” jî nîşan dan. Aşpêjekî tirk anîbûn, reqlama xwarinên tirkî dikirin.

Bi tirştên wiha Erdogan zeyt dikin, ji Erdogan ra şelafiyê dikin. Li hemberî Erdogan xwe pir biçûk dixin, pir bêşexsîyet hereket dikin. Xwe ji Erdogan ra kirine erd.

Hîn eşkere nebûye piştî Kristoffer Ahonen Appelquist kî yê programê îdare bike. Qey ewê yekî li gorî dilê Erdogan bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE