27 oktober 2022

Rejîma Îslamî ya Îranê diheje

Îran û Kurdistana Rojhilat dikele, serîhildan, meş û protestoyên xelkê yên li dijî rejîma Îslamî nasekine. Xelk baş li ber xwe dide, êrîşên pasdaran nikane protestoyên xelkê bisekinîne.

Do 40 roja qetilkirina Jîna Amînî bû. Bi hezaran kurd çûn ser gorra Jîna Amînî û rejîma îslamî, qatil protesto kirin.

Ji do da ye hêzên hukûmetê li gelek bajarên Kurdistanê û Îranê ji bo ku protestoyan rawestînin êrîşî xelkê siwîl dikin, sîlehan bi kar tînin.

Îro li Mahabadê serîhildaneke mezin heye, xelkê hin avahiyên dewletê şewitandine.

Li gorî xeberên di medyaya sosyal da belav dibin, pasdaran êrîşî xelkê kirine, sîleh bi kar anîne, kuştî û birînda hene.

Hêzên Cumhûrîyeta Îslamî ya faşîst bi rengekî hovana dajo ser milet, dixwazin serîhildana milet bişkînin. Lê milet vê carê pir bi biryar e, serî ji terora rejîma îslamî, faşîst ra natewîne.

Heger azerî jî serî hildin belkî vê carê milet zora van zaliman bibe. Azerî hetanî nuha bêdeng in, dest nabin xwe. Neyariyan wan bi kurdan ra heye, naxwazin piştgiriyê bidin kurdan, bibin hevalên wan.

XXX

Dewleta Recep Tayyip Erdogan û Develet Bahçelî vê carê jî pispora Tiba Edlî û seroka Yekîtiya Tuxtoran Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci girtine.

Xwedêgiravî Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanciyê ”propagandeya rêxistina terorê” kiriye.
Li Tirkiyê kî sûcekî hukûmetê îfşa bike di cî da dikin hevala ”rêxistina terorê” yanî hevala PKKê û digrin, davêjin zindanê.

Ji ber ku çend roj berê jinikê got li hemberî gerîlayên PKKê çekên kîmyayî hatine bikaranîn îro ew girtin. Dewlet çi bike, çi bîne serê kurdan  jî dibê kes dengê xwe neke.

PKKê jî gotibû 17 gerîla bi çekên kîmyayî hatine kuştin.
Piştî beyana Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci ya li ser bikaranîna çekeên kîmyayî, Devlet Bahçelî bû birre birra wî, bang li dewleta xwe kir, got vê jinikê zû bigrin.

Îro wa ye emrê Bahçelî bi cî anîne û seroka Yekîtiya Tuxtoran Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancî bi tohmeta hevala PKKê ye girtine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE