Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1999-10-28
Îro eşkere bû bi rastî jî PKK sibe gurûbeke din ji Ewrûpayê
dişîne Tirkiyê. Li ser navê gurûbê, yekî bi navê Haydar di civîneke pressê da
got em gurûbek sibe diçe Tirkiyê.
Diyar e 29ê cotmehê yanî roja îlankirina
cimhûrûyeta Tirkiyê bi zanîn hatiye hilbijartin. Ez wer texmîn dikim.
Di civînê da navên kesên ewê herin û jimara wan eşkere nekir.
Bi rastî jî mêrikan cesûr in, tiştê dibêjin dikin. Di siyasetê da ji bo bi serketinê ev gelek grîng e. Lê bi baweriya min şaş dikin, bi tawîzên wiha tirk nerm nabin, tu mafî nadin kurdan.
Piştî heyetên Yekîtiya Ewrûpa û Emerîkiyê, nuha jî sefîrên
Îngilistanê û Elmananyê yên Anqerê li Kurdistanê digerin.
Ez baş nizanim mesele çi ye, lêbelê heyet li pê heyetê dihere Kurdistanê.
Giş jî diçin bajarên belediye di destê
HADEPê da ye, ya jî HADEP gelkî lê xurt e.
Lê bi taybetî diherin zîyareta serokê belediya Diyarbekrê. Tiştê xuyaye Ferîdûn
Çelîk jî baş dixebite.
XXX
2000-10-28
Ev nivîsa nuha min ji Telewîzyona Medyayê ra şand.
Ji Redaksiyona Telewîzyona Medaya beşê Kurmancî û Soranî ra
Birayên delal, xebata hûn ji bo gelê me yê bindest dikin gelkî
girîng û tarîxî ye. Ji ber ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe dixebite ji bo ku
me wekî milet asîmîle bike û biqedîne. Û di vî warî da jî gelkî bi ser ketine.
Heger ev rewş wiha dom bike û gelê me di demeke kin da, yanî di nav wan çend
salaên pêş me da hin mafên millî bi dest nexîne kurmancî ewê wenda bibe.
Dema Kurmancî wenda bibe jî li Kurdistana Tirkiyê mesela Kurdî diqede. Û dema kurmac
asîmîle bibin hêzên kurd jî ewê biqedin yanî ne PKK, ne jî hêzeke din dimîne.
Ji ber ku potansiyela herî mezin kurmanc in. Ev tahlûke pir mezin e, vê talûkê
dibê meriv wek fantaziyeka bê bingeh nebîne.
Em dizanin li dinyayê gelek miletên ji me mezintir, heta bi sedsalan bûne xwedî
dewlet jî ji ruyê dinyayê rabûne, nuha tenê navên wan di nav rûpewlên tarîxê da
mana.
Ya din jî dema ziman ji cîlekî(nifşekî) dewrî cîlekî din nebe ew ziman mahkûmî
mirinê ye.
Yanî dema em zimanê xwe dewrî zarokên xwe nekin kurmancî ewê biqede. Û vê
prosesê ji zû da ye dest pê kiriye; em roj bi roj diqedin.
Esas qet ne hewce ye ku meriv van numûneyan zêde dirêj jî
bike, ji ber ku hûn jî pê dizanin. Ez werim ser gotina ku esas ez dixwazim
bibêjim:
Hûn di programên xwe yên kurdî da gelkî cî dinin soranî.
Mesela hûn programeke zarokan bi soranî jî diweşînin. Bi baweriya min dibê di
dewsa wê da hûn kurmancî biweşînin.
Dema ez wiha dibêjim ne ku ez li dijî soranî
me. Bi vacayî ez dixwazim hemû kurd ji hev û du fêm bikin. Yanî ev mesele,
mesela evzeliyê, muhîmiyê yanî mesela "prioritetê"ye.
Ji ber ku îro tu tahlûkeyeke soranî wenda bibe ya jî bihele tuneye. Hemû soran,
bi cûk û mezin giş bi zimanê xwe zanin, giş kanin bixwînin û binivîsînin.
Li Kurdistana Başûr hikûmetek kurdan heye û her tişt bi kurdî ye. Bi dehan
qanalên bi soranî weşanê dikin hene.
Heta ev yek ne li Kurdistana Başûr tenê, li Iraqê jî wiha ye.
Lê ji bo me kurmancan ne wiha ye, zimanê me li ber wendabûnê ye. Lema jî ji zarokên soran bêtir hewcedariya zarokên kurmanc
bi programên zarokan heye.
Ji ber vê yekî jî dibê hûn ji programên soranî bêtir programên kurmancî yên
zarokan biweşînin. Çimkî zarokên kurmanc muhtacî vê yekê ne.
Dema soranî wenda bibe PKK naqede, şerê li dijî dewleta Tirk
naqede, kurd naqedin.
Lê dema kurmanc werin asîmîle kirin, li Kurdistana Tirkiyê û heta li Kurdistana
Sûriyê û Kurdên Anadoliya Navîn jî diqedin. Heger em naxwazin wek milet ji ruyê
dinyayê rabin dibê em giraniyê bidin kurmancî. Li derî îrada me ev yek wiha ye.
Di dawiyê da pêşniyara min ew e, careke din li ser programên
xwe bifikirin û van rastiyên min destnîşan kirin bigrin ber çavan.
Bi silavên biratiyê
XXX
2016-10-28
Nûbiharê kitêbeke Rîlke
wergerandiye kurmancî. Navê kitêbê kirine ” ”Ji şairekî ciwan ra name”. Bi ya
min şaş e, dibê ”Ji şairekî ciwan ra name” be. Abdullah Încekan wergerandiye.
Ji kovara Nûbiharê ra
Ser xêrê be kekê Silêman. We şairekî pir muhîm û berhemeke bi xweş
hilbijartiye. Bi dîtina min navê kitêbê, ”Ji şairekî ciwan ra name”
li gorî sentaksa (hevoksaziya) tirkî ye, şaş e. ”Name ji şairekî ciwan ra”
rasttir e, bêtir kurmancî ye.
Hûn kanin ji zimanzanan jî bipirsin. Hêvî dikim baş were firotin.
Gelek silavên dostaniyê
Zinarê xamo
XXX
2016-10-28
Ji Mistefa Aydogan ra
Merheba Mistefa Weşanxaneya
Nûbiharê, kitêbeke Rîlke, bi navê ” Ji Şa’irekî Ciwan re Name” weşandiye.
Min ji Silêman Çevîk ra bi meylê got nav şaş e. Bi dîtina min navê kitêbê li
gorî sentaksa(hevoksaziya)tirkî ye.
”Name ji şairekî ciwan ra” rasttir e, bêtir kurmancî ye. Wî jî di bersîva xwe
da gotiye:
”Hevalekî zimanzan dibêje weha rasttir e, dibêje di cumleyan de wekî te ye. Li
di manşetan de meriv edat/daçek bên pêşiyê xweştir e... ”
Tu çi dibêjî, dîtina te çi
ye? Zinarê Xamo
Bersîva Mistefa:
” Li gor min ya te kurnancîtir e. Êdî ki çi biêje ji 4zwe ra dibêje. Li gel
silavên min ên biratîyê Mistefa Aydogan”
XXX
2021-10-28
Xortekî bi navê Remezan Demir li Polonyayê dixwîne ji min alîkarî xwestiye. Min
ev bersîv dayê:
Xortê delal, ji ber rewşa tu tê da ye pir xemgîn bûm, gelkî pê êşiyam e.
Û ji ber ku nikanim alîkariya kurdekî motajî alîkariyê ye bikim, nikanim herim
hawara wî şerm dikim.
Xortê delal, bawer bike îmkana ku ez li vir ji te ra karekî bibînim tune.
Ne karxaneya min heye, nej î ez kesekî wer nas dikim. Ez yekî teqawitim, mesela
kar û tîcaretê têkliya min pê ra tune.
Tiştê ez di medyayê da dixwînim Swêd jî kesî qebûl nake, bi paş da dişîne.
Jimareke pir zêde hatiye Swêd, lema jî bûye gelşeke mezin.
Li Swêd karê reş dîtin pir zor bûye, bêkarî pir e. Tu werî Swêd, perîşan
bibî xerabtir e. Ez bi xwe nabêjim wer e, ya jî neyê, çimkî ez nikanim tu karî
ji te ra bibînim.
Ev çend sal in ez teqawit bûme, li mal im. Dibê tu baş bipirsî, baş bifikirî,
bêtir xwe perîşan nekî.
Navê bajarê tu lê dimînî ji min ra bibêje, ezê di medya sosyal da bipirsim,
belkî li wî bajarî kurdekî nas derkeve, ezê ji bo te jê alîkariyê bixwazim.
Lê herçî Swêd e bawer bike tiştek ji destê min nayê. Hêvî dikim li wir tu
karekî bibînî.
XXX
Remezan Demir:
Ji bo bersivdayîna we û
peyama we ya ji dil gellekî spas dikim û herdu destên we maç dikim
Ez li Warşovayê me
28 okt. 2021 12:13 em
Bersîva min
Çi bêjim xortê delal, bawer
bike tiştek ji destê min nayê. Du lawên min bêkar in, nikanin kar bibînin, ji
vê qursê diherin wê qursê bêfêde ye.
Her du jî nuha li ba min dimînin. Min bikanîbûya min ji wan ra kar bidîta.
Ez û xanima xwe em her du jî teqawid bûne, bi zor debara xwe dikin.
Dengê defê ji dûr ve xweş tê, Swêd ne wek berê ye, yê ne xwedî tahsîl û sinet
be perîşan e.
Dîtina kar ne rehet e, dibê têkiliyên meriv hebe. Tu ji xwe ra çi dikî, diherî
ku tu bi kêfa xwe yî.
Bimîne di xweşiyê da
28 okt. 2021 3:30 em
XXX
Spas dikim apê Zinar
Tu jî mafdar î
Hûn jî bimînin di xweşiyê de
Dembaş
28 okt. 2021 3:35 em
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar