27 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -275-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1992-10-27

Radyoya BBCyê got nûnerên YNKê û PDKê beyan dane, gotine PKK şertên wan hemû qebûl kiriye, ewê ji herêmê derkevin, ewê ji erdê me êrîşî Tirkiyê nekin.

Lê ji şertê Hukûmeta Kurdistanê yek jî dibê A. Ocalan peymana lihevkirinê îmze bike.

Ev çend roj bûn şer gurr bûbû. Li gorî hin xeberan leşkerên Tirkiyê hema hema şargehên(kampên)PKKê giş girtine.

Ev îdîa çiqasîrast e ez nizanim, lê ne bi temamî be jî gelek ciyên gerîlla ketine destên leşkerên tirk.

Ev normal e, gerîla nikane şerê cepheyî bike, lêdixe û bi paş da vedişe.

Ev çend car in Hukûmeta Kurdistanê tim wext dida PKKê, digot derkeve, lê PKKê ev daxwaz red dikir.

Li gorî rojname dinivîsin ordiya Tirkiyê 14-15 km. derbasî nava erdê Kurdistana Başûr bûye.

PKK bi rehetî derneket, nuha derkevin jî tirsa min ew e Tirkiye dernekeve. Ji bo ku herin têkevin Kurdistana Başûr ji tirkan ra lotoyê lêxist. Tirk êdî ewê bi PDKê û YNKê ra nabêna xwe xweş bikin û li wir bicî bibin. Ji bo kurdên Kurdistana Başûr ev jî talûkeyeke pir mezin e.

XXX
1996-10-27

Min telefonê diya xwe kir, pê ra peyivîm. Got piştî serê salê emê bar kin Diyarbekrê. Min got Fûad ji min ra gotibû. Min got we biryareke pir baş daye. Osmaniye ne ciyê we ye, herin welatê xwe, ba zarokên xwe. 
Di nav sohbetê da got Metîn ji me ra 400 DM şandiye. Pir kêfa min hat. Min ji Metîn ra gotibû dema perê te çêbû hinek pere ji malê ra bişîne. Wa ye camêr şandiye.

XXX
1999-10-27

Konseya Ewlekariya Millî a Tirkiyê di bin serokatiya Suleyman Demîrel da îro civiya.
Li ser çi peyivîn, çi biryar girtin bîrûraya giştî bi temamî nizane, tenê tiştê di beyana wan da hatiye gotin tê zanîn. Ji biryarên wan yek jî piştî meha bê li Sêrtê ewê Îdara Awarte(urfî îdareyê) rakin.

Bêyî vê zêde êrîşî hêzên îslamî dikin û dibêjin li hember ”terorîzmê” yanî kurdan jî emê şerê xwe bidomînin.

Yanî di beyana resmî da ji bo kurdan tiştekî pozîtîf tune ye, lê di biryarên nehatine eşkerekirin da miheqeq hin tişt hene. Biryarên li ser kurdan digrin ji sedî yekê jî eşkere nakin.

Bi baweriya  min ev kadirên îro dewletê îdare dikin bi rehetî tu heqekî nadin kurdan, tu gaveke baş jî navêjin. Çimkî hîn nehatine nuxteya mecbûrîyetê, heta mecbûr nebin tu gavê navêjin, mafekî herî biçûk jî nadin me.


XXX
2010-02-24

Merheba gelî xortan!
Min nuha li malpera we nêrî, pir baş e, ji we ra serkeftinê dixwazim.
Ji bo vê xebatê mala we ava.
Birayên delal, blogeke min jî heye, ez her şev meqaleyekê dinivîsim. Lînka wê li jêr ji we ra dişînim, hûn dikanin bala xwe bidinê, dema we xwest hûn dikanin her roj ya jî dema we xwest nivîsan jê bigrin û di malpera xwe da biweşînin.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê xamo

Silav û rêz kek Zinarê Xamo,
Berî gişkî ji bo eleqederîya te sipas dikim. Hevalekî min (Adem Dogan) bi te re têkilî kiribû, ji bo weşandina nivîsên te. Te jî ji min re ji bo weşanê "tu kanî carnan ji malperê nivîsên balkêş biweşînî" xeber da. Ez kêfxweş bûm. Min ji bo te koşenivîsek cihê kir ku em ê her hefte nivîseke te biweşînin.
 Eger tu wêneyekê(resîm) hpq ji min re bişînî em ê di koşenivîsa te de rabenkine.
Min îro koşenivîseke te weşand û nivîseke te kire xeber.
Disa ji bo ked û eleqederîya te sipas, bimîne di xêr û xweşyê de.
Mamoste Abdulkadîr GOK
 
XXX
2010-02-27

Merheba hemşeriyê min ê hêja û xortê delal!
Gelek sipas ji bo bersîva we ya dostane û quncikê we ji min ra vekiriye. Ez gelkî dilşa bûm. Mala we ava be.
Ez ji we ra çend rismên xwe dişînim, kîjan ket serê we hûnê wî bikar bînin.
Ez ji teknîkê fêm nakim, ez hêvî dikim risim bigihîjin destê we.
Gelek silavên dostaniyê
Zinarê Xamo


XXX
2010-02-27

Silav û rêz kek Zinarê Xamo,
Berî gişkî ji bo eleqederîya te sipas dikim. Hevalekî min (Adem Dogan) bi te re têkilî kiribû, ji bo weşandina nivîsên te. Te jî ji min re ji bo weşanê "tu kanî carnan ji malperê nivîsên balkêş biweşînî" xeber da. Ez kêfxweş bûm. Min ji bo te koşenivîsek cihê kir ku em ê her hefte nivîseke te biweşînin.
 Eger tu wêneyekê(resîm) hpq ji min re bişînî em ê di koşenivîsa te de rabenkine.
Min îro koşenivîseke te weşand û nivîseke te kire xeber.
Disa ji bo ked û eleqederîya te sipas, bimîne di xêr û xweşyê de.

Mamoste Abdulkadîr GOK

XXX
2021-10-27

Ji malpera Diyarnameyê ra
Merheba ji we ra.
Ev bend(paragraf) ya Dilşêr Bêwar e:
”Rabû ser xwe çay demkir. Demlik li kêleka misînê bi cî kir. Ji post hinek toraq bera tasek da. Berê xwe da tenekeya zeytûnan kulmek zeytûn kir sehenek tevî tasek şekir û du îskan danî ser sêniyek.”
Ev jî ya min rast kiriye: ”
Rabû ser xwe, çay çêkir. Çaydank li kêleka misîn bi cî kir. Ji hîz(ji eyêr) hinek toraq bera tasekê da. Berê xwe da tenekê zeytûnan, çengek/mistek zeytûn kir sehanekê, tevî tasek şekir û du îskan danî ser sêniyê.”
Di vê bendê(peragrafê)da ne ji alî îmlayê, ne jî ji alî gramerê gotinek jî ne rast e.
Gerek Diyarname nivîsên diweşîne kontrol bike.
Malper ne ya Dilşêr Bêwar e, çawa bixwaze wer binivîse. Bi qasî nivîskar, berpirsiyariya we jî heye. Kê çawa nivîsî dibê hûn neweşînin.
Numûneyeke din:
”Misînê mezin ê di êvar de tije av kiribû danî ser agir.”
Meriv misîn ji êvar da” tije dike, ne ”di êvar da…”
Min nivîs nexwend, nayê xwendin. Ev numûne têrê dike.
Bimînin di xêr û xweşiyê da

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar